Hin dîrok di ruhê gelekî de dineqişin; weke sondekê, weke destanekê, weke agirekî digihêje nifşên nû. 30’ê Hezîrana 1996’an ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd dîrokeke bi vî rengî ye. Ev roja ku weke ‘Roja Fedaîtiyê’ tê bi bîr anîn, salvegera wê kêliyê ye ku Zîlan (Zeynep Kinaci) sala 1996’an li Dersimê bi bedena xwe azadî afirand. Çalakiya fedaî ya Zîlan veguherî manîfestoya ruhê têk naçe, dilxwaziya azadiyê û îradeya hebûnê ya gelekî.
30’ê Hezîrana 1996’an li qada Dersimê bahozek rabû. Zîlan nîşan da ku wêrekiya jinê çawa dikare cîhanê bihejîne. Bi çalakiya fedaî ya li hemberî yekîneyeke artêşa Tirk re Zîlan derbeke giran li dijmin xist û îrade û dilxwaziya azadiyê ya gelekî bilind kir.
Çalakiya fedaî ya Zîlan, dilsoziya bi îdeolojiya Apoyî, têkoşîna azadiya jinê û fikrê Kurdistana Azad raxist pêş çavan. Ev yek ji wateya fedakirina ji bo jiyana azad wêdetir bû. Zîlan sembola wêrekî, fedakarî û biryardariya li ser serketinê bû. Ew qîrîna li qada Dersimê teqiya, li çar aliyên Kurdistanê di dilan de bû hêvî, li çiyê bû îlham û ji têkoşeran re bû rêgeh.
Zeynep Kinaci 10’ê Tebaxa 1972’an li gundê Elmali yê Meletiyê li nava malbateke ji eşîra Mamurekî ji dayik bû, zaroka herî biçûk a malbata ji 7 zarokan bû. Malbata wê ji aliyê aborî ve di asta navîn de bû, li gel bandora feodal a li avaniya xwe ya civakî, her wiha feraseta Kemalîst a bûrjûva biçûk jî di nav malbatê de hebû. Zîlan dibistanên seretayî û navîn li Meletiyê qedand. Piştre Lîseya Pîşeyê Tenduristiyê ya Haydarpaşa ya li Stenbolê qedand û dest bi karê tenduristiyê kir. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê ya Rihayê weke teknîsyena rontgenê dest bi kar kir. Sala 1990’î Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Înonu qezenç kir û berê xwe da Meletiyê. Li Nexweşxaneya Delwetê wezîfeya xwe jî dewam kir. Ji beşa Şêwirmendiya Psîkolojîk û Rêberiyê ya Zanîngehê mezûn bû, di vê demê de hem pîşeyê xwe kir hem jî perwerrdeya xwe dewam kir. Di salên xwendina lîseyê de bala Zîlan çû ser tevgerên bi fikrê çep. Di dema zanîngehê de xwe nêzî tevgera Kurd kir û di vê pêvajoyê de PKK nas kir. Sala 1994’an tevlî nava PKK’ê bû. Zîlan 30’ê Hezîrana 1996’an li Qada Cûmhûriyetê ya Dersimê di dema merasîma alê ya leşkerên Tirk de çalakiya fedaî kir. Teqemenî bi bedena xwe pêçand, bi vî rengî nîşan da ku weke ducanî be, ket nava leşkeran û bi çalakiya xwe artêşa Tirk hejand. Ev çalakî li dijî hewldana sûîqestê ya li hemberî Rêber Apo ku 6’ê Gulana 1996’an li Şamê pêk hat, hêrsa gelê Kurd, bi taybetî jî hêrsa jinên Kurd bû. Zîlan di şexsê Rêber Apo de hebûna Kurdan û doza azadiyê parast.
Çend ji nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî çalakiya şehîd Zîlan bi vî rengî ye:
“Kesayetiya Zîlan kesayetiya şer, rêxistinî, azadî, dilxwaziya mezin a jiyanê û eşqê ye. Ev şênber e, destberdana ji vê yekê nabe. Mafê kesî nîne ku ne fêhm neke, ne jî ya pêwîst neke. Me ev yek her tim got; Rêbaza Zîlan bi feraseta xwe ya jiyanê, bi feraseta xwe ya hezkirinê, bi kesayetiya xwe ya şer, bi wêrekiya xwe ji bo me fermandarî ye. Ew ji bo me rêbereke rasteqîn e. Eger ev yek di kesayetiya jinê de pêk hatibe, hêja ye.
Jin a ku bi hezaran sal in hatiye xistin, ji Îştar heta bi Zîlan pêvajo berevajî kiriye û ber bi bilindbûnê ve guherî ye. Ev yek jî ji bo gelên Rojhilata Navîn tê wateya bihareke azadiyê ya rasteq^n.
Xeta serketinê di kesayetiya Zîlan de temsîliyeta xwe dîtiye, bûye sedema teqîna mezin a jinê ya azad û milîtanên wê yên leheng. Zîlan ji bo me sembol e, bîranîna wê ferman e, em ê pêwîstiyên wê her tim û li her cihî pêk bînin. Ev yek nêzîkatiyeke cidî ye. Aliyên îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî yê vê xetê balkêş in. Zîlan bi çalakiya xwe ne tenê dijmin, emperyalîzm û her cûre paşverûtî mehkûm kir, her wiha li hemberî her cûre tiştên li jinê dihatin ferzkirin, daxwaza wê ya jiyana azad a mezin tine dikir, serî hilda, wasiyeta vê yekê anî ziman. Hûn zanin ku ev yek hevokên herî dawî yên rêbaza çalakiya mezin, jiyana azadiyê ya mezin e û ji bo me ferman e. Jiyana herî hêja di vê çarçoveyê de ye. Divê heta dawiyê xwedî li vê yekê bê derketin. Yên ku xwedî li van nirxên bilind dernakevin, wan naxin meriyetê, ti carî bi ser xwe ve nayên.
Hevrêya me Zîlan dibêje, ‘Dema ku ez berê xwe didim vê çalakiyê di nava coşeke gelekî mezin de me, xwe gelekî bi şens dibînim’. Ev rast bû. Ji ber ku mirovek ku her devera xwe bi bombeyan hatiye pêçandin, pêkanîna meşeke jiyanê ya ewqasî dilxwazî, bûyereke kêm hatiye dîtin. Kûrahiya xwe ya wateyê di vir de ye. Ji aliyekî ve dibêje wê her tiştên ku wê dîl digire -ku ev emperyalîzm e, mêtingerî ye, paşverûtiya mêr e, dîlgirtina jinê ye, qirêjî ye- bi alakiyê bişewitîne, hilweşîne, jiyana bi wate ya ku bi hesreta wê ye di kesayetiya xwe de ava bike. Ji ber ku bi durustî zane ku wê bibe îfadeya jiyana bi wate, tengavî li aliyekî, jiyan û şerekî bi vî rengî coşeke mezin dide wê. Çavkaniya wê ya jiyan û kêfxweşiyê ev e. Di çalakiya herî zêde bê eman de jî bi vî rengî ye. Eger ev yek bi rengekî rast bê fêhmkirin wê tengavî, xitimandin û bêhêvîtî di nava jiyanê de nebe. Berevajî vê yekê wê pratîkeke jiyanê ya gelekî kelecanî, bi hêvî û serketî derkeve holê. Ji xwe bi hezaran mînakên din ên vê yekê hene.
Zîlan ne kesek e, ew xetek e, rêbazeke jiyanê ye, rêbazeke şer e, rêbazeke serketinê ye.
Li hemberî newekheviya neteweyî, çînî, zayendî, li hemberî koletiyê weke îfadeya sembola xeta Rêbertî Zîlan li ser bingeha rastiya berxwedana şoreşgerî xwe zelal kir. Lewma em nasnameya Zîlan weke xetekê dinirxînin. Zîlan ne kesek e, xeteke îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û çalakiyê ye. Ji xwe nameyên wê hene ku divê em weke wasiyeta wê bibînin. Ev hemû ew nêrînin ku em rast dibînin û hewl didin pêk bînin. Kesayetiya mînak e û ew armanc e ku tevgera me ya jinê dilsozê wê be. Ev yek di asta herî bilind de tê îfadekirin.
Bila zor û zehmetî we têk nebe, berevajî bila we bike mîna pola. Her wiha ne bi hêsanî, lê bi zehmetiyan jiyanê qezenç bikin ku bila hêja be. Jiyana bi hêsanî hatiye qezençkirin ne ew jiyan e ku hêjayî bê jiyîn. Ji xwe ji bo me jiyaneke bi hesanî nîne. Jiyana ji pêvajoya zehmet, jiyana dilxwazî ye, jiyana eşqê ye. Kesayetên ku ji zehmetiyên mezin derbas bûye, dikarin bi rengekî mezin bijîn. Weke ku Zîlan got, jiyana mezin bi çalakiya mezin dibe. Yekane felsefeya me ya jiyanê, yekena rastî ev e.”
FEDAÎTÎ: RUHÊ TÊK NAÇE YÊ LI KURDISTANÊ
Fedaîtî bû agirekî bingeha Tevgera Azadiyê ya Kurd. Ev agir li Tirkiyeya salên 1970’î di rojên herî giran ên têkoşîna şoreşgerî de pê ket. Biryardariya di çavên Mahîr Çayan de, sekna serbilindî ya Denîz Gezmîş a li sêdarê, dengê berxwedêr ê Îbrahîm Kaypakkaya yê li hemberî êşkenceyê, di hiş û têgihiştina Rêber Apo de gihîşt têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Rêber Apo ev mîrateya şoreşgerî veguherand hişyarbûna gelekî. Avabûna PKK’ê sala 1977’an bi şehadeta Hakî Karer re ruhê fedaîtiyê afirand. Hakî Karer ji bo Apoyiyan rê nîşan da; fedaîtiya wî bû rêbaza têkoşînê ya PKK’ê. Bîranîna Hakî bangek ji bo rêxistiniyê bû; xwîna wî bû ava jiyanê ji bo şînbûna tovên azadiyê li Kurdistanê.
Sala 1982’an ew sal bû ku ruhê fedaîtiyê li zindanan veguherî destanê. Zindana Amedê navenda êşkence, teslîmiyet, zext û kiryarên li dijî mirovahiyê bû. Lê belê li wan hucreyên tarî ruhê berxwedanê yê gelekî ava bû. Mazlûm Dogan di Newroza 1982’an de bi sê darikên niftikê agirê azadiyê dada. Berxwedana wî mizgîniya hişyarbûna gelekî da. Çaran; Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner di salvegera pêncemîn a şehadeta Hakî Karer de bedena xwe dan ber agir û ev agir geş kirin. Di 14’ê Tîrmehê de berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ev ruh gihand serketinê. Ev berxwedana ku li zindana Amedê li hemberî faşîzm, teslîmiyet û xiyanetê bilind bû, xeta fedaîtiyê ya Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê afirand. Vê xetê têkneçûna gelekî ji cîhanê re ragihand.
15’ê Tebaxa 1984’an ew dem bû ku ev ruhê fedaî gihîşt çiyê. Şerê gerîla ku bi fermandariya Mahsûm Korkmaz (Agît) destpê kir, mîrateya berxwedanê ya zindanê gihand asta herî bilind a çiyayên Kurdistanê. Zeynep Kinaci ev xet bi gaveke din bi pêş ve bir. Çalakiya wê ya fedaî têkoşîna azadiya jinê ji xwe re kir esas û asteke gerdûnî da berxwedana Kurdan. Zîlan weke xwedawendeke azadiyê bû hêviya bindestan.
AGIRÊ ZÎLAN BÛ HÊVIYA GELAN
Xeta fedaî ya Zîlan îro li her bihosteke Kurdistanê di nava her dilî de ye. Berxwedana destanî ya xweparastina rewa ku li Zap, Avaşîn û Metînayê tê meşandin, nîşaneya herî şênber a vê xetê ye. Gerîlayên HPG û YJA Starê li hemberî duyemîn artêşa mezin a NATO’yê, li hemberî çekên kîmyewî û taktîk nukleer disekinin. Li Werxelê, Şikefta Birîndara, Çiyayê Reş, Kurêjaro, Tepê Cûdî, FM, Tepê Hakkarî her roj qîrîna Zîlan di her çepereke berxwedanê de bilind dibe. Li van çeperan berxwedan bi hişmendiya Mazlûm Dogan, bi wêrekiya Çaran û îradeya 14’ê Tîrmehê tê kirin.
Çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên li qada berxwedanê ya Şehîd Şahîn ji mînakên herî şênber ên vî ruhî ne. Gerîla 48 rojan li hemberî her cûre sûcên artêşa Tirk a faşîst bi lehengî li ber xwe dan. Balafir, helîkopter, tank, obus, çekên kîmyewî, çekên taktîk nukleer… Ti ji wan nekarîn gerîla teslîm bigirin. Berevajî vê yekê gerîla di her firsendê de bi çalakiyên sûîqest, sabotajê kirin ku dijmin windahiyên giran bide. Tîma fedaî ya ji çar kesan; Bager Gever, Avzem Çiya, Arîn Kobanê û Şerzan Hingirvan 2’ê Hezîranê sîng bi sîng şer kirin, bi dehan dagirker bê bandor kirin. Heta nefesa xwe ya dawî li hemberî dagirkeran xwe feda kirin û berxwedana xwe kirin destan. Ev yek mîrateya Zîlan bû. Xeta Zîlan ne tenê li çiyê, li her qada jiyanê ye. Li Rojava, Şengalê, kolanên dîasporayê, di dilê her Kurdan de ye. Agirê Zîlan hêviya gelan e.
30’ê Hezîranê ne rojeke bîranînê ye, sondek e. Fedaîtiya Zîlan ji bo her Kurdekî, ji bo her dilxwazekî azadiyê bangek e, şêweyeke jiyanê ye, xeta jiyanê ye ku nîşan dide mirov çawa azadiyê qezenç dike.