Di Komkujiya Kobanê de ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve di 25’ê Hezîrana 2015’an de pêk hat, nêzîkî 250 sivîl hatin qetilkirin. Êrîş çend meh piştî rizgarkirina bajêr ji dorpêça DAÎŞ’ê û di demekê de ku gel dest bi pêvajoya ji nû ve avakirinê dikir, pêk hat. Êşa ku wê rojê hatiye jiyîn heta roja îro jî kêm nebûye. Di salvegera komkujiyê de, şahidiya jineke bi navê Zûbeyda Ebdulkerîm Mustafa hem mezinbûna windahiyan û hem jî şopa berxwedanê eşkere dike.
Zûbeyda Ebdulkerîm Mustafa ya ku yek ji wan kesan e ku hem hevjîn û hem jî keça xwe di heman êrîşê de winda kiriye, wiha behsa bûyerê dike, “Me dengê guleyan nêzîkî banga sibehê bihîst. Ez tavilê ber bi mala xezûrê xwe ve bazdam. Keça min jî li wir dima, min berê xwe da keça xwe Narîn, min dît Narîn di nava xwînê de dilerize. Her kes li dora me kom bû.”
Zubeyda Ebdulkerîm Mustafa ji ber êrîşê çeteyan weke malbat xwe dixin hundirê wesayîtekê da ku xwe biparêzin, lê ew wesaît ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve tê gulebarankirin. Ew keç û hevserê xwe li ber çavên xwe winda dike. Dibêje, “Serê keça min li ser sînga min bû. Heta derengiya şevê em li bin cenazeyan bûn.” Zubeyda jî birîndar dibe. Dest û lingên wê perçe perçe bûne, lê ew sax dimîne û dibêje, “Ez nemirim.”
Zubeyda dibêje wê şevê, çeteyan cenazeyan bi lazeran kontrol dikirin da ku bibînin ka kî sax maye. Zubeyda dibêje ku wê li wir bêhna xwe girtiye, bê tevger maye û wisa rizgar bûye. Zubeyda dibêje, “Min xwe nelivand heta çete dûrketin.”
Serê sibê, ew bi halê xwe yê birîndar ber bi bajêr ve dimeşe û hewl dide xwe bigihîne şervanan. Di rê de rastî êrîşa kuçikan tê û xwe dixe wesayîtek û li benda rizgarkirinê dimîne. Dû re bi ambulansê ji bo dermankirinê dibin Bakurê Kurdistanê.
Lê dilê wê li Kobanî ma û dibêje, “Min keça xwe û hevserê xwe li pey xwe hişt û ez çûm.” Tiştê ku Zubeyda jiya ne tenê êşek kesane ye, sembola trajediyek hevpar e ku gelê Kobanê jiyaye.