Mihemed Osman, xwendekarê pola yazdehan li taxa Tel Rifatê, tevî hemû zehmetî û astengiyan dixebite û hewl dide ku bigihêje xwestek û azweriya xwe ya mezin da ku riya xwe ber bi siberoja hunerî ve ronî bike.
Ciwanê Efrînî yê bi navê Mihemed Osman ê ji navçeya Raco ji ANF’ê re axivî. Ciwanê Efrînî wiha got: “Em berê li bajarê Efrînê di nava aramî û ewlehiyê de dijiyan, rewş aram bû. Piştî şoreşa Rojava, mafên me yên ku ji destê me hatin standin, li me hat vegerandin û em hînî zimanê xwe bûn. Ji ber serkeftinên ku herêm tê re derbas dibe dewletên mîna Tirkiyeyê tirsiya û êrîşeke berfireh bi ser bajarê Efrînê de anî da ku van serkeftinan bitemisîne”.
Osman di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di encama şerê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye destpêkirin, em bi darê zorê ji cih û warên xwe koçberî herêmên Şehba û navçeya Til Rifatê bûn. Em rastî gelek zehmetiyan hatin. Tevî van hemû astengiyan jî îradeyeke min a mezin hebû ku ez xwendina xwe biqedînim û vegerim hunerê ku bi vê yekê ez êşên gelê xwe bi huner û dengbêjiyê werdigerînim.”