Hevserokên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Cîhan Celo û Nayîf Şemo, jî beşdarî çalakiyê bûn. Li cihê çalakiyê, ku bi sedan kes tevî jin, ciwan û oldarên civakê amade bûn, Nayîf Şemo axaftinek ji gel re kir û li ser rastiya fermanê nirxandin kir.
Nayîf Şemo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser salvegera 11’ê a fermana li ser Êzidiyan û got: “Tiştekî wisa di dîrokê de bi serê ti civakeke din de nehatiye, eger hatibe jî civak tune buye û nekariye bi çanda xwe bijîn. Mixabin ji ber ku em nebûne yek, heta niha me mafên xwe bi dest nexistine. Êzidî di van wêneyan de xwe bibînin û dilê wan li ser doza wan bişewite. Lazime em tifaqa xwe çêkin. Tifaq jî ewe ku em hev qebûl bikin.”
Şemo axaftina xwe wiha domand: “Di wê serdema tarî de û heta roja îro jî, gelek kes û alî li hember vê êrîşa hovane bêdeng man. Ev bêdengî nîşana kêmasiyek mezine di erka mirovî û exlaqî de ye, lê di heman demê de ew bêdengiyeke dîrokî ye ku nexweşiya qedera Êzidiyan dubare dike. Her bêdengiyek di rûyê zilmê de, dibe sedem ku rê liber dubarebûna hovîtiyê vedike ye. Ev bêdengî tu carî lazime neyê qebûlkirin û divê bi tundî bê şermezarkirin. Wexte ku civaka Êzidî, çi li Şengalê be çi li derve be, bi yek dengî û bi yek dilî rabe ser piyan û daxwaza mafên xwe yên rewa bike, mafên ku ji wan hatine dizîn û ji ber wan hatine kuştin. Pêwîste em di vê salvegera fermanê de dengê xwe bilind bikin, qêrîna xwe bigihînin hemû cîhanê û nehêlin ku ev hovîtî û jenosîd ji bîr bibe an jî bê paşguhkirin. Dîrok divê ders be, ne ku dubare bibe.”
Şemo di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wêneyên şehîdan ku li Sûka Kevin a Şengalê hatine daliqandin û got: “Wekî ku li Sûka Kevin, li nava Şengalê, wêneyên şehîdên me yên qehreman hatine daliqandin, ev wêneyên bi êş şahidî dikin li ser hovîtiya DAIŞ’ê û li ser qurbanî û berxwedana gelê me. Her wêneyek çîrokeke, her wêneyek bangeke. Ew bîranîna zarokên me yên ku di destên hov de canê xwe ji dest dan, jinên me yên ku rastî her cûre eşkencaeyê hatin, û zilamên me yên ku ji bo parastina ax û namûsa xwe şer kirin û şehîd bûn. Ew wêneyên wan kesane ku hatine şehîdkirin , lê giyanên wan hîn jî dijîn û bang li me dikin. Îro jî, ji her alî jin û ciwanên me yên Êzidî li hev kom bûne, çavên wan bi hêstir û dilên wan bi êş, van şehîdan bi bîr tînin. Ev civîn û bîranîn, ne tenê şîne ji bo windahiyên mezin, lê di heman demê de nîşaneke hêz û yekîtiyê ye ku nîşan dide.”
Şemo herî dawî diyar kir ku ked û qurbaniya şehîdan bingeheke ji bo vegera gel a li Şengalê û got: “Em bawer dikin her kesê ku li ser axa me şehîd ketiye, çi Êzidî be çi ji miletekî din be, çi Kurd be çi Ereb be, çi Xirîstiyan be çi Misilman be, ew şehîdê Êzidîxanê ye. Ked û qurbaniya wan tu carî nayê jibîrkirin û ew bûne bingehek ji bo azad jiyankirine gelê me. Me ev yek dît ku xwîna şehîdan tovên azadiyê diçîne û niha jî em dibînin ku xwîna wan ne tenê ji bo Êzidiyan, lê ji bo mirovahiyê, ji bo azadî û heqîqetê riya ronahiyê vekiriye. Pêwîste civaka me xwedî li şehîdên xwe derkeve û wan di bîra xwe de zindî bihêle. Xwedîderketina li bîranîna fermanê, xwedîderketina li keda şehîdane. Ev ne tenê erkekî exlaqî ye ku divê em bicîh bînin, lê di heman demê de bingehekî ji bo avakirina pêşerojeke ewle û arambûyî ye. Em deyndarê wan in û ji bo azadî û paşerojeke baştir, em ê her dem keda wan li bîr bigirin û têkoşîna xwe bidomînin. Bila ev salveger bibe derfetek ji bo yekîtî û têkoşîna me ya ji bo maf xwestinê . Bila dengê me bigihîje hemû cîhanê û raya giştî dengê me bike ku Êzidî hîn jî bi êş û azarê re rû bi rû ne û hewcedarê piştgiriyê ne.”