Şemî, 8 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    FEDA û YJED: Ji bo demokrasiyê çi bikeve ser milê me em ê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan banga avêtina gavên wêrektir kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtî Aydin Ogûz ê piyê wî şikestî nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Ji bo avakirina hiqûqa siberojê em ê têkoşîna xwe bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êrîşî partiyên Rojhilat kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Firat û şehîdên Ragihandina Azad li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Qereman Şukrî tevî efûya taybet jî li girtîgehê tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd fermana Êzidiyan şermezar kir
Jin

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd fermana Êzidiyan şermezar kir

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd daxuyand ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî civaka Êzidî sûcê dijmirovahiyê pêk hat û bang li civaka navneteweyî, hikûmet û saziyên peywendîdar kir ku gavên lezgîn biavêjin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi munasebeta 11’emîn salvegera qirkirina Êzidiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyanî da. Platformê şehîdên Şengalê bi rêzdarî bi bîr anî. Platformê bang li Hikûmeta Iraqê,Dadgeha Federal a Iraqê, Parlamentoya Iraqê, Dadgeha Cezayê Navneteweyî (Lahe), Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêxistinên mirovî, rêxistinên jinan, kesayetên mirovahîxwaz û kesên ku parêzvaniya mafên jinan dikin kir ku ji bo edalet û jinûve avakirina Şengalê bi berpirsyarî tevbigerin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de, fermana 74’mîn a qirkirinê li dijî gelê Êzidî bi awayekî sîstematîk hat meşandin û wiha hat gotin: “Zêdetirî 10 hezar jin, zarok û sivîl hatin qetilkirin, 40’î zêdetir zarok ji ber bêaviyê li Çiyayê Şengalê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha zêdetirî 3 hezar jin ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin revandin, kolekirin, rastî destdirêjiyê hatin û li bazarên DAÎŞ’ê hatin firotin. Ev yek ne tenê wekî qurbaniyên şer, lê wekî armanceke sîstematîk a tunekirina gel û baweriyeke pîroz pêk hat.”

‘CIVAKA ÊZIDÎ BÊPARASTIN HAT HIŞTIN’

Şengal, ji ber cihê xwe yê jeopolîtîk, dîrokî her tim bala hêzên herêmê kişandiye û bûye xala girêdana navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê. DAÎŞ’ê jî xwest Şengalê wekî korîdoreke derbaskirina çekdarên xwe di navbera Iraq û Sûriyê de bikar bîne. Piştî dagirkirina Şengalê, Êzidî bêparastin hatin hiştin û berê xwe dan Çiyayê Şengalê, li wir 10 rojan di şertên giran de man. Piştî rizgarkirinê, beşek ji wan bi rêya Rojavayê Kurdistanê û deriyê Sêmelkayê vegeriyan Herêma Kurdistanê, li kampên Duhok û Silêmaniyê hatin bicîhkirin. Beşeke din jî li Kampa Newrozê ya Rojavayê Kurdistanê hat bicihkirin.”

‘HÊZA JINAN DIKARE CÎHANÊ BIGUHERÎNE’

Platformê destnîşan kir ku destdirêjî, qetilkirin û tacîza li dijî jinan, bi îdeolojiya zilamsalar dest pê kir û wiha domand: “Paşê bi piştgiriya pergala kapîtalîst hê bêtir li ser laşê jinê û çavkaniyên xwezayê qezenceke mezin ji bo bazarên cîhanî aniye. Ev her du alî, wekî du rûyên yek medalê hatin binavkirin ku armanca wan bêhêzkirina jinan e. Tirs ji ruh û laşê jinan tê, ji ber ku tê fêmkirin ku hêza nemir a jinan dikare cîhanê biguherîne û mirovahî û xwezayê biparêze.”

‘TI SÛCDAR HETA NIHA NEHATINE DARIZANDIN’ 

Di daxuyaniya paltformê mînakên qirkirinê yên li cihanê da û wiha pêde çû: “ Li Ruanda (1994, 250 hezar jin), Lîberya (400 hezar jin), Kongo (200 hezar jin), Herzegovîna, Cezayîr, Iraq, Sûriye, Yemen, Lîbya û li Darfûra Sûdanê zêdetirî 200 hezar jin ji aliyê çekdarên bi navê Cencaweed ve ku ji aliyê rejîma Omar Hesen el-Beşîr ve têne piştgirîkirin, rastî destdirêjiya komî hatine. Di halê heyî ti hêvî tine ku ev qirkirinên wisa di pergaleke kapîtalîst a baviksalar de çênebin. Her çendî destdirêjiya cinsî di Peymanên Cenevreyê yên 1949’an de wekî sûcê şer hatiye pênasekirin jî, heta niha kes an aliyek ji ber vî sûcî nehatine darizandin.

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Îro 11 sal piştî jenosîdê, gelê Êzidî hîn jî di bin gefê de ye û di rewşeke aborî, siyasî û jîngehî ya dijwar de jiyanê didomîne. Hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo jinûve avakirina Şengalê û dabînkirina jiyaneke bi rûmet ji bo gelê wê gavên têrker neavêtine.”
Platformê wêrekî û berxwedana jinên Êzidî wekî çavkaniyeke serbilindiyê ji bo jinên têkoşer ên cîhanê bi nav kir û wiha pêde çû: “Em ji helwesta Baba Şêx (rêberê rûhanî û manewî yê Êzidiyan ê wefat kirî) dema ku ji gelê Êzidî xwestibû jinên ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûyî re hembêza vekin û wan pêşwazî bikin, spas dikin.”

DAXWAZÊN PLATFORMÊ
Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, daxwazên xwe wiha rêz kir:
1.  Fermana 74’emîn wekî jenosîd ji aliyê hemû hikûmet û dadgehên navneteweyî ve bê naskirin.
2.  Em daxwaz dikin ku axa pîroz a Şengalê bê parastin û divê ti zarokên Êzidî di nava tirsê de neyên dinyayê.
3.  Dadgehên fermî û taybet ji bo sûcdaran bêne avakirin û sûcên wan bêne belgekirin.
4.  Sûcdarên qirkirina Êzidiyan ne bi qanûna terorê, bi sûcê jenosîdê bêne cezakirin.
5.  Daxwazên kampanyaya “Navê min navê diya min e” bêne bicihanîn.
6.  Ji bo rizgarkirina jinên di bin kontrola DAÎŞ’ê de an jî winda ne alîkarî bê kirin.
7.  Ji jinên rizgarbûyî re piştgiriya madî, tenduristî û derûnî bê pêşkêşkirin.
8.  Jin rasterast tevlî rêveberiya Şengalê bibin.
9.  Piştgiriya Êzidiyan bikin da ku ji kampan derkevin û vegerin warên xwe.
10.  Ax, çavkaniyên xwezayî û jîngeha Şengalê bê parastin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PÎK’ê şehîdên Enfalê bi bîr anî
Nûçeya Pişt re CHP û TÎP’ê endamên ku wê beşdarî komîsyona Meclîsê bibin diyar kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Laziqiyê dayika 4 zarokan hat revandin

Li Laziqiyê dayika 4 zarokan Semer Îsmaîl, piştî ji mala xwe derket û ber bi…

Ji aliyê Stêrk TV

KNK’ê Cejna Êzî pîroz kir

KNK'ê bi gotina, "Em cejna Êzdayiyan pîroz dikin, hêvîxwazin ev cejin, xêr û xweşiyê ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîn û DYE wê li Cenevreyê ji bo rîskên ‘zekayê çêkirî’ hevdîtin bikin

Rayedarên DYE’yê ragihand ku roja Sêşemê wê Çîn û DYE ji bo rîskên ‘zekayê çêkirî’…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xizmên windayan banga avêtina gavên wêrektir kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê êrîşî partiyên Rojhilat kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tûnç: Li gel qanûnê ji bo bindestan serdemeke nû ya têkoşînê dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?