Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Xebat Andok, pêvajoya çareseriya demokratîk li Herêmên Parastina Medyayê çawa tê şopandin nirxandin, rewşa ragihandinê ya di demên şer û aştiyê de û bandora zimanê medya li ser civakê rojnamevan Erdal Er re parve kir..
Nirxandinên Xebat Andok ên ku di televîzyona Medya Haber de hate weşandin wiha ne:
Weke tê zanîn cihan gelek guheriye. Di teknolojiya enformatîk û ragihandinê de guherînên pir mezin çêbûne. Derfetên bidestxistina agahiyan jî gelekî pêş ketine. Çavkaniya me ya esas a em jê agahiyan digirin, televizyon in. Em gelekî televîzyonan dişopînin. Li gel vê yekê li ser qada medyaya dijîtal jî hem bi nivîskî hem jî bi dîtbarî em zûtir hemû geşedanan dibînin û dikarin bi dest bixin.
Bi giştî rewşeke me ya şopandinê heye. Yanî ev yek hem têkildarî nasnameya ku em nûnertiya wê dikin hem jî girêdayî pirsgirêkên ku pêre mijûl dibin e. Yanî niha em di nava pêvajoyeke ku jêre dibêjin Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ne. Yanî pênasekirina me bi vî rengî ye. Ev demek e li Rojhilata Navîn ev yek tê meşandin. Û di qonaxa heyî de ya rastî Kurdistan veguheriye navenda vî şerî. Şerekî cîhanî ye. Ji ber vê yekê jî em dizanin ku, em yek ji rojeva sereke ya hêzên cîhanî ne. Girêdayî vê yekê jî dema ku em li pirsgirêka Kurd dinêrin, ku ji bo çareseriyê gelekî girîng e û em dixwazin çareser bikin, di esasê xwe de pirsgirêkeke gerdûnî ye. Ji destpêka sedsala 20’an ve ye pergala kapîtalîst a gerdûnî ev pirsgirêk afirandiye û di serî de gelê me ji bo gelên li Rojhilata Navîn bûye belayeke mezin. Divê em çareser bikin. Ji ber wê yekê hem dibe mijareke wisa ku dikeve rojeva hêzên gerdûnî hem jî ji ber ku em bi pirsgirêkên hebûn û azadiyê re rû bi rû ne bi awayekî rasterast dikeve rojeva me jî. Hem jî ji ber karektera xwe ku çar dewletên li Rojhilata Navîn eleqedar dike, dibe pirsgirêkeke herêmî. Ji ber ku mijareke wisa ye ku hemû kesan eleqedar dike, em jî bi awayekî zêde tên şopandin, çavdêrîkirin. Dema ku hevsengî tên afirandin em jî li wan hevsengiyan tên zêdekirin. Her wiha ji bo ku me derveyî wan hevsengiyan bigirin jî em bi hewldaneke mezin re jî rû bi rû dimînin. Ev hemû hene yanî. Weke din xweserbûneke me heye. Ew Rêbertiya me ye. Yanî xweserbûna me ya sereke Rêbertiya me ye. Nûnertiya sekneke cuda dike. Yanî di serî de gelê Kurd, xîtabî gelên li herêmê dike, Rêbertiyeke wisa ye ku pirsgirêkê gelên herêmê, weke meyla azadiya gelan hewl dide çareser bike. Her wiha ji ber nasnameya îdeolojîk a nûnertiya wê dike jî nûnertiyeke hewleke mirovî ye. Rêbertiyeke wisa ye ku nîşan dide wê he mû jin, hemû hêzên civakî û hemû beşên civakî yên li dijî pergala dewletparêz û desthilatparêz li ber xwe didin girêdayî şert û mercên modernîteya kapîtalîst çawa jiyana azad û wekhev ava bikin û têkildarî van yekan projeyan pêşkêş dike. Û her ku diçe bandora wê mezintir dibe. Ji ber vê yekê tenê Rêbertiyekî, tevgerekî û pirsgirêkeke ku ji aliyê dewletan ve tên şopandin nîn in. Ji bilî hêzên dewletparêz û desthilatparêz jî ji aliyê hemû jinan, gelan û hêzên ku li dijî pergalê li ber xwe didin ve jî bi awayekî zêde tên şopandin. Berê xwe didin û dixwazin fêm bikin bê ka çi dibêje û dixwaze bibîne bê ka çawa xwe birêxistin kiriye. Yanî qadeke bi vî rengî ye. Yanî ji ber van yekan haya me jî ji vê yekê heye ku a rastî di serî de hêzên hegemonîk em di rojeva hêzên herêmî de ne. Çimkî em bi beralîkirinên wan ên gelekî zêde re rû bi rû dimînin. Ev bi salan e bi vî rengî ye. Di roja îro de jî ev yek tê jiyîn. Her wiha ji bilî van haya me ji vê yekê jî heye ku di serî de jin em di rojeva hemû derdorên civakî de ne. Em rêxistineke wisa ne wan berê xwe dane me û em bûne wek gelekî. Pergaleke me ya civakî û diyar heye. Em rêxistineke têkoşînê ne. Ji ber vê yekê em jî bi awayekî zêde, bi hesasiyet û cidîyeteke mezin hem ji aliyê hêzên serwer ve geşedanên têkildarî me hem jî ji aliyê jinan, gelan û beşên civakî ve têkildarî geşedan, eleqe û nêzîkatiya heyî yên wan ên li ser me hewl didin bişopînin.
TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ JI BO EM HEBÛNA XWE MISOGER BIKIN DERKET PÊŞ
Ji ber ku em neçar mane me serî li têkoşîna çekdarî daye û aliyê me yê leşkerî derket pêş. Ji ber ku tu rêyên din tune ne. Tu bi pirsgirêka hebûnê re rû bi rû yî û ji bo hebûnê jî rêbaza têkoşînê hewce dike. Bo nimûne ji ber ku kanalên weke siyaseta demokratîk vekirî nînin ku a niha di rojevê de ye û polîtîkayeke înkarê ya gelekî tund di dewrê de ye. Tew em dikarin bibêjin ku polîtîkayên jenosîd û asîmîlasyonê di dewrê de ne, me li hemberî van yekan bi wî awayî li ber xwe da. Li ser vê yekê bandora me heye. Yanî ji ber neçariyê mirov serî li rêbazeke têkoşînê ya bi wî rengî dide. Lê belê ji wê yekê wêdetir di rastiyê de sedema avabûna feraseteke bi vî rengî şerê taybet e. Yanî bi awayekî giştî gelê Kurd di mejiyê wan de paşvemayî ne. Her wiha heger em wisa lê mêze bikin Rojhilata Navîn li gorî rojava paşvemayî ye. Gund jî li hemberî bajaran paşvemayî ne, jixwe gelê Kurd paşvemayî ye. Yanî di mejîyê wan de wisa ye. Kesekî weke Ecevît jî heya mirina xwe jî digot ku di rastiyê de sedemên pirsgirêka Kurd feodalîzm, nebajarîbûn e û wê bi projeyên gund-bajaran pirsgirêk were çareserkirin. Çimkî li hemberî me têkoşîn tê meşandin. Yanî aliyê ku li hemberî wî têdikoşe xirab û lawaz nîşan dide ku sûcên li hemberî pêk tîne rewa bibin. Bo nimûne weke ku li Rojhilata Navîn her roj di bin navê azadiyê de her cure êrîş tên kirin. Yan na tevgera me beriya ku şer bike di rastiyê tevgereke îdeolojîk bû. Yanî di sedema me ya partîbûyînê de jî leşkerîbûn serdema duyem temsîl dike. Serdema me ya yekemîn serdema me ya îdeolojîkbûnê ye. Yanî serdema yekem ku em jê re dibêjin serdema damezrandina partiyê, serdema îdeolojîkbûyînê ye. Heke dest bi karekî bikin lazime ewilî wê fam bikim, têbigihêjin û zanibe bê çi dixwaze. Lazime xwe wekî hêza perwerdehiyê û tevgera perwerdehiyê bi rêxistin bike.
DI ESASÊ DE ME XWE SPART HÊZA XWE YA ÎDEOLOJÎK
Ji ber ku pirsgirêka me ya hebûnê hebû, ev aliyê me bêhtir derket pêş. Ji bo hebûna xwe misoger bikin çi ji destê me hat me kir û me têkoşîn meşand. Ya esasî me li ser hêza xwe ya îdeolojîk ev têkoşîn meşand. Wekî we gotî em tevgereke pir perwerdehiyî ne, tevgereke nîqaşê ne, tevî kêmasiyan jî em tevgereke çand û hunerê ne. Di cewherê xwe de gelê me bi her awayekî hatiye parçekirin, rêxistiniya wê û hemû tiştên aîdî wê ji holê hatiye rakirin. Em tevgereke ku vî gelî di hemû qadên jiyanê de hebûna wê bîne ba hev û wê ber bi azadiyê ve bibine. Di wateya teng de ev yek tenê bi xebatên leşkerî pêk nayê, di rastiyê de her kes vê yekê dizanin.
JI MEDYAYA TIRK WÊDETIR, ÇAWA JI DEWLETA TIRK BANDOR DIBIN?
Medyayeke ku li ser îdeolojiya fermî weşanê dike, medyaya desthilatê ye û li gorî xwe pozîsyonê digire. Ji serî heta binî medyayeyeke alîgir e û ya îdeolojiya fermî ye. Ji bandorbûna medyayê wêdetir em wekî Kurd ji vê sîstema dewletê û desthilatê, yanî ji dewleta Tirk çi qasî bi bandor dibin û çi bi me dide hîskirin. Medya ji xwe medyaya wê ye. Yanî hebûna me tineye, nasnameya me tineye, zimanê me tineye. Ji bo asîmîlekirinê hemû derfetên xwe seferber dike û welat dagir kirine. Yanî mirovên bi rûmet ên ku qet vê yekê qebûl nakin bi de hîskirin, hêrsê bi te dide hîskirin. Ji ber ku êrîşî xwebûna te dike û ti tiştî qebûl nake. Yanî êrîşên fîzîkî û çandî û hwd. hene. Em ev yek bi awayekî dijwar jiyan û yên beriya me jî jiyan. Ger ev rewş neguhere û Kurd xwebûna xwe bidomînin we yên din jî bijîn. Derdê me ew e ku em xwebûna Kurdan misoger bikin û Kurd weke Kurdekî li ser welatê xwe bijîn. Ger em vegerin ser medyayê. Medya berdevkiya vê yekê dike. Mîna ku we anî ziman ev medyaya desthilatê ye. Nêzîkatiya desthilatê çawa be ya wê jî wisa ye. Di van demên dawî de yanî ev pêvajoya ku em weke Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase dikin, encamek e. Ev encameke ku polîtkayên wan ên hişk û qirkirinê negihîtine encamê ye. Ev encam ne ku desthilat kêm hewl da derketiye holê. Ger gotin di cih de be hemû desthilat û hikûmet çi ji destê wan hat kirin. Em vê yekê dibînin û dijîn jî. Êdî wan jî fam kir ku naqede. Yanî divê têkevin rêgeheke din. Geşedanên li herêmê û Şerê Cihanê yê 3’yemîn jî heye. Êdî netewe dewlet wekî berê namînin. Ev yek li derveyî civakê û xwezayê ye. Gelek tiştan şaş dibêjin. Yanî şaş cihan nîşan didin Bêyî ji me bipirsin ji sibê heta êvarî qala me dikin. Mînak DEM Partî Kurdan temsîl dike û li qada wan e. Bêyî ji wan bipirsin qala wan dikin û her tiştî dibêjin. Ew qasî girtî, pozbilind û xwe ji jor ve dibînin û xwe datînin cihekî din ku derbarê wan de her tiştî dibêjin. Bi xwe re nabînin ku ji wan bipirsin. Tew ji bo me tiştên xerabtir dikin. Em çi hîs dikin? Bi rastî ev ne meseleyeke takekesî ye. Yanî bi giştî ye. Ji ber ku derewam dikin gelek hevalên me hêrs dibin û temaşe nakin. Ew hevalên me bi xwe heqîqetê dizanin û dizanin ku qala wan û heqîqetê dikin. Ji serî heta binî derewan dikin. Lê divê mirov wan bişopîne. Divê em zanibin bê medyaya desthilatê çi dibêjin û li Tirkiyeyê çi nîqaş dikin. Tu feydayê wê tineye. Herî zêde zerarê dide civakê. Mirov bi vê gelekî xemgîn dibe. Bingeheke me ya felsefîk heye. Ji ber ku alternatîf tineye, gel van tiştan wekî raste temaş dike. Hemû qadên jiyanê desteser kirine. Mesela qada çand û hunerê destser kiriye. Desthilata AKP’ê vê yekê bi awayekî bi bandor dike. Belê hi organên ku dewletê dike dewlet hene. Bi demê re xwe li van qadan bi cih kir û li wir bû xwedî hêz. Mesela akademiyê bi temamî desteser kir. Bi demê re medyaya desthilatên din jî tasfiye kir û bi gotineke di cih de anî asta tekelbûnê. Medya bi tevahî ketiye bin kontrola desthilatê. Mesele armanca desthilatê çi ye? Kîjan polîtîkayê dimeşîne? Mesele derbarê PKK’ê, tevgera Apoyî û Kurdan de çi difikire. Ew hemû tiştên ku difikire li ser kesên peywirdar kirine an jî ji ber medya aîdî wî ye polîtîkaya weşanê diyar dike her tiştî bi xebatkarên medyayê dide gotin. Ev yek di nava Kurdan û gerîlayên azadiyê de rê li ber hêrsê vedike. Wekî min got ji demekê şûnde êdî nema tê temaşekirin. Herhal girseya wan ne em in, civaka Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê zerara herî mezin li civaka Tirkiyeyê dikin. Em lê dinêrên bê girseya ku wan dişopînnin çiqas in, gelo zêde ne. Tê famkirin ku girseya wan ewqasî ne zêde ne. Di aliyekî de ketine.
AKP BÊ QALÎTIYEKE MEZIN AFIRANDIYE
Bi rastî jî AKP li Tirkiyeyê bê qalîtebûniyeke mezin afirandiya. Her tişt bê qalîte kiriye. Li her bajarê zanîngeh vekiriye. Berê giraniyeke akademisyen û zanîngehan hebû. Giraniya rojnamevaniyê hebû. Rêzdarî hebû. Tevî hemê kêmasiyan jî bi karê za nîbûn, rexne dikirin. Lê di serdema desthilata AKP’ê de dibe ku iji ber zêde desthilatdariyê diparêze an jî gelek sûcên giran kiriye ji bo ser wan bigire vê yekê dike. Ev yek xusleta desthilatan e. Yanî bê qalîteyeke mezin çêkiriye û ev yek din ser medyayê de radigihîne gel. Bi vî awayî civakê jehrî dike. Huner bê qalîteye civakê jehrî dike. Çand bê qalîteye civakê jehrî dike. Argûmanên wan li ser şaştî û derewan e.
NÊZÎKATIYA DESTHILATÊN DIN JI VÊ DESTHILATÊ CUDATIR NÎNE
Her kes dizane ku Tirkiye pirsgirêkek cîdî ya demokrasiyê dijî. Pirsgirêkên demokrasiyê yên ku dijî di esasê xwe de ji ber çaresernekirina pirsgirêka Kurd diqewimin. Tirkiyeya ku pirsgirêka Kurd çareser neke ne pêkan e ku demokratîk bibe. Tişta ku wê ew qasî kiriye zordest û navenda desthilatê pirsgirêka Kurd e. Li derveyî desthilatê ev desthilatên din jî kêm û zêde wekî wê nêzîkî pirsgirêka Kurd û Kurdan dibin. Dem bi dem ji bo desthilata xwe bi awayekî cuda nêzîk dibin û vê yekê di weşanên wan de tê dîtin. Dema ku hinekî rewş diguhere nêzîkatiya wan a li hemberî tevgera azadiyê, Kurdan û hebûna Kurdan ji ya desthilatê ne cudatir e. Ew li ser îdeolojiya fermî ya înkarkirin û tunekirina Kurdan dibin yek. Ev yek bandorê li medyaya wan dike. Îro li Tirkiyeyê hêza ku têkoşîna demokratîkbûnê dimeşîne û pêşengiya wê dike, Kurd in. Ger ku îro li Tirkiyeyê li ser navê demokratîkbûnê pêşketinek hebe ev yek di encama têkoşîna azadiyê ya Kurdan de derketiye holê. Ji ber vê bi hêzên muxalefetê re dem bi dem tifaqan çêdike. Ev yek di hilbijartinan de hat dîtin. Ev tişt hinekî medyaya wan cuda dike. Mînak pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Tirkiyeyê diguhere, Rojhilata Navîn diguhere. Mesela em guherîn. PKK’ya ku 52 salan e têkoşînê dimeşîne, xwe fesix kir û rêbaza têkoşîna çekdarî ya ku ji bo destxistina hebûna xwe dabû destpêkirin, bi dawî kir. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê çi ji destê me tê em dikin. Herî dawî komek hevalên me di 11’ê Tîrmehê de nêzîkatiya me ya li hemberî têkoşîna çekdarî danîn holê. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bê ji siyaseta demokratîk re çi qasî amade ne nîşanî her kesî da. Bê ji qanûnên mîna entegrasyona demokratîk û azadiyê formule kiriye re çi qasî amade ne nîşan da. Ji ber vê yekê, heke pirsgirêka demokratîkbûnê ya muxalefetê hebe – ku heye – ew niha bi siyaseta qeyûman re rû bi rû ne. Demokratîkbûn herî zêde ji bo muxalefetê hewce ye. Ji desthilatê re ne hewce ye!
Desthilat her tiştî dike.
Bi kurtasî, ez dixwazim vê bêjim. Pêvajoyeke ew qas girîng heye, lê dema li nêzîkatiya ev medyaya ku jê re dibêjin medyaya muxalefetê dinêrin, di rojeva wan de xeletiye mezin heye
SEDEMA KU TIRKIYE NE DEWLETEKE HIQÛQÊ YE BI PIRSGIRÊKA KURD VE GIRÊDAYÎ YE
Li Tirkiyeyê hiqûq tine ye. Niha li Tirkiyeyê derdê me yê bingehîn ev e ku Tirkiye çawa wê bibe dewletek ku bi serweriya hiqûqê bê birêvebirin. Hemû têkoşîna me ji bo vê ye. Me dev ji paradîgmaya “Em ê dewletê wisa hilweşînin û li şûna wê tiştekî wisa deynin” terikandiye. Rêbertiya me ev yek têr û tije rave kiriye.
Niha pirsgirêka me ya bingehîn ev e. Mînak Rêbertiya me şewata otêla li Boluyê jî bi nebûna serweriya hiqûqê ve girê da. Ji ber ku hiqûq tineye. Yên hesab bipirsin tineye. Qanûn û rêzikname tineye. Tenê berjewendî, desthilatdarî û alîgirî heye.
Pirsên azmûna LGS’ê bê dane kê û çawa belav kirine herî kêm em ji Îmraliyê dizanin. Qet hiqûq tineye.
Erdogan herî dawiyê qala tifaqa di navbera Kurd, Tirk û Ereban de kir. Lê Kurd nîne ku xwiş û biratiya wî hebe. Pêşî, bi hiqûqî nas bike Hiqûq çi ye? Dewleta xwedî pîvan e.
Em dewleta bi pîvan re dibêjin dewleta bi biqûq. Di dewleta heyî de pîvan tineye. Em dibêjin ku sedema bingehîn a vê dewleta bêpîvan pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku ew Kurdan wekî pirsgirêka xwe ya hebûnê dibîne. Li ser tinekirina Kurdan netewe dewleta xwe ava kiriye. Kurd jî hewl didin ku hebin û li dijî wê têdikoşin. Vê carê kî di çarçoveya îdeolojiya xwe ya fermî de êrîşî Kurdan bike, yên din dibin teferûat. Gotina “Dema mijar welat be yên din teferûat e” di esasê xwe de “Sûcên li dijî Kurdan serbest e. Hûn di vê nuqteyê de şertên îdeolojiya fermî bicîh bînin; piştî wê hûn dibin mafya, çete yan jî xulam, pêşiya we vekiriye.”
Ji bo Kurdan jî vekirî ye. Niha, sîstemê qaşo ji hin Kurdan re deriyê xwe vekiriye; Kurdên ku navê wan Kurd e, wekî ku dibêjin, “Kurdên bi eslê xwe Kurdin.’’ Lê em xwe wekî Kurdên bi eslê xwe Kurd pênase nakin; em Kurd in. Cudahiyek bingehîn di navbera her duyan de heye. Ew bi qasî Kurdan têdikoşin, ji xwe re cihekî çêdikin.
Ez wisa bibêjim: Medyaya kêm jî di nav de sedema hemû bêpîvanî û nelirêtiyê ye. Di rastiyê de ji ber forma dewleta hiqûqê tineye. Têkoşîna ku em niha dimeşînin têkoşîna avakirina dewletek ku bi serweriya hiqûqê tê rêvebirine. Ger ev bibe, wê civaka Tirkiyeyê ji vê zêdetir sûd werbigire.
ZIMANÊ MEDYAYÊ BÊBAWERIYÊ KÛRTIR DIKE
Neguherîna zimanê medyayê bi du aliyan ve bandorê dike. Yek jê li Kurdan a din jî li Tirkiyeyê dike. Weşana di vî alî de tê kirin, ew baweriya heyî kûrtir dike. Jixwe me ji vê kişandiye; em herî kêm sedsalek e em vê dikişînin. Em herî kêm sedsalek e hewl didin ku hebûna xwe bidin qebûlkirin. Û ev yek bi tevahî dibe ku ji bo me milyon şehîdan bûye mal.
Ger ti dixwazî niha aştiyê çêbikî, divê ti rexnedayinê bidî. Mînak, ger ti berê xwe bidî Kurdan, bixwazî dilê wan qezenc bikî, bixwazî bi wan re aştiyê çêbikî, divê ti axaftinên xwe hinekî biguherînî. Heta doh kesên ku her cûre çêr dikirin û niha di gotinên xwe de ji bilî hin guhertinên biçûk guhertineke bingehîn çênekirine. Kesên ku hişmendiya xwe neguhertine ma wê bi Kurdan re aştiyê bikin?
Ziman formek an organek ji bo derbirîna hişmendiyê ye. Ev naguhere. Ev yek di eniya Kurdan de xwe dide xuyakirin. Her tim – wekî hûn dizanin – her gav bi guman û bêbawerî nêzîkî Kurdan dibin. Tiştên kujiyaye têr nake, vê carê polîtîkayên dewletê li parçeyek din Kurdan hîn jî dikin bingeha bêewlehiyê.
Bi rastî noqteya ku divê dewleta Tirk bê ev e: Divê ewqasî bi guman nêzîkî Kurdan nebe. Bi rastî divê dewleta Tirk bi awayekî guman li hebûna nenêre. Ew gelekî ku hewl dide hebûna xwe îspat bike û di vê qonaxê de îspat kiriye û tenê hewl dide ku wekî hebûna xwe bijî. Evqas e.
Ji ber vê yekê, divê medya bikaribe li gorî vê xîtabî Kurdan bike. Yan na ew bêbawerî kûrtir dibe.
Ew zehmetiyan derdixin. Pere qezenc dikin ji vê yekê. Li ser xwîna mirovan, ji ser kesên din pere qezenc kirin -di warê olî de- heram e.
Ew xwîn vedixwin; wekî din çi ye? Ev derketina ji mirovahiyê ye. Yanî nayê îfadekirin. Bi rastî di xwezayê, di her zindiyek de tişta ku em nabînin, mixabin di Îslamiyeta jê re dibêje “eşref-i makhlukat” (afirandina herî bi rûmet)” de dibînin.
Her wiha eniya Tirkiyeyê jî heye. Ger hûn li eniya Tirkiyeyê li ser têgihan argûmanên polîtîkayên tinekirina Kurdan ava bikin û niha li ber aştiya bi Kurdan re bin, wê ew ê jî tiştên din ava bikin.
GER BIXWAZIN PIRSGIRÊKA HEBÛNÊ NEJÎN DIVÊ DI ZIMAN DE AŞTÎ PÊK WERE
Tevî vê yekê, em her tim ji vê bawer dikin. Bi rastî, ger hêzên desthilatdar bi hişmendiya civakê re nelîzin, civak di bingeh de wekhevîparêz e. Yanî ew cîranê hev in. Di jiyana civakî ya asayî de, Tirk û Kurd – ji bilî hin faşîstan û hin kesên xwe winda kirine – bi piranî gelên ku di nav hev de ne. Ew hev nas dikin. Ji ber vê yekê, eger derdê wan a rastîn di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de avakirina yekîtiya gelan be, eger ew êdî naxwazin li Tirkiyeyê mînak bi pirsgirêka Kurd re rû bi rû bimînin, bi gotina wan ger naxwazin bi pirsgirêka hebûnê re rû bi rû bimînin, êdî bixwazin vê pêvajoyê li paş bihêlin, ferz e ku hem ji bo civaka Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelê Kurd gotineke taybet biafirînin. Xwe bi xwe nikarin li paş bihêlin.
Yanî divê pêşî di ziman de aştî pêk were. Ji bo pêşxistina zimanê aştiyê hin şert hene. Bê guman, em nikarin bibêjin ku her tişt wekî berê. Her ku diçe di alî de guhertin çêdibin. Lê hîn kêm in; ji ber ku wan berê pir zêde kontrol winda kirin. Wan pir zêde bi rastiyan û heqîqetê lîstin. Wan pir zêde xwe spartin polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê. Difikirîn ku ew ê encaman bi dest bixin. Ji bo piştgiriya raya giştî bi dest bixin, çi ji destê wan hat kirin. Lê têkoşîna me dawî li vê yekê anî. Niha, di nava şaşwaziya ku wê xwe çawa komî ser hev bikin de ne. Wisa xuya dike ku hewceyî bi nûkirina heye.
GER MERC GUNCAW BIN, EM DIXWAZIN BI ROJNAMEVAN Û RÊWŞENBÎRAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN
Em herî zêde dixwazin bi rojnamevan û rewşenbîrên Tirk re nîqaşan bikin. Tevî ku em bi hev re dijîn jî, divê em hevdû baştir fam bikin û dema beşên cûda yên civakê agahdariyê bikin, pirsgirêkên wiha derdikevin holê. Ji bo ku ev pêvajoya ku me wekî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase kiriye û bingeha wê demokratîkbûna Tirkiyeyê ye pêk were, divê raya giştî re rast bê agahdarkirin.
Em pir dixwazin, lê divê em şert û mercan jî bibînin. Yanî divê em hinekî din pêşketinan bibînin û li demê binêrin. Ev tişta ku herî zêde em dixwazine. Ger şert û merc guncaw bin, derî vekirî ne.
GER GUHERTINÊN BINGEHÎN PÊK BÊN WÊ RASTERAST BANDORÊ LI QADA ÇAPEMENIYA AZAD JÎ BIKE
Çapemeniya Azad şehîdên mezin daye. Em bi kedkarên Çapemeniya Azad bi rêzdarî silav dikin. Çapemeniya Azad di têkoşîna Kurdan a ji bo hebûn û azadiyê de wekî parçeyek girîng hatiye heta niha.
Ew xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ya bi dehan salan e. Têkoşînekê dide. Her hevrêyê ku di vê xebatê de cih digire, ji her tiştî haydar e û ji bo bi ser bikevin çi ji destê wan tê dikin û dema ku pêwîst be, bedela herî mezin dane. Di vî alî de bêhejmar şehîdên me hene.
Ji ber vê yekê kevneşopiyeke wê ya têkoşînê heye. Xwe li ser vê kevneşopiyê ava dike. Em jî xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ne. Ev ji bo Çapemeniya Azad jî derbasdar e.
Di aliyê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, her wekî ku em di pêvajoyek ji nû ve avakirinê de ne ku tê de guhertin û veguherîn di têkoşîna azadiya Kurd de bi tevahî hene, divê em veguherînên radîkal bikin; hingê ev yek wê bandorên rasterast li ser qada Çapemeniya Azad jî bike.
Ji ber ku ev ji bo me pêvajoyek nû ye. Pêvajoyek çawa? Wekî ku Rêbertiya me diyar kiriye, her çiqasî pirsgirêka hebûnê hîn bi qanûnî bi tevahî nehatiye misogerkirin jî, çareser bûye û êdî Kurd nayên înkarkirin. Êdî em di pêvajoyeke ku êdî Kurd li her çar parçeyan bi awayekî hebûna xwe bi awayekî qanûnî misoger kirine, de ne.
Kurd zana bûne. Ji ber vê yekê gelê me pirsgirêka hebûnê derbas kiriye. Têkoşîna me heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêka hebûnê bû. Ji ber vê yekê, tevgerên bi pirsgirêkên hebûnê re rû bi rû ne ziman wan jî cûda ne. Ji ber vê yekê zimanê çapemeniya me, Çapemeniya Azad, ji bo vê yekê guncawtir e. Mînak stratejiyek wê hebû. Mînak têkoşîna çekdarî ya ku me ji neçarî me danîbû pêşiya xwe hebû. Di têkoşîna çekdarî de qehremaniyeke mezin, berxwedaneke mezin û dîsa êrîşên mezin hebûn; bikaranîna wan û hwd.
Ji aliyê din ve li holê şerek hebû û ev şer zimanek bi xwe rd afirand. Çapemeniya ku zimanê şer bû. Ji ber ku ev rastî ye. Her çi qasî ev hilbijartinek bû jî wisa bû.
Ji ber ku niha pêvajo guheriye, pêvajo ji îspatkirina pirsgirêka hebûnê wêdetir e; ev pêvajoya avakirina jiyaneke azad e. Û ji bo vê êdî zimanekî cûda dixwaze. Avahiyek cuda dixwaze. Di her alî de jinûveavakirinê dixwaze.
Ji ber vê yekê mirov dikare vê jî bibêje. Berê, zimanê çapemeniya me bêtir ji bo derve bû. Ew zimanekî ku bêtir derve rexne dikir, neheqî, bêedaletî û êrîşên li dijî Kurdan dida pêşiyê û dixwest hebûna Kurdan ji qada navneteweyî, herêmê û gel re rave bike. Di vî warî de, bêtir ji bo derve bû.
Mînak hinekî dijber bû. Ziman û weşana ku ji bo derve hebû. Ev bi tevahî nehatine derbaskirin. Bê guman, ji bo eşkerekirina bê hiqûqî heyî yên li dijî Kurd û Kurdistanê bi awayekî hesasiyeteke têrker hewce ye. Lê heke em li ser bingeha avakirina azadiyê bin – û em vê pêjoya ku em tê de ne wisa pênase dikin – wê demê divê zimanê çapemeniya me bêtir navxweyî be. Mebesta me ev e ku ew navxweyiya civakê û navxweyiya xwe be. Wê zimanek avakirinê be. Wê zimanek avaker be.
DI AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK DE POZİSYONA ÇAPEMENIYÊ DIYARKER E
Mînak qada siyasetê li bendê namîne. Siyaset tê wateya hizirkirin, dîtin û pratîkkirinê. Siyaset cihekî çareserkirina pirsgirêkan e.
Di vê qonaxê de rola çapemeniyê bi tevahî hêza sereke ye. Dibe ku heta niha, organên me yên din ên têkoşînê bêtir xizmeta propagandayê bikirana. Lê niha ji ber ku em azadiyê ava dikin û ev avakirin hişmendiyek taybetî hewce dike, çapemenî navgîna vê ye û dikare bigihîje beşên herî berfireh ên civakê. Her kesê ku dixwaze bigihîje civakê – çi bi rêya hunerê be, çi jî ew kesên ku dixwazin di her warê din ê jiyanê de tiştek hilberînin û parve bikin – divê amûrên ragihandinê bikar bîne. Ji ber vê yekê çapemenî di avakirina civaka demokratîk û jiyanek azad de xwedî pozîsyonek diyarker e. Ji ber vê yekê çapemeniya azad nikare tiştên hêvî bike. Divê ew xwe wekî aktorê herî çalak di vê pêvajoyê de xwe bibîne.
Di vê pêvajoyê de li Kurdistanê çi guhertin çêbûne? Em ketine pêvajoyek çawa? Rêber Apo çi xeyal dike? Ji ber ku ew dike; ew çar parçeyên Kurdistanê pênase dike. Tevger di kîjan qonaxê de ye? Yanî stratejî ye. Mînak stratejiya siyaseta demokratîk çi hewce dike? Di ziman de guhertineke çawa? Mînak guhertina stratejiyê wê di ziman de çawa were nîşandan? Ya herî girîng, em behsa guhertina paradîgmayê dikin. Rêber Apo PKK’ê wekî pratîkek sosyalîzma netewe dewletê pênase kir. Diyar kir ku ew bawer e ku format û şêweya rêxistinbûna heyî ya PKK’ê nikare bi têra xwe sosyalîzmê bîne û ji ber vê yekê guhertin pêwîst dît. Ji aliyê din ve Çapemeniya Azad xwe bi giranî dispêre zanîna berhevkirî ya Tevgera Azadiya Kurd.
Ji lewra heger di rêxistina kok de guhertinek çêdibe, wê çaxê divê di rêxistin û pêkhateyên me yên din ên ku ji xwe re vê referans digirtin de jî guhertinên cidî pêk werin.
Baş e, ev guhertin wê kîjan bingehî de bibe? Li gorî paradîgmayê nû. Belê, em niha behsa paradigmaya nû nakin, ji 2003’an ve em ketine serdema paradigmaya nû. Lê bi rexneyên Rêbertiyê me û tiştê ku pratik nîşanî me dide serdemekê ku bi awayek têrker neketine paradîgmayê nû heye. Wê çaxê divê em vê bikin. Modela rêxistinî ya ku paradigmaya me ya nû pêşbinî dike çawa ye? Mînak, ragihandina azad rêxistineke; ev rêxistineke çawa ye? Rêveçûna wî ya hundirîn çawa ye? Mesela şewazê biryar girtinê wê çawa bibe? Pêvajoyên nîqaşê wê çawa bibin? Jiyana hundirîn wê çawa bibe? Min got, em ê jiyana azad ava bikin.
Niha tiştên ku em ji dewletê dixwazin heye; em dixwazin bi dewletê re aş bibin. Lê belê jiyana azad ji dewletê naye xwestin. Jiyana azad, ji dewletê çiqas dûr bisekînî ewqas baş e. em tene dixwazin bila dest nede me, ewqas. Em ê bixwe ava bikin. Baş e, ragihandinê ku erka hişmendî dayîna civakê û perwerdekirina civakê li pêşiya wê be nikaribe vê li di hûndirê xwe de birêxistin bike, vê bixwe jiyan neke, çiqas dikare propagandayê vê bike? Nikare bike!
Ji ber vê ji bo gavên pratîkî biavêjin divê ew haletî rûhîyeya ku bendewarî dihêwîne derkevin. Lewre, ev berovajî xwezayê ragihandinê û hinceta hebûna wê ye. Li milê din ji bo ku ragihandin di vê pêvajoya avakirinê de gavên demokratîkirina civakê biavêje divê de xwe de be. Lewre wê di encamê de propaganda bike. Ev hêza propagandayê di we de tunebe, hûn nikarin bikin.
Mînak jiyana azad çi ye? Tekiliyên azad çi ne? Ji nêzîkatiyên desthilatparêz, serweriya mêr û dewletparêz dûr sekinandin çi ye? Komunalîzm çi ye? Demokrasî çi ye? Ji bo van em ê bixwe fêm bikin, bizanin û vê di jiyana xwe de nîşan bidin. Em ê tama jiyanê ji vir bigirin û vê bigirin propaganda bikin. Yanî em ê propagandayê tiştê ku di me de tüneye nekin. Ji lewra tiştê ku me di xwe de ava nekiriye, em ê ji bo civak ava bike nedin civakê. Lewre ew nagire.
Ji lewra ketina paradigmaya nû, ji bo ragihandina azad divê bibe rojevekê bingehîn.
DIVÊ RAGIHANDINA AZAD DI ARMANCA XWE DE ZELAL BE
Her tişt pir guherî, lê ji bo ku em tiştê rast bikin divê destpêkê di armanca xwe de zelal bibin. Mînak em wek ragihandin çi armanc dikin? Herhal herkes xwedî heman fikrê ye ku modernîteya kapîtalîst derveyî xerabiyê tiştekî neda mirovahiyê. Ji lewra divê sekna me li hemberî modernîteya kapîtalîst be. Nexasim Kurd hemû gelên herêmê ji destê pergala dewletdar pir kişandin. Ji ber vê divê civak her tim li hemberî dewletê bê parastin. Ev pêwîstiyek hebûnî ye. Pêwîstiya bûyîna ragihandina azad e.
Ya sêyemîn; ev pergal pergalekî serdestiyê û rastî jî hemû desthilatparêzî ji wir derdikeve. Tahakûma mêr a ser jinê çavkaniya hemû xerabî û desthilatparêziyan e. Di vê rewşê de karên ku ragihandina azad bike û di hemû pêkhateyên me yên ragihandinê de divê xwe bispêrin daneyên jîneolojiyê, serdestiya mêr rexne bikin, red bikin û li hemberî vê pozisyon bigirin.
Li milê din li hemberî nêzîkatiyên hevkar ên ku hebûnê dike pirsgirêk sekinandin heye.
Ji bo vê dibêjim. Heger armanc zelal be, tiştekî duyemîn lazim e: karîgerî. Yanî ji bo armancê te weşanên çawa pêwîst be, divê tu wê pêş bixî. Li gorî vê karîgeriyê gelo dîjîtalbûn pêş dikeve? Rast e, him jî bi awayek çargavî pêş dikeve. Xwegihandin ne gengaze û ev di heman deme de xetereyek pir mezin e.
Yanî qada dîjîtal medyayê, yanî serdema înternetê, tiştê ku dibêjin endustrî 4.0 ji desthilatdaran re hîn zêdetir derfet da ku civakê re hikum bikin. Ji ber vê hinek dibêjin, “faşîzma dîjîtal.” Ev tespîtek rast e.
Di dema çûyî de dê û bav zarokên xwe bi agahiyên hatine parzûnkirin mezin dikirin. Niha ew tune ye. Êdî ji tu parzûnê derbas nebe. Ji kê derketiye ne diyar e. Him jî wek bombaranek û bi xwe ve girêdide. Lewma ji wê qut nabe. Girêdayîmayîn e, girtîbûn e. Fikirandin, şîrovekirin û nepejirandin nîne. Aqil çûye, serdemeke bi vî rengî ye.
Ji lewra divê ragihandina azad di vê qadê de hebe, lê bi awayekê herî xurt û karîger be.
DIVÊ DI QADA MEDYAYA DÎJÎTAL DE BIRÊXISTINKIRÎ BIN
Desthilatdar derewan hildiberînin, ew hîn xurtir in. Girêdanek wisa çêkirine ku hemû kes dizane tiştê pê ve hatiye girêdan şaş e, ew tişt wî/ê dibe tunebûne, lê li gel vê dike. Di derbarê vê de gelek lêkolîn hene. Ev sektorek mezin e û qada pere qezenckirinê ye. Yanî di vê xalê de pir baş in.
Lewre jî qadek e ku divê rêxistinkirî bin. Yanî divê em rêxistinkirî bin. Ev tene bi qada ragihandinê ve nabe, rêxistinbûna civakî jî pêwîst e.
Yanî hişmendî lazim e. Ew girêdanbûn û bi wê nûçeya derew bawer kirin hemû jî ji nezanînê tê. Ji ber vê divê em li hemberî van tiştan xwe û civaka xwe birêxistinkirî bikin. Ev jî bi xebateke rêxistinkirî re; mînak ji bo ciwanan çi pêwîst be, medyayê dîjîtal ji bo civaka me çawa kar bînin, bi lêkolînên bi vî awayî, di bingeha karîgerî de rêxistinkirin pêwîst e.
Lê belê em bi xebateke pir zehmet re rû bi rû ne. Lewre ev qadeke wisa ye ku modernîteya kapîtalîst xwe bi awayekî bi bandor rêxistin kiriye.
Herkes dizane ku armanca aliyê Kurdan aşitî ye. Di vê babetê de di cepheye Kurdan de divê hin guhertinên hûndirîn çêbibin. Pêkanîna van guhertinan, zêde ne zehmet e. Lewre ne pêkhateyek e ku hatiye jehrîkirin. Mînak ragihandina Kurd xwe dispêre tekoşîna azadiya Kurd, yanî ne nîjadperest e. Mînak, ji enternasyonalizmê re, ji biratiya gelan re, wekheviya jin û meran re vekiriye. Heger em giştî bikin, di esasê xwe de ji demokrasiyê re vekirî ye û li gel vê jî xwedî pêkhateyeke wisa ye ku dikar adapte bibe.
Lewre bi hemû kêmasiyên xwe re paradigmaya wê ev bû û dixwest vê pratîze bike. Ji lewra bi ya min ragihandina Kurd di vê xalê de zêde bi pirsgirêkan re rû bi rû namîne.
Milê din ev jehrîbûna ku em behs dikin, di cepheyê din de heye. Divê ew cephe guhertineke bingehîn pêk bîne. Nêzîkatiya rojnamevanekî/ê li pey heqîqetê ye, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê yan jî hemû Kurdan ku bi hin dewletan re li hemberî demokrasiyê hestiyar bibin nîne. Zêdetir bala xwe didin desthilatdariyê.
Ji ber vê hêzên desthilatdar, yên ku dewletê bi rê ve dibin, werin guhertin û hemû rêveberiyên ku dixwazin dîrektîfan pêwîst dike, bandor dike. Yanî ji vê rewşê rêveberî berpirsiyar e. Tabî naxwazim ji bo her kesî wisa bibêjim
Bêguman gelek mirov hene ku di eniya Tirkiyeyê de ji bo Tirkiye demokratîk bibe, rastî zexwan tên hene. Ew jî di astekê de ku qonaxa ku hatiye ji bo xwîşk û biratiya Kurd û Tirkan, kar dikin hene. Ji ber vê divê wê cepheye de gelek kar pêwîst in.
XWEDÎDERKETINA REWŞENBÎRAN A PÊVAJOYA CIVAKA DEMOKRATÎK NEBE NABE YE
Ev kar bêyî rêxistinê nabin. Bi hewdanên kesayetî nabin. Kesên herî zêde xurt jî nikaribe xwe birêxistin bike, tiştekî nikare bike. Belê, em hemû kesayetek in. Pirsgirêkên civakî ne, divê çareserî jî civakî bin. Ji Lewra kêmasiya herî bingehîn a rewşenbîr, nîvîskar û hemû mirovên ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê di nav hewldanê de ne xwebirêxistinnekirina bi awayekî têrker e. Encamgirtin ji rêxistinbûnê derbas dibe.
Mînak, Rêbertiyê me wek kesekî derket. Gelek caran tînê ziman, di esasê xwe de zemîneke ku xwe bispartayê jî tune bû, lê rêxistin çêbû, hevrêyên xwe peyda kirin, , bû gel, herêmî bû û niha jî navnetewî dibe. Ev mînakek e. Lê ev, ji ber ku çêbûn wisa ye, wisa dibe. Yanî formûla serkeftinê di vir de ye.
Bêguman ew bi xwe jî xwedî têkoşîn in. Dizanin ku demokratîkbûna hemû gelên Anatoliyayê girêdayî têkoşîna birêxistinkirî ye. Bi awayekî teorîk bi xwe jî dizanin. Heger wisa be, divê ev li gorî agahiya rast çêbibe. Di wê çarçoveyê de hemû rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, akademîsyenên ku alîgirê demokrasiyê ne, divê bi hev re xwedî li pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk derkevin.
Bêyî wan nabe.