Hiqûqnas û siyasetmedarê Başûrî Îbrahîm Spîndar geşedanên siyasî û ewlehiyê yên li Rojhilata Navîn diqewimin ji ANF’ê re nirxand û got ku sînorên dewletên li herêmê û avaniyên navendparêz dihejin. Spîndar diyar kir ku pergala yekparêzî ya netewe dewletê êdî tengav bûye.
Spîndar destnîşan kir ku ev jihevketin ji bo gelê Kurd ne gef e, derfetekî dîrokî pêşkêş dike û wiha axivî: “Gelê Kurd ê ku sedsal e tê înkarkirin, cara ewil evqas birêxistinkirî, dîtbarî û aqilê siyasî tevger dike. Li Rojava xweseriya demokratîk, li Bakur hişmendiya siyasî bilind dibe, li Rojhilat berxwedana civakî û li Başûr tecrubeya rêvebirinê nîşan dide ku Kurd êdî dikarin li çar parçeyan bi hişmendiya neteweyî tevbigerin.”
Spîndar diyar kir ku hinek hêzên herêmî û navneteweyî di çareseriya bêyî Kurdan de israr dikin û wiha pê de çû: “Êdî Kurd ne Kurdên berê ye, ne jî cîhan cîhana berê ye. Rewabûna navneteweyî ya QSD’ê, destketiyên gelê li Rojava û hêza polîtîk a civaka Kurd nîşan daye ku li vî erdnîgariyê çareseriya bêyî Kurdan ne pêkan e.”
Spîndar destnîşan kir ku divê êdî têkoşîna çekdarî cihê xwe ji aqilê siyasî, dîplomasî û xebatên civakî re bihêle û bilêv kir ku biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK’ê jî girêdayî vê rastiya siyasî ye. Spîndar destnîşan kir ku netewe dewlet, bi taybet dewleta Tirk li ser esasê etnîkî ava bû û wiha domand: “Hemû mafên Kurdan hatin înkarkirin. Zîhniyeta yek dewlet, yek ziman û yek ol Kurdan ji nedîtî ve hat. Hebûna wan a siyasî û çandî tine hesiband. Ev zîhniyet ti maf heta ti mafê lêgerîna mafê xwe neda Kurdan. Têkoşîna çekdarî tam jî li dijî vê siyaseta tinekirinê wekî parastinekî derket. PKK’ê di serdema ku zemîna siyaseta qanûnî tinebû de li ser xeta sosyalîst têkoşîn meşand. PKK’ê gelê me birêxistin kir. Li Rojava destketiyên hatine bidestxistin, ji aliyê dewleta Tirk ve hedef tên girtin. QSD îro ne tenê hêzekî leşkerî ye, di heman demê de aktorekî polîtîk ku li navneteweyî rewa bûye. Hêza Tirkiyeyê nemaye ku vê hêzê tasfiye bike.”
Îbrahîm Spîndar anî ziman ku êdî têkoşîn ne tenê li çiyayan, divê li ser maseyên dîplomasiyê, qada medyayê, rêxistinkirina gel û aboriyê de bê meşandin. Spîndar bi bîr xist ku dewleta Tirk hîna jî di çareseriyeke bêyî Kurdan de israr dike û ev tişt got: “Lê gel ne gelê berê ye, cîhan ne cîhana berê ye. Êdî ne têkoşîna çekdarî, lê aqilê siyasî, dîplomasî, yekîtiya neteweyî û seferberiya civakî li pêş e. Biryara PKK’ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî parçeyek ji vê veguherîna siyasî ye.
Li Rojhilata Navîn avaniyên dewletê dihejin. Mantiqa netewe dewletê hatiye deşîfrekirin. Êdî li şûna pergalên navendî, avaniyên federal û xweser tên avakirin. Hêzên hegemon ne netew-dewletên xurt, lê avaniyên parçekirî û qels bûyî dixwazin.”
Spîndar da zanîn ku ev geşedan bi berjewendiyên herêmî yên gelê Kurd re li hev tê û wiha got: “Ev hevsengiya ku bi siyaseta ewlehiyê ya navendî ya Îsarîlê re dimeşe ne wêderkirina Kurdan e û pêkane ku tevlî bikin. Aloziyên ku li Rojava, Rojhilat û Başûr tên jiyîn, parçeyek ji çîka vê veguherînê ne.”
Spîndar li ser rewşa Başûr jî axivî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Krîza aborî ya li Başûr, stratejiyek hikûmeta navendî ye. Ev zext hemû ji bo jidervehiştina Kurdan a di vê guhertinê de ye. Lê eger em vê pêvajoyê rast bixwînin, vê carê em ê neyên wêderkirin, lê bibin gelê ku kirdeya guhertinê ne. Divê hemû partiyên siyasî, avaniyên siyasî, saziyên civaka sivîl û rewşenbîr hesabên xwe yên rojane deynin aliyekî û li dora stratejiya neteweyî ya hevpar bicivin. Divê em ne cûdahiyên xwe, aliyên xwe yên hevpar mezin bikin. Eger gavên rast bêne avêtin, ev sedsal dibe ku bibe sedsala gelê Kurd.”