Di sala 2014’an de, dema ku fermana hovane serê xwe rakir û êrîşî civaka Êzidî a Şengalê kir, bi sed hezaran Êzidî, bêguneh û bêçare koçkirin û bi zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin. Di nav vê qêrîn û qiyametê de bi hezaran çîrokên trajîk hatin jiyîn, lê belê hinek ji wan çîrokan bi kûrahî di dilê mirovan de cih digirin û dibin sembola êş û keseran, her wiha sembola hêvî û berxwedana jiyanê. Çîroka du evîndarên ciwan û bê guneh ku evîna wan di bin siya fermanê de ma, yek ji wan çîrokan e ku agir berdidê dilê mirov. Yek ji wan evîndaran Elmas a ji navenda Şengalê ye, yê din jî Selah ê ji Til Qeseb e.
Ev du evîndar ku evîna wan wê her û her zindî bimîne, mîna her malbateke Êzidî ku xwe spartin Çiyayê Şengalê. Çiyayê Şengalê ku bi hezaran salan şahidiya gelek êş û elemên vê civakê kirîye, di vê fermanê de jî bû stargeha herî dawî û bi ewle ya gelek mirovên bêxwedî û bê guneh yên di bin zilma fermanê de mayîn. Lê belê ev stargeh jî ne bê qisûr bû, hembêza xwe ji tevan re vekir û ew hembêz kirin. Birçîbûn, tîbûn, tirs, nexweşî û germahiya dijwar a havînê, hemû wek neyaran li pey wan bûn, lê belê tenê Çiyayê Şengalê weke dosteke qedîm li benda wan bû.
Her du evîndar ku hêviya wan tenê ew bû ku rojekê dîsa bigihêjin azadiyê û evîna xwe bi azadî bijîn, di nav vê qêrîn û qiyametê de bi hev re têkoşiyan û mil bi mile hev berê xwe dan çiya. Rojên fermanê bû, rewş her ku diçû girantir dibû. Çiya ku diviyabû bibe stargeh, bû cîhekî îmtîhanê û ders jê girtinê. Keçik, ku ji ber tirs, birçîbûn û germahiya rojê westiyabû, hêdî hêdî hêza xwe ya fizîkî wenda dikir û ber bi halê mirinê ve diçû. Her çend lawik bi hemû hêza xwe hewl dida ku wê biparêze û jiyana wê xilas bike, lê belê bextê reş serê xwe rakir. Di nava wê êş û azarê de, keçika delal, dilê wê yê tijî evîn û azadî, rawestiya. Jiyana wê di nava destên evîndarê wê de, di bin tava roja meha Tebaxê de, weke kulîlkeke biharê ku di nava bahozê de bimîne qediya û çilmisî.
Evîn mîna berfê bû, di nava germahiya rojê de heliya. Laşê keçikê sar bû, lê dilê lawik bi agirê kovanê dişewitî. Çi bikira? Li ku bikira? Şengal weke her kes dizane herêmeke çiyayî ye, axa wê kêm e û kevirên wê pir in. Di rewşeke normal de jî dîtina cîhekî ji bo veşartina cenazeyekî dijwar e, lê di nav wê fermanê de, dema ku mirin li her derê serdest bû û her kes li rêya xilasiyê digeriya, dîtina axê ji bo gorekê xewnek bû.
Dilê lawik di bin barê kovanê de şikestî ma, evîna wî ku bi hezaran hêvî û xewnên siberojeke azad bi xwe re hildigirt, niha di nava laşê bêcan ê keçikê de razayî bû. Bêçare, bi destên xwe yên recifok û dilê xwe yê kelkelî, dest bi çêkirina gorê kir. Ne bi axê, lê bi kevirên çiyayî. Kevirên sar û hişk, ku şahidiya evîna wan kiribûn û niha jî dibûn kêla evîna wan. Her kevir, ku danî ser hev, wek rondikek ji çavê wî diherikî, wek hawareke bêdeng ji dilê wî dihat û ber bi asîmanê tarî ve hildikişiya.
Goreke kevirî, sembola evîna wan a bêdawî û trajediya fermanê. Ev gor, ne tenê cihê razana laşê keçikê bû, lê di heman demê de bû mezargeheka pîroz û bêdeng ji bo her du evîndaran, bû sembola êş û azarên wan û tevahiya evîndaran.
Çîroka van her du evîndaran ku di bin kevirên Çiyayê Şengalê de hat veşartin tenê çîrokek ji bi deh hezaran çîrokên fermanê ye.
Lê belê ew bi zelalî nîşan dide ka çawa evîn û mirovahî di nava tarîtiya bê wijdan de jî dikarin bi ser bikevin û têkoşîn bikin, her çend bi bedêlekî giranbiha be jî. Ew bîranînek e ji bo her ferdekî/ê civaka Êzidî ku êşa gelê Êzidî ji bîr neyê kirin û her dem ji bo evîn û azadiyê têkoşînê bidomînin.
Ev gora bêdeng, ku ji kevirên çiyayî hatiye çêkirin di heman demê de qêrînek e ji bo edaletê û dawî li zilmê anînê.