Li gundê Dugir ê Amûdê bi boneya salvegera 11’emîn a Qirkirina Êzidiyan de çalakiyek bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de bingehê perestgeheke Êzidiyan hat danîn. Endamên civaka Êzidî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên partiyên siyasî, her wiha şandeyên Ewropî û ji başûrê Sûriyeyê jî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîman de endamê Meclîsa Rêveber a Yekîtiya Êzîdiyan a Sûriyeyê Fewzî Cûlî şehîdên Komkujiya Şengalê bi bîr anî û diyar kir ku armanca êrîşkaran ew bû ku nasname û dîroka civaka Êzîdî ji holê rakin.
Piştre, 2 endamên Meclîsa Rohanî yên ku ji Laleşa Nûranî ya Başûrê Kurdistanê hatine Bavê Çawîş û Pîşîmem, her wiha gelek rûspiyên saziyên olî, perde li ser kavirê bingehîn ê perestgehê vekir.
Piştre rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Gulo axivî û got: “Perestgeh dê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike û ji bo civaka Êzidî bibe çirayeke ronahiyê.”
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman diyar kir ku ew bi civaka Êzidî re di nav hevkariyê de ne û got: “Ev komkujiya li dijî civaka Êzidî dê neyê jibîrkirin, bidestxistina edaletê û parastina Êzidiyan, maf e.”
Endama rêveber a Yekîtiya Jinên Êzidî ya Sûriyeyê axivî û destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê hemî bi civaka êzidî re hevkar in.
Her wiha Diyaa Ebdullah ku ji bajarê Siwêdayê hat jî, kêfxweşiya xwe ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman û got: “Civaka we civakek piralî ye, ku nûnertiya hemû pêkhateyan dike. Em, ji Siwêdayê, mîna we ne. Em her kesî qebûl dikin û bi her kesî re dijîn.”
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso jî anî ziman ku perestgeha pîroz li ser axa pîroz tê avakirin ku bi hezaran salan berxwedan û têkoşîn li ser hatiye meşandin. Hiso destnîşan kir ku perestgeh, dê bibe nasnameya nifşê siberojê û dîrokeke zindî be.
Di merasîmê de peyamên pîrozkirinê hatin dayîn. Di bîranînê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û şêx Mûrşîd Xeznewî yên ku avakirina perestgehê ji bo parastina nasnameya olî û çandî ya civaka Êzidî û xurtkirina hebûna wan a dîrokî, bi gaveke pîroz û erkekê wesifandin.
Merasîm bi xwendina helbesteke li ser komkujiya Şengalê ji aliyê helbestvan Ferhad Mardî ve bi dawî bû.