Şemî, 7 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên min rêyeke birûmet meşiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Îçlî ev 10 sal bi neheqî tê rehîngirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Koma Berxwedan bang: Bila Nûdem Durak û girtiyên nexweş werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Westanê Navenda Jiyana Jinan a Tamara hat vekirin
Jin

Li Westanê Navenda Jiyana Jinan a Tamara hat vekirin

Şaredariya Westanê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye ji bo jinan Navenda Jiyana Jinan a Tamara vekir.  Bi sedan jin beşdarî merasîma vekirinê bûn û peyama “Jin wê jiyanê ji nû ve ava bikin û jin wê bajaran bi rê ve bibin” dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Şaredariya Westanê ya Wanê ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê birêvebirin, Navenda Jiyana Jinan a Tamara vekir. Bi sedan jin bi coşeke mezin beşdarî vekirinê bûn.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal, hevşaredarên navçeyan, Hevseroka Meclîsa Bajar Sevgî Ozdînç, parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Gulderen Varli, endamên Komeleya Jinan a Star, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdarî merasîma vekirinê bûn. Jinên bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî vekirinê bûn dîmenên rengîn derxistin holê.

Beriya vekirinê, jinan bi erbaneyan û bi berzkirina dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” heta navenda bajêr meşiyan. Piştî meşê, jinan bi gerandina govendê peyama hevgirtin û azadiyê dan.

‘EV QADA TÊKOŞÎNA JINAN E’

Hevşaredara Westanê Kubra Akti di axaftina vekirinê de xêrhatina hemû beşdaran kir û got, “Ev ne tenê cihek e; ev têkoşîna jinan e. Bi vê navendê re, em jiyanê ji nû ve ava dikin. Ev cih li hemû jinan pîroz be. Jin, jiyan, azadî!”

Hevseroka Meclîsa Bajêr Sevgî Ozdînç jî got, “Di demekê de ku jin rastî ewqas zilm û zordariyê tên, ev gavên ku ji bo jinan hatine avêtin pir bi qîmet in. Ez spasiya hemû kesên ku ked dane dikim.”

Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Kevê Işik axivî û got, “Dîtina ewqas jinan li gel hev min pir kêfxweş kir. Ez hêvî dikim ku jiyana me bi aştî û aramiyê derbas bibe. Ev navend ji bo jinan gaveke girîng e.”

‘JIN DÊ JIYANÊ JI NÛ VE AVAKIRIN’

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli diyar kir ku navendên jinan ne tenê qadên fizîkî ne, di heman demê de qadên azadiyê ne jî û got: “Me bi jinan re dest bi guhertina jiyanê kir. Ti jin ne tenê ye. Em bi hev re li dijî tundiya mêr-dewletê têdikoşin. Em careke din dibêjin: Jin wê li vir jiyanê ji nû ve ava bikin.”

‘EV PÊVAJO JI BO JINAN GELEK QÎMET E’

Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt vekirina Navenda Jiyana Jinan a Tamara wekî gaveke pîroz pênase kir û got, “Piştî banga Birêz Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de, em ketin serdemeke dîrokî. Kirdeya vê pêvajoyê jin in. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî xizaniya jinan, koçberî û tundiya mêran berfireh bikin. Vekirina îro ji bo civakîbûna aştiyê jî girîng e.”

‘JIN WÊ BAJARÊN ME BI RÊ VE BIBIN’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em bi kelecan in ku îro ji bo jinan gava yekem tê avêtin. Cara yekem e ku Westan ji hêla DEM Partiyê ve bi nêrîna jinan tê birêvebirin. Jin wê bajarên me bi hişmendiya demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan birêve bibin. Her navendek ku em vekin wê ji bo jinan bibe qadeke azadiyê. Ez hemû kesên ku keda wan di vê  xebatê de derbas bûne pîroz dikim.”

Piştî axaftinan, Navenda Jiyana Jinan a Tamara berzkirina dirûşman hat vekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê SOHR: Li Sûriyeyê di 8 mehan de nêzî 10 hezar kes mirin
Nûçeya Pişt re Ji bo Salîha Akkaş ya ku tevî biryara parastinê hebû hat qetilkirin daxuyanî hat dayîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şengalê Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin

Li Şengalê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweser” meşek girseyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî gihîşt Şamê

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji bo hevdîtina bi Serokê Hikûmeta Demkî ya Şamê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan hişyarî da desthilatdariyê: Ev rê ne ti rê ye, dest jê berde!

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê da û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinan sempozyuma ‘Bîra Civakî û Travmayê’ li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?