*Bûyerên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo wê bêne şopandin.
*Bûyer û pêşveçûnên li ser komîsyona ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Meclîsê hatiye avakirin wê bên şopandin.
*Endamê Komîsyonê yê DEM Partiyê Cengîz Çîçek anî ziman ku dema komîsyon xebatên xwe dimeşîne, divê dev ji nêzîkatiyên xwe yên berê berde û got: “Divê komîsyon gavên wêrek û tevgir biavêje.”
*Endama Komîsyona DEM Partiyê û berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş da zanîn ku komîsyon ne tenê ji bo mijara çekdanînê an jî vegera malê ye û got: “Ev komîsyon gavên ji bo demokratîkbûna tevahî ya Tirkiyeyê jî digire nav xwe.”
*Li Kobanê û gundên wê dest bi berhevkirina fistiqan hatiye kirin, cotkar dibêjin ku wekî îsal ti carî berhemên wan ewqas kêm nebûne.
Aktîvîst TJA’yê Emîne Çaynak diyar kir ku di civînên li Amedê li pêşniyar û rexneyên gel guhdar kir û got, “Gel hem bi hêvî ye hem jî hay jixwe heye. Di vê pêvajoya dîrokî de li benda gavên qanûnî ye.”