Derbarê hin mirovan de nivîsandin, pir zehmet e. Mirov dudil dibe ku binivîse yan nenivîse. Tu teredut dijî, gelo peyvên te wê têra vegotina wan bike, yan peyvên te wê wateyê xirab bikin.
Hin mirov pir taybet in. Ew çend dilnizm bin xwe ji mirovên din cuda nebinin jî cuda ne; hem jî pir cuda. Eger tu bêjî, ‘Ez hinekê heqê wî/ê bidimê’, divê tu nivîskarekî baş ê biyografiyê yan jî wêjevanekî baş bî. Em ne wêjevanek baş, ne jî nivîskarekî baş ê biyografiyê ne. Lewma em ji wan e yên ku dibêjin, ‘Eger tu nenivîsî nabe; di nivîseke kurt de em çiqasê bikarin behs bikin ew qas dê baş be’.
Nûreddîn Sofî li parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê Rojava tê dinê. Zarokatiya xwe û perwerdeya xwe ya navîn li cem malbata xwe derbas dike. Piştî zanîngehê qezenc dike, ji bo xwendinê ji mal diçe. Di salên zanîngehê de aktîf di nava xebatên PKK’ê de cih digire. Lê belê piştî demekê xebatên ciwanan têrker nabîne. Dibistanê berdide û tevlî tevgerê dibe.
Nûreddîn Sofî mirovekî hîperaktîf û xwedî zekayeke zêde bû. Li hemberî derdora xwe pir hestiyar û bi mereq bû. Xwedî kesayeteke ji hevaltiyê re vekirî, ji xwendin û lêkolînê hez dikir, hîperaktîf bû. Bi vê taybetmendiya xwe em dikarin bêjin ji ekola Kemal Pîr bû. Bi fedakarî, girêdan û cesareta xwe heq dikir ku ji wê ekolê be. Kemal Pîr milîtantiyeke ku Apoyîtî heya dawî jiyan kir û astengiyan nas nake temsîl kir.
Sofî bi aliyekê xwe jî digihişt Mazlum; weke milîtanekî piralî, ji xwendinê hez dike û lêkolîn dike. Digot, ‘Ez li gorî PKK’ê me nizanim, lê PKK tam li gorî min e’. Dema beşdar dibû tam beşdar dibû, xwe bêsînor feda dikir.
Di nava vê jiyana bi liv û tevger û pratîka zêde de Sofî wext ji bo wêje û helbestan jî veqetand. Cîhana wî ya hundir pir dewlemend bû. Di heman demê de zarokek bû ku ti carî mezin nedibû û rehet nedisekinî. Yek ji wan bû ku taybetmendiya xwe ya zarokatiyê, paqijiyan cîhana xwe ya hundir û saftiya xwe diparast. Pir dilnizm bû; xizmeta ji bo hevalên xwe û gelê xwe weke îbadetekê dinirxand. Ji bo kîjan karî hatiba gazîkirin û li kuderê pêdivî heba diçû wir, nedizanî westan çiye û kesekî baş ê nesekinî bû.
Nûreddîn Sofî bêteredut çû çiyayan. Pir girêdayî çiyayan bû. Ciwantiya xwe, demên jiyana xwe ya herî bi liv û tevger li çiyayan derbas kir. Bi zimanê çiyayan axivî, mîna bayên wê herikî. Di demek kurt de weke ruhî û fîzîkî bû çiyayiyek. Dilsoziya xwe ya ji bo azadiyê û gelê xwe hîn kûrtir kir.
Bi zeka, ked û enerjiya xwe bû gerîla û fermandarekî baş. Ji bo Fermandariya Biryargeha Giştî ya HPG’ê hate hilbijartin. Di temenekî ciwan de weke kesekî ji parçeya herî biçûk a Kurdistanê bibe Fermandarê Giştî yê HPG’ê, helbet ne rewşeke ji rêzê û normal bû.
Sofî xwedî nirxên mirovî yên bingehîn û exlaqek zêde bû. Her tiştê xwe pêşkêşî hevalên xwe dikir. Bi herêm û civaka ku çûyê re zû germ dibû; xwedî feraseteke pir afirêner û xurt bû. Mîna ku timî ji bo wî tê gotin, ‘bi biçûkan re biçûk, bi mezinan re mezin bû’. Dema mirov bi wî re ba, xwe di ewlehiyê de hîs dikir. Li cem wî na nebû; teqez wê bibîne, bîne ba hev, bike û dida kirin. Beriya xwe timî hevalên xwe û yên derdora xwe difikire, ew çavdêr dikirin.
Sofî xwedî zanisteke dîrokê ya kûr û hêzeke şîroveyê ya xurt bû. Tenê aliyê wî yê pratîk û leşkerî xurt nebû; ji aliyê teorîk û îdeolojîk ve jî timî xwe pêş dixist. Hewl dida teorî û pratîka xwe bike yek. Divê mirov eleqeya wî ya ji bo felsefeyê jî ji bîr neke.
Bi zanist, civak, wêje û hunerê re dijiya; em qala gerîla, fermandar û pêşengekî xwedî cîhanek dewlemend dikin. Dema ji lûtkeyên çiyayan daket Rojava, dîsa weke teyrekî li asîmanan bû.
Nûreddîn Sofî di wateya rast de pêşengekî gel bû. Weke ruh û fikir ti carî ji wan veneqetiya bû. Pir bi lez bi wan re samîmî bû. Di avakirina komun û meclîsan de, di hemû rêxistinbûnên ji bo Rêveberiya Xweser bingeh çêkirin de xwedî ked û rola pêşengiyê bû. Her wiha di xebatên leşkerî de jî di asta herî jor de wezîfe meşand.
Di têkbirina DAÎŞ’ê û avakirina YPG û QSD’ê de xwedî kedeke mezin bû. Bi şoreşa Rojava re li tevahiya Kurdistanê weke şoreşgerekî ku hevpariyê û zanebûnê çêdike, di dilê gel de cih girt. Bû fermandar û milîtanê tevahî Kurdistanê, ne tenê yê Rojava.
Her tim û li her derê ji xwe re dikir armanca sereke ku Rêber Apo bişopîne û bibe xwendevanekî wî yê baş. Ji xebata Rêbertî ya têkildarî jina azad bawer kir û hewl da bi rengekî têrker bi hevalên jin re bibe hevrê.
Mirov bêje bi şehadeta Sofî re stêrkek herikî wê ne rast be; ew ê timî di dil û têkoşîna hevrêyên xwe û gelê me yê qedir dizane de bijî. Tişta ku dikeve ser milê me ew e ku em bibin layiqê Sofî.