Serokê rêveberiya leşkerî yê Myanmarê Min Aung Hlaing diyar kir ku wî di çarçoveya sala nû ya welêt Thingyanê de hemû cezayên darvekirinê rakirine. Li gorî biryarê wê cezayên kesên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn wê veguherin hepsa muebetê.
Ev pêngav, piştî ku serokê rêveberiya cuntayê yê desthilatdarî piştî derbeya di sala 2021’an de bi dest xist û xwe weke ‘’serokê sivîl’’ îlan kir, bû yek ji pêngavên yekemîn. Lê belê mafparêz diyar dikin ku ev pêngav wê nikaribe sepanên darvekirinên yên berê ji nû ve dane destpêkirin, veşêre.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî piştî derbeyê herî kêm 130 kes hatine darvekirin. Tê îfadekirin ku ji ber şerê navxweyî yê li welêt û pergala darazê ya nezelal dibe ku ev hejmar zêdetir bin.
Di çarçoveya efûya hatî eşkerekirin de tê payîn ku zêdetirî 4 hezar 300 girtî werin berdan û nêzîkî 180 girtiyên biyanî jî werin tehliyekirin. Her wiha hate ragihandin ku dibe cezayên hepsê yên di bin 40 salî de jî ji şeşan yek werin daxistin.
Kes û karên bi hezaran kesên ji ber sedemên siyasî hatine girtin jî bi fikar in. Li gorî rêxistinên mafan ji derbeyê heya niha zêdetirî 30 hezar kes bi hincetên siyasî hatine girtin.
Xelatgirê Xelata Nobelê ya Aşitiyê Aung San Suu Kyi ku yek ji navdartirîn kesayetekî welêt e, li cihekî veşartî di hepsê de ye û 27 sal ceza lê hatiye birîn.
Ev pêngava Min Aung Hlaing ku hefteya borî piştî pêvajoya hilbijartineke binakok bû serokê dewletê, ji aliyê rêveberiyê ve weke hewla ‘’lihevkirina neteweyî’’ tê pênasekirin. Lê belê çavdêrên navneteweyî biryarên berbehs weke hewla domandina rejîma leşkerî ya di bin atmosfereke sivîl de û ‘’pêngavên kozmetîk û sînordar’’ dinirxînin.

