Pêncşem, 27 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Divê her kes bi baldarî nêzî pêvajoyê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê herî zêde dayik xwedî li pêvajoyê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz ê piştî 30 salan hate tehliyekirin, peyama ‘têkoşînê’ da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîthat Sancar, Gulten Kişanak û Çetîn Arkaş bi rojnamevanan re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê ji bo şehîd Serhat Erdem taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dişibiya hêsirên çavên bira û hevrêyan: Dorşîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê ji bo 6 şehîdan sersaxî hatin qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamûşanê ji bo gerîllayê HPG’ê Baz Serhed taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamostayan li dijî darvekirinên Îranê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat di mehekê de 47 Kurd hatin binçavkirin, aqûbeta wan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star şehîdên ku bûne deng û çalakiya azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Pinar Sakik Tekîn: Hîmê destpêkê yê aştiyê divê li girtîgehan bê danîn
Rojane

Pinar Sakik Tekîn: Hîmê destpêkê yê aştiyê divê li girtîgehan bê danîn

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku li girtîgehan mafên mirovan ên girtiyên nexweş têne binpêkirin û got, “Eger dewlet bi rastî jî ji dil be divê daxwaza girtiyên nexweş bi cih bîne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Pêvajoya çareseriyê di rojevê de ye. Komîsyona ku têkildarî pêvajoyê li meclîsê ava bû, dest bi karên xwe kir. Yek ji daxwazên herî mezin ê ji bo rakirina astengiyên li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk, berdana girtiyên nexweş e.

Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med (MED TUHAD-FED) Pinar Sakik Tekîn li ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên li girtîgehan ji ANF’ê re axivî.

Pinar Sakik Tekîn got, “Di pêvajoya nû de ku bi banga Birêz Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê destpê kir, heta niha gelek gavên girîng hatin avêtin. Ev pêvajo bêguman gelekî girîng û hêja ye. Pêvajoyeke ku pêwîstiya civakê û gelan bi aştiyê heye.

‘LI GIRTÎGEHAN BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN HER ROJ ZÊDE DIBIN’

Dema ku mirov bala xwe didin ser girtîgehan mixabin rewşeke berevajî vê dibînin. Li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan dewam dikin. Li derve pêvajoyek hebe divê bandora xwe li girtîgehan jî bike. Çawa ku şer di navbera aliyan de tê kirin, aştî jî divê di navbera aliyan de be. Pêvajoya aştiyê ne ew pêvajo ye ku bi gavên yekalî bimeşe. Divê herdu alî gavên şênber biavêjin.

Çawa ku Kurd û nûnerên wan bi navê aştiyê wezîfeyên xwe bi cih tînin, dewlet jî divê bi rengekî cidî gavê biavêje. Mixabin girtîgeh gelekî dûrî aştiyê ye. Binpêkirinên mafên mirovan her roj zêde dibin. Rewşa girtiyên nexweş li gel ku gelekî giran e nayên berdan û nikarin ji şert û mercên têrker ên tenduristiyê sûdê werbigirin. Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene; piraniya wan nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bikin û ji gelek mafan bêpar têne hiştin.

Em dibêjin, divê dewlet gava destpêkê di mijara girtiyên nexweş de biavêje. Divê daxwazên girtiyên nexweş li ber çavan bêne girtin.”

‘GIRTIYÊN NEXWEŞ DIVÊ TAVILÊ BÊNE BERDAN’

Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser komîsyona li meclîsê têkildarî pêvajoyê hatiye avakirin û got, “Em dikarin bibêjin ku gava destpêkê ya aştiya civakî wê ji vir destpê bike. Bendewariyên me ji vê komîsyonê gelekî zêde ne. Yek ji mijarên sereke ku divê li komîsyonê bê axaftin binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan e. Girtiyên nexweş divê tavilê bêne berdan. Komîsyon di vê mijarê de divê tavilê kar bike. Hemû alî divê gavên şênber biavêjin û bi lez bigihêjin aştiyê. Hîmê destpêkê yê aştiyê divê li girtîgehê bê danîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Naskirina mafên Kurdan wê azadiya karkeran mezin bike’
Nûçeya Pişt re ‘Li dijî gefên li ser Rojava yekîtiya neteweyî û diyalog şert e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelo dewlet krîza enerjiyê wekî firsend dibînin û kaseya xwe tijî dikin?

Li Fransa û Belçîkayê bi zêdebûna bihayê sotemenî, gaz û elektrîkê re nîqaşên ku dewlet…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi hezaran kes daketin qadan û berxwedana QSD’ê silav kirin

Li kantonên Cizîr û Firatê bi hezaran kes daketin qadan, êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Viyan Leyla: Jin divê xwe ji dewletê rizgar bikin

Endama PAJK’ê Viyan Leyla diyar kir ku hevberdana bêdawî tê wateya qutbûna ji sîstema desthilatdariya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Nepal û Tîbetê lehî û hezaz: Zêdeyî 1.300 kes winda ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dişibiya hêsirên çavên bira û hevrêyan: Dorşîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kalkan: Divê her kes bi baldarî nêzî pêvajoyê bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?