Yekşem, 3 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Onder li ser gora xwe hate bîranîn: ‘Aştî wê teqez were’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanan bang kirin: Hempîşeyên me berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Ciwanan: Azadiya Abdullah Ocalan navenda xeta me ya têkoşînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin dorpêça piralî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 3 rojên destpêkê yê Gulanê de 10 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî dejenerebûnê xweparastina civakî û exlaqî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    MGK: Divê zextên li ser rojnamevanan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanê Kurd Mehrab Abdullahzade hate darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê rê nîne: Erdhejeke gengaz wê hilweşîneke mezin bi xwe re bîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn: Em ê mîrateya şehîdan bi felsefeya ‘Yek hirqe û yek loqma’ bidomînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî: Em her rojê veguherînin roja zimanê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare hilmê bistîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilîstan û Gallerê tenê %3’yê xwekuştinên girêdayî tundiya nav malê derbasî darazê dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jinên li Stenbolê hatine qetilkirin û windakirin meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 1’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Di karên çandiniyê yên demsalî de jin rû bi rûyê mêtingeriyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêvîn Reşîd: Ji bo parastina mafên xwe divê em jin dengê xwe bikin yek û bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Şehîd Senar Garzan û rola wî ya di berxwedana Farqînê de
Rojane

Şehîd Senar Garzan û rola wî ya di berxwedana Farqînê de

Tevî ku xwedî tecrûbeyên gerîlatiya salên dirêj nebû jî taktîkên hevrê Senar ên di berxwedanê de bûn sedem ku di demeke kurt de bibe fermandar. Heval Senar, fermandarekî xwedî van krîterên bilind bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Îlon 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Dema ku kesên li dû dimînin biryarê didin ku qala şehîdan bikin, dema qala wan dikin yan jî têkildarî wan dinivîsin tim di nava endîşeya kêmhiştina hin tiştan de ne. A rastî hişta ku dibe sedema kêmhiştina hin tiştan jî ev endîşe ye. Çimkî yên li dû mayî,  hewl didin ku kêm jî be bi rêya qalkirina wan xwe ji wê şermezariyê xilas bike. Carna dema ku nikare vê yekê jî bike, wê demê neçar dimîne ku li gel êşa li ser dilê xwe bijî.

Çawa ku her şehadet, şehadeteke zû ye, ji kesên dimînin re jî telaşa derengmayînê dimîne.  Ji ber vê yekê hemû tiştên ku wê derheqê heval Senar de werin nivîsandin, ji ber ku wê bi telaşa derengmayînê werin nivîsandin wê kêm bimînin.

Ji bo ku em qala heval Senar bikin, divê em hinekî li berxwedana Farqînê binêrin, ji bo vê yekê jî divê em berê xwe bidin wê serdemê. Weke tê zanîn pêvajoya ku dewletê li gel Rêbertî di dawiya sala 2012’yan de da destpêkirin, ji ber ku perçeyeke taktîkên AKP’ê yên gîrokirinê bû, wê encamek bi dest nexista. Bi rastî jî ji ber ku pêvajo di çarçoveya xwesteka Erdogan de pêş neket, peymana ku di 28’ê Sibata 2015’an de hate îmzekirin, nêzîkî piştî 20 rojan ji aliyê Erdogan ve hate redkirin.

Erdogan ê îro dibêje ku haya wî ji peymana dîrokî ya li koşka girêdayî Serokkomariyê hatiye îmzekirin, tune ye, pêşiyê ev peyman piştre jî hilbijartinên 7’ê Hezîranê ku HDP’ê ji sedî 13’yê dengan wergirtibû, red kirin. Piştî hin êrîşên ku bi destê DAÎŞ’ê dan kirin, dawiyê di Tebaxa 2025’an de li gel bi dehan balafirên şer li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş dane destpêkirin û şerî dest pê kir.

Li ser bêrêziya leskerên dewleta Tirk ên li dijî cenazeyê hevrê Ekîn Wan a ku li Gimgimê tê şehîdkirin, şeva 16’ê Hezîranê gerîla daketin Gimgimê û bi gel û ciwanan re bû yek; hema bibêjin tevahiya navçeyê bi dest xistin û  xwerêvebirin îlan kirin.

BERXWEDANA FARQÎNÊ

Piştre bi pêşengtiya gerîla û ciwanên Kurdistanê, li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê li ser hev îlanên xwerêvebirinê hatin kirin.  yek ji herêma ku lê îradeya xwerêvebirinê hate îlankirin û bû şahidê berxwedaneke bêhempa bêguman Farqîn bû.

Ev pêvajoya berxwedanê ya bi fermandariya Şehîd Senar Garzan dest pêkir, weke yek ji berxwedana mezin a di dîroka berxwedana Kurdistanê de tê bibîranîn. Hevrê Senar ê ku yek ji fermandarê leheng ê vê berxwedana ku em 11’êmîn salvegera wê de bi bîr tînin, di sala 1988’an de li Bedlîsê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bûye.

Hevrê Senar ê ku xwîşkeke wî ya mezin e şehîd e û yek jî di nava refên gerîlayan de ye, di destpêka sala 2014’an de li ser Amedê tevî nava refên gerîlayan dibe. Hevrê Senar ê ku piştî sal û nîvan ji berxwedana mezin re fermandariyê dike, di nava demeke kurt de tevî karwanê şehîdan dibe û li gel berxwedana Farqînê ku yek ji destanên lehengiya dîroka Kurdistanê ye, cihê xwe yê di dîrokê de digire.

‘HEVAL QET XWE NEWESTÎNIN, EM Ê VÊ QADÊ BERNEDIN’

Min di sala 2015’an de li Farqîna ku herêma berxwedana heval Senar ew nas kir. Dema ku pêvajo veguherî şerî, tevgerîna ji bo xebatkarên partiyê jî gelekîzehmet bûbû. Ji ber vê yekê li gel pêşengên partiya siyasî hin qada tevgerînê ava dibû. Dema ku em ji bo ragihandina biryara mezinkirina berxwedanê ya li gel hin taktîkên nû yên partiyê çûn Farqînê li ba heval Senar, yekem gotina Heval Senar a ji me re; ‘’Heval qet xwe newestînin, em dev ji vê qadê bernadin’’  bû.

Dema ku em pê hesiyan di hevdîtinên nûnerên partiya siyasî ya navçeyê yên li gel nûnerên dewletê de ketine nava ferzkirinên bi vî rengî, em fêr dibûn ku Heval Senar bes ne li dijî dijmin, di heman demê de li dijî nêzîkatiyên teslîmbûnê jî têkoşîn dida meşandin. Piştre em bûn şadihê ked, fedekarî, biryardarî, xîret û baweriya hevrê Senar. Hevrê Senar ê ku di di jiyana xwe ya têkoşînê de gelek serkeftin bi dest xistin, bû pêşengê hin destpêkan. Wê were bîra kesên ku ew pêvajo şopandin û dizanin ku di wê serdemê de Farqîn tim di rojeva çapemeniyê de bû.

Li gel tevlîbûna Şehîd Nûda û Şehîd Munzûr ên ji tevgera ciwanan a ji bo pêşengtiya berxwedanê, Farqîn bi ciwan û gel re yekbûnek ava kir û veguherîbû navendeke berxwedanê. Piştî salên dûr û dirêj tankên dijmin cara ewil li navenda bajêr a Farqînê dihatin bikaranîn. Hatina leşkeran a ji bo navenda bajêr, berteka gel û ciwanan a li dijî vê yekê û dîmenên têkildarî vê yekê hê jî di bîra me de ne.

Berxwedana di pêşengtiya Şehit Senar de, di nava gel û ciwanan de baweriya şoreşê xurt kiribû. Û ji ber vê yekê jî gelê Farqînê ji hemû gavan zêdetir xwedî li berxwedanên xwerêvebirinê derdiket.

BERXWEDANA LI HEMBERÎ TANKAN A BI ÇEKÊN POMPEYÎ

Di pêvajoya destpêka xwerêveberinê de, binê gotina dijmin a; ‘’Di pêvajoya çareseriyê de bajar bi çek û cebilxaneyan tije kirine’’ vala bû. Demeke kurt piştî biryara berxwedana xwerêvebirinê ji qadan re cebilxane hate neqilkirin.

Destpêkirina barkirina ebilxaneyan û dorpêçkirina qadên berxwedanê ya ji aliyê dijmin ve bi hev re çêdibûn. Ji ber vê yekê weke li hemû deran li Faqînê jî pirsgirêkên cebilxaneyê yên cidî hebûn. Wisa bû ku gelek ciwanên ku ji Farqîn û Êlihê tevlî berxwedanê dibûn, bi çekên nêçîrê yên pompeyî li ber xwe didan.

Yanî baweriya şoreşê ya di berxwedana fermandariya Heval Senar de, bi qasî ku wê li dijî tankan bi çekên pompeyî encam were standin, bi hêz bû. Û tişta ku ev bawerî afirand jî helbet biryardariya Heval Senar bû.

Tevî ku xwedî tecrûbeyên gerîlatiya salên dirêj nebû jî taktîkên hevrê Senar ên di berxwedanê de bûn sedem ku di demeke kurt de bibe fermandar.  Hin krîterên şervanbûna serkeftî hene; lê belê krîterên fermandariya serkeftî bilind in. Heval Senar jî fermandarekî serkeftî yê xwedî van krîterên bilind bû.

ŞEHADETA WÎ, BERXWEDAN MEZIN KIR

Piştî şehadeta wî ya lehengî berxwedan mezin bû, berdewam kir û Farqînê şahidiya hin fermandarên din kir; lê belê vê rêyê ronahiya xwe ji Heval Senar girtibû. Ji ber vê yekê ye ku piştî ew qas salan jî ciwanên li Faqîn yan jî cihên cuda ên welatê ne bi îmzeya ‘’Yekîneya Tojhilanînê ya Şehîd Senar’’ çakaliyan li dar dixin û li ser dîwarên nivîsên; ‘’Şehîd Senar nemir e’’ tên nivîsandin. Ev hemû yek ji wan nîşaneyan e ku di nava PKK’ê de şervanên mezin û kesên şerên mezin bi rê ve birine tu caran nayên jibîrkirin.

Ji ber vê yekê em şervan û fermandarê mezin Şehîd Senar Garzan bi rêzdarî bi bîr tînin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 13’YÊ ÎLONA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Xalîde Engîzek: Hevrê Emîne wê riya me ya azadiyê timî ronî bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şaredariya Şemrexê febrîqeya testîlê ava dike

Şaredariya Şemrexê amadekariyên ji bo febrîqeya tekstîlê temam dike ku wê ji 350 kesî re…

Ji aliyê Stêrk TV

Baz Mert ê ku tehliyeya wî 18 mehan hatibû taloqkirin, hate berdan

Baz Mert ê ku tehliyeya wî ji bo 18 mehan hatibû taloqkirin, piştî girtîbûna 11…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeya endama TEV-DEM’ê Êva Elî bi merasîmekê hat veşartin

Endama TEV-DEM’ê Êva Elî ku di 30’ê Adarê de li Qamişloyê di encama qezayekê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Sûdanê êrişa dronê: Ji malbata fermandarekî 9 kes hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê cenazeyên 7 şehîdan hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Onder li ser gora xwe hate bîranîn: ‘Aştî wê teqez were’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rojnamevanan bang kirin: Hempîşeyên me berdin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?