Şemî, 1 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo qurbaniyên li Kerboranê edalet hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê dê di 3’yê Mijdarê de bi Rêber Apo re hevdîtin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi ferzkirina wesayîta rîngê ya tîpa qefesê mafê dermankirina girtiyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelek kesan berê xwe dan konê sersaxiyê ya şervana YPJ’ê Arîn Serhed

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlayê HPG’ê Ferhat Guler konê sersaxiyê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Baweriya PDK’ê bi şirîkatiyek rast nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ew bûn çav û zimanê gerîlayên azadiya Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çarqurneyê ji bo Şehîd Mahîr Destîna konê sersaxiyê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiyên 5 gerîlayên HPG’ê hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ’ê şehadeta Arîn Serhed ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Murad: ‘Aboriya jinan hemû jinên civakê digire nava xwe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ pêngava ‘Xwe Nekuje, Her Xwekuştinek Fermanek e’ da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Em ê xeyalên Mamoste Hêvî pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan ji bo azadiya Rêber Apo name ji Konseya Ewropayê re şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hawje Hesen li Îngîlistanê hêjayî xelatê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Antoliyayê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Rêya Azadiyê te Dayikên Kurdan- Jinên Kurd Vedibêjin’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karayilan: Bêyî Rêber Apo aşitî pêk nayê
Rojane

Karayilan: Bêyî Rêber Apo aşitî pêk nayê

Mûrat Karayilan di peyama xwe ya ji bo 33’yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî şandî de diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd du pêngavên sereke hewce ne û got: ‘’Heya ku Rêber Apo azad nebe, çand û zimanê Kurdî azad nebin, aşitî ne pêkan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Îlon 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Mûrat Karayilan di peyama xwe ya bidîmen a ji bo 33’yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî şandî de got: ‘’Divê welatparêzên Kurdistanê û dostên me di vê serdemê de bi şev û roj bixebitin. Em bixebitin û destê Rêber Apo xurt bikin, yan çareserî pêk nayê.

Û hûn dikarin têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê zêdetir bi rê ve bibin. Ji bo vê yekê divê hûn xwe birêxistin bikin. Di serî de divê jin û ciwan dest bi liv û tevgerê bikin. Komunên xwe ava bikin, meclîsan ava bikin û bila hemû kes xwe birêxistin bike. Divê hemû welatparêz weke dîplomatan bixebitin û divê xebatkar û kesên birêxistin dikin, hebin.”

Mûrat Karayilan ji çiyayên Kurdistanê ji 33’yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî re ku bi tevlîbûna deh hezaran li bajarê Dortmund ê Elmanyayê hate lidarxistin, peyameke bidîmen şand.

 

Peyama Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:

‘’Gelê me yê hêja!

Ez li ser navê Tevgera me û hemû hevalên me we silav dikim. Ji bo we serkeftinê dixwazim. Ez festîvala we ya çand û hunerê pîroz dikim.

Di pêvajoya ku li dijî gelê me polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê tên meşandin de ev festîvala ku 33 sal in li bajarên Ewropayê tê lidarxistin, gelekî girîng e. Hûn her hebin!

Welatparêzên hêja û gelê me yê bi qîmet!

Weke hûn jî dizanin, li gel banga Rêber Apo ya dîrokî ya 27’ê Sibatê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê derbasî qonaxeke din bû. Li herêma Rojhilata Navîn şer heye, planên jinûvesazkirinê hene. Rêber Apo, ev pêvajo weke pêvajoyeke bi talûke dît û ji ber vê yekê bersiv da banga Devlet Bahçelî. Rêber Apo, di vê serdemê de biryarên gelekî girîng girtin. Me jî weke Tevger, li gel 12’emîn Kongreya PKK’ê  ev biryarên girîng û stratejîk qebûl kirin û piştre jî yek bi yek bi cih anîn. Lê belê dewleta Tirk, heya niha ji bilî hin hewlên jirêzê bi tenê pêngavek jî neavêtiye.

JI BO ÇARESERIYÊ HEWCEYÎ BI DU GAVÊN SEREKE HEYE

Welatparêzên bi qîmet û hevalên hêja!

Di vê serdemê de Aşitî û Civaka Demokratîk, pêşvebirina xwişk-biratiya gelan; kesên ku dixwazin weke Milazgira 1071’an û salên 1920’î di navbera gelên Kurd û Tirk de tifaq û xwişk-biratiyê pêş bixin, hene. Em ji vê yekê re amade ne. Lê belê pirsgirêka Kurd, pirsgirêka sedsalan e. Beriya her tiştî jidiliyê hewce dike, baweriyê hewce dike û pêngavên mezin hewce dike. Lê belê dewleta Tirk heya niha pratîk û hewleke bi vî rengî nîşan nedane. Em dişopînin. Gelo rayedarên dewleta Tirk bi rastî jî dixwazin vê pirsgirêka mezin çareser bikin yan na?

Ji bo çareseriyê hewceyî bi du pêngavên sereke heye. Ya yekem, divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe. Ya duyem jî, divê çand û zimanê Kurdî azad bibin, wekheviya çandî pêk were.

GER RÊBER APO AZAD NEBE, ZÎNDAN TIJE BIN WÊ GERÎLA ÇAWA ÇEKAN DEYNIN?

Azadiya Rêber Apo, azadiya kesekî nîne; em weke hemû gel û heval, azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Ji ber ku ji bo me nasname ye û mîmarê vê pêvajoyê ye. Muxabatê sereke û yekem sermuzakerevan e. Em lê dinêrin ku komîsyonek hatiye avakirin. Baş e, komîsyon ji bo vê xebatê, ji bo vê pêvajoyê hatiye avakirin. Lê belê hewl didin ku kesê ku ev pêvajo pêş xistiye û mîmarê vê pêvajoyê ye dûrî pêvajoyê bigirin. Nîqaşên weke ku em hevdîtinê bikin yan nekin, dikin. Kesê ku ev pêvajo pêk aniye, ew e. Ger hûn jî komîsyoneke ku ji bo vê pêvajoyê hatibe avakirin bin, divê hûn bi mîmarê vê pêvajoyê re hevdîtinê pêk bînin. Hevdîtin li aliyekî, divê azad be. Ger Rêber Apo azad nebe, tu tişt pêk nayê. Divê hemû kes vê yekê bizanibe. Ger Rêber Apo azad nebe û zîndan tije bibin wê gerîla çawa çekan deynin? Wê xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk çawa pêk were? Wê aşitiya navxweyî ya em behsa wê dikin, çawa pêk were? Wê hem ev yek bibe û hem jî avakarê aşitiyê di zîndanê de be û aşitiya rastîn pêk were! Ev yek wê çawa pêk were! Eşkere ye ku bi vî rengî nabe.

Destpêkê divê Rêber Apo azad bibe. Û qedexe werin rakirin. Em dikarin bi vî awayî xwişk-biratiya rastîn pêş bixin, aşitiya rastîn bi vî awayî pêk bînin. Em ji vê yekê re amade ne.

DIVÊ HEMÛ KES CIDÎYETA ME BIBÎNE, EM BÊÇARE NÎNIN!

Divê hemû rayedarên dewleta Tirk û kesên eleqedar bizanibin ku me heya niha li ser çekan sond dixwar, lê belê di 11’ê Tîrmehê de bi pêşengtiya hevrê Besê Hozat pêngaveke girîng hate avêtin. Me çek şewitandin! Ev ne tiştekî hêsan e. Ger em bi awayekî stratejîk li nêzî vê pêvajoyê nebûna, me wisa nedikir. Ji ber vê yekê di serî de dewleta Tirk divê hemû kes cidîyeta me bibîne.

Em bêçare nînin. Çareseriya me heye. Em weke gelê Kurd û weke Tevger li herêma Rojhilata Navîn bi hêz in. Divê her kes jî vê yekê bizanibe. Ji ber vê yekê gef, hîle û deq û dolab naçin serî. Bila hemû kes vê yekê wisa bizanibe. Lê belê ger jidilî hebe em bi rastî jî ji bo aşitiya mayînde amade ne. Rêbertiya me ev biryara stratejîk standiye; em jî piştgiriyê didin wê. Lê belê di vê mijarê de divê nêzîkatiyeke berpirsiyarî hebe. Bi rastî jî divê pêngavên cidî werin avêtin. Bi rastî jî ji bo ku em bizanibin em ketine pêvajoyeke çareseriyê hewcehî bi vê yekê heye.

MAFÊ HÊVIYÊ YÊ JI RÊBER APO RE WÊ LI HERÊMÊ SERDEMEKE DIN BIDE DESTPÊKIRIN

Gelê me yê hêja, dost û hevalên bi qîmet!

Di derketina pirsgirêka Kurd de rola Ewropayê jî heye. Hûn a niha li Ewropayê ne. Ev pirsgirêk li Lozanê hate derxistin. A niha jî wê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê piştî du rojan bicive, mijara Mafê Hêviyê nîqaş bike. We jî dît, beriya niha ji dewleta Tirk re peyam şandibûn. Dem hatiye ku pêngavan biavêje. Dewleta Tirk heya niha pêngav neavêtine. Ger Konseya Ewropayê bixwaze aşitî pêk were, bi rastî nexwaze kuştin pêk were, divê bi xwe jî li berpirsiyariyên xwe xwedî derkeve. Ji bo wan banga me ev e. Pêngaveke erênî biavêjin. Ji bo aşitiyê pêngaveke erênî biavêjin. Li gel azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û dayîna Mafê Hêviyê wê li herêmê serdemeke nû dest pê bike. Ji ber vê yekê divê hûn jî li berpirsiyariyên xwe xwedî derkevin.

Hevalên hêja, ev mijar we jî eleqedar dike. Divê hûn jî li ber deriyê wan bin. Ji wan daxwaz bikin ku pêngaveke erênî biavêjin. Biryareke rast bigirin. Mafê gelê me jî heye ku li ser axa xwe bi awayekî azad bijî. Ev mafekî xwezayî ye. Divê tu kes li pêşiya vê yekê nebe asteng.

EV PÊVAJO, PÊVAJOYA TÊKOŞÎNÊ YE

Hevalên hêja û welatparêzên bi qîmet!

Ev pêvajo, pêvajoyeke girîng e. Divê em zêdetir bixebitin. Divê hevalbendên me, dostên me, rêxistinên dost, kesên dost û welatparêzên Kurdistanê di vê serdemê de bi şev û roj bixebitin. Em bixebitin û destê Rêber Apo xurt bikin. Çareserî dikare bi vî rengî pêş bikeve. Yan na, çareserî pêk nayê.

Rêber Apo ev pêvajo, weke pêvajoya têkoşînê diyar kir. Ji ber vê yekê divê em têkoşînê xurt bikin.

Welatparêzên hêja!

Weke hûn jî dizanin welatê me Kurdistan, weke bihuştê ye lê belê dijminan veguherandiye dojehê. Ji ber vê yekê li welatê me polîtîkaya koçberiyê bi rê ve birin. Ji ber vê yekê hûn belav bûne li seranserê cîhanê. Ev yek ji bo ku me lawaz bikin, kirin. We dît; li Bestayê, Cûdiyê û Gabarê li tu deveran kesek tune ye. Ji bo ku me lawaz bikin ev yek kirin. Lê belê em dikarin vê rewşê berovajî bikin. Li Ewropayê a niha zêdetirî 2 milyonan nifûsa me heye. Cîhan, cîhaneke global e. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke global e; pirsgirêkek cîhanî ye.

WELATPARÊZÊN LI EWROPAYÊ, DIVÊ HÛN XWE BIRÊXISTIN BIKIN, DEST BI TEVGERÊ BIKIN

Û hûn dikarin têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê zêdetir bi rê ve bibin. Ji bo vê yekê divê hûn xwe birêxistin bikin. Di serî de divê jin û ciwan dest bi liv û tevgerê bikin. Komunên xwe ava bikin, meclîsan ava bikin û bila hemû kes xwe birêxistin bike. Divê hemû welatparêz weke dîplomatan bixebitin û divê xebatkar û kesên birêxistin dikin, hebin. Divê bi vî awayî xurtkirin were dabînkirin. Bi vî awayî divê piştgiriya şoreşê di vê serdemê de were xurtkirin. Divê ji kampanyayê re zêdetir beşdarbûn hebe. Ji hemû serdeman zêdetir, vê serdemê hewceyî bi piştgiriyê heye.

Em çalakvanên li dijî qirkirina xwezayê derdikevin, gelê me yê Botanê silav dikin û çalakiya wan silav dikin. Divê em li hemû tiştên xwe, hemû nirxên xwe xwedî derkevin.

Em bi hezkirin Kurdistaniyên hêja û ciwanên me yên enternasyonal ên bi meşa dirêj hatine li ba we silav dikin. Rol û mîsyona wan di vê pêvajoyê de girîngtir dibin.

Gelê me yê hêja û welatparêzên bi qîmet!

Em bi hêsanî negihîştin van rojan. Me gelekî berdêl dan. Me gelekî şehîdên leheng dan. Herî dawiyê me lehengên weke şerê berxwedana Zapê, Mordem Çewlik û sembola xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk, kulîlka Tevgera me hevrêya me ya hêja Emîne Erciyes şehîd dan. Di şexsê van şehîdên me yên dawîn û di şexsê hevrê Fûat (Alî Haydar Kaytan), Riza (Riza Altûn), Sofî (Nûreddîn Sofî), Koçero (Metîn Arslan), Sara (Sakîne Cansiz) û Delal Amed (Hulya Eroglû) de hemû şehîdên leheng bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. Em soza xwe ya me daye wan dubare dikin. Em ê xeyalên wan bigihînin heqîqetê. Ey şehîd, bila dilê we rehet be; wê xwîna we li erdê nemîne!

DIVÊ EM JI BO HER REWŞÊ AMADE BIN

Welatparêzên hêja!

Em ketin serdemeke gelekî girîng. A niha ne diyar e ku wê ev pêvajo çawa pêş bikeve. Divê em ji bo her rewşê amade bin. Lê belê beriya her tiştî divê em pêngava Rêber Apo ya Aşitî û Civaka Demokratîk, meşa sosyalîzma demokratîk bi awayekî xurt pêş bixin. Bi vê wesîleyê ez li ser navê Tevgera me ji niha ve ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim. We hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Û dibêjim bijî têkoşîna gelê me, bijî Serok Apo. Tim û tim serkeftî bin!’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara kesên li Siwêydayê hatine qetilkirin gihîşte 2 hezar 38 kesan
Nûçeya Pişt re Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ahmet Turk: Bi dengek mezin em bertekên xwe nîşan bidin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li Qoserê axivî û ev bang kir,…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Hikûmeta Iraqê divê nebe hevkarê polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê bang li hikûmeta Iraqê kir ku nebe hevkarê polîtîkayên qirêj…

Ji aliyê Stêrk TV

TCŞ’ê şehîdê xwe Azad Ferhan Mihemed bi bîr anî

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) endamê xwe Azad Ferhan Mihemed ku di êrişa dewleta Tirk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YNK: Baweriya PDK’ê bi şirîkatiyek rast nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo qurbaniyên li Kerboranê edalet hate xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Daxuyaniyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?