Piştî Şoreşa Rojava ku îlham daye tevahî cîhanê, di şahiya duyemîn salvegera Şoreşa Rojava de, DAÎŞ’ê gefên mezin bi taybet li ser bajarê Kobanê ya ku çirûska yekemîn bû û gava yekem a şoreşê li wir hatibû avêtin, xwar. Ruxmî ku di bin navê cuda cuda de weke Cebhet El Nûsra û hwd de êrîş pêk dianîn jî, şervanên YPG û YPJ`ê bersiv didan êrîşan.
Di hundirê bajarekî de ku bi deh hezaran kes lê dijiyan de ji sê aliyan ve hatibû dorpêçkirin. Dorpêça ewil li rojhilat, başûr û rojavayê Kobanê bû, ji xwe aliyê wê yê bakur jî ku weke sînor di navbera Bakur û Rojavayî Kurdistanê ye, ew alî jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû dorpêçkirin.
Di 15`ê Îlona 2014`an de çeteyên DAÎŞ`ê dest bi êrîşên li ser gundewarên Kobanê kirin. Di wê çaxê de hem gel û hem jî şervanan dest bi parastina bajar û şoreşa xwe kirin. Dayikên ixtiyar û pîremêr çekên xwe rakirin û dest bi parastina xwe kirin.
ŞERVANAN BI ÎRADEYEK MEZIN PARASTINA AXA XWE KIRIN
DAÎŞ a ku beriya êrîşî Kobanê bike berê xwe dabû Mûsilê û li wir gelek çek û cebilxaneyên mezin bi dest xistibûn û bi wan çekan êrîş birin ser Kobanê. Piştî ku DAÎŞ’ê qadeke berfereh ji bajarên Iraq û Sûriyeyê dagir kiribûn, armanca wan a duyemîn ew bû ku berê xwe bidin bajarê Kobanê. DAÎŞ’ê bi gelemperî hêzên xwe kom kiribûn û armanca wan tenê dagirkirina Kobanê bû. DAÎŞ’ê bi tang, dibabe, çekên giran û hemû çekên nûjen jî êrîş kirin. Di destê her şervanekî de tenê ew çeka xwe hebû û bi îrade û israreke mezin parastina axa xwe kirin. Di wê çaxê de êdî daholên cengê ango êrîşên berfireh li ser Kobanê çêbûn.
LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAÎŞ’Ê DESTAN NIVÎSANDIN
Destpêkê DAÎŞ ji aliyê rojhilat û rojavayê bajêr ve dest bi êrîşan kir. Di destên şervanên bi îrade de çekên ferdî ango çekên sivik hebûn. Di her êrîşekê de ji 3 tangan zêdetir DAÎŞ êrîş dikir. Li wir dîsa jî gelek êrîşên fedaî pêk hatin. Di 16`ê Îlonê de efsaneyek li dibistana Serzorî rû da. Li girê Dolê Şehîd Êrîş û Zozan ku hatina DAÎŞ’ê qebûl nekirin li gundê Kurikê û li binaniya Miştenûrê ku Rêvan bi çalakiyek fedaî bersiv dan çetayan û li gel 12 hevalên xwe şehîd bûn. Li Miştenûrê jî efsaneyek rû da, bi wê efsaneyê re xwedawenda Arîn ku bi bedena xwe li hemberî DAÎŞ serî hilda û bersiv dan wan û bejna xwe li Miştenûrê pêçand. Hîna bi sedan çîrokên fedaî rû dan, ew çîrokên ku şervanan bi bedena xwe bersiv didan êrîşên terorê.
ŞERVAN LI DORA AGIR KOM BIBÛN
Di nava cenga giran de, ew cenga ku wê bibe têkçûna DAÎŞ`ê, serma û seqemên ku xwe li bejna şervanan dipêçand, dest û tiliyên wan li ser tetikê ye. Di nava hatina zivistaneke zor ku berf û baranê xwe li bejna bajarê Kobanê dipêçand. Li dora her agirekî komek şervan û di nava her şervanekî de îradeyek heye, di nava wê komê de stran hene, sernavê wê jî `Em nadin Kobanê` bû. Lê dîsa jî bi rihê hevaltiyê ya gerim, bû wesîleya serkeftina Kobanê.
Şervanan xwe ji her çar parçeyên Kurdistanê li nava dilê Kobanê pêçandibû. Êdî ji Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran ciwan berê xwe dan bajarê Kobanê. Li wir bi çekên xwe destan nivîsandin. Ew destan veguherî dîrokê û dîrok wê ji sedan salan re bihêle û her di nava xeyala her Kobanê de be.
KOBANÊ BÛ ZEMÎNA SERKETINA HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ
Êdî Kurd ne ew Kurdên ku serî li hemberî dagirkeriyê ango li hemberî destdirêjiya li ser destkeftiyên wan, bitewîn in. Êdî wê serdema tunekirina Kurdan neyên, bi taybet li bajarê Kobanê bû zemînek. Ew zemîn li her çar parçeyên Kurdistanê bû serkeftina Kurdan. Ew qirkirina bi sedan sal li ser Kurdan htibû ferzkirin, dawiya wê anî. Piştî banga Rêber Apo ya seferberiyê, lehiya ciwanan her diçû zêde dibû û berê xwe dan bajarê Kobanê. Êdî wê ji nû ve dîroka serkeftina Kurdan li bajarê Kobanê bê nivîsandin.
Êdî DAÎŞ ber bi Kobanê ve hatibû. Di nava Kobanê de efsane ji xwedawendên xwedî îrade pêk dihat. Xwedawendên ku bi tiliyên xwe dîrokek, serhildanek û ji nû ve afrandina jiyaneke azad dikirin.
LI HER DERÊ BERXWEDANÎ RÛ DIDA
Di nava Kobanê de 134 roj û bi hezaran çîrok hene. Di nava her kolaneke Kobanê de, rengekî cuda, çîrokeke cuda û di nava her qozîkekê de berxwedanî rû dida. Li ser her dilopeke ku ji asîmanê Kobanê dihat, bi xwe re hilmeke ax ku li ser wê axê xwîna şervanekî hebû. Axa Kobanê ya ku bi baranê û bi dengê liliyên şervanan bersiva her êrîşên hov dihat dayîn. Bi qêrîna her şervanekî ku digot “Bijî berxwedaniya Kobanê” re tirseke mezin diket dilê DAÎŞ’ê.
ŞERVANAN DIGOTIN: KOBANÊ NAKEVE Û WÊ NEKEVE
Her Erdogan li ser ragihandina xwe mizgîniya ketina Kobanê dida. Digot “Kobanê ket, vaye li ber ketinê ye” lê ew yek hêz û moral dida şervanên li Kobanê ku bikaribin bibin wesîle û Kobanê ji tarîtiyê rizgar bikin. Şervanan digot “Kobanê nakeve û wê nekeve” û 134 roj şûnde Kobanê vi berxwedaniyeke bêhempa azad bû. Kobanê bû cihê ewil ê têkçûna DAÎŞ’ê.
KOBANÊ BI GIŞTÎ RIZGAR BÛ
Li Kobanê careke din serketina Kurdan hat ragihandin. Di 26`ê Çileya 2015`an seet 3 kêm 10 deqe Kobanê bi giştî rizgar bû û ji wir ve êdî dest bi dawîbûna DAÎŞ`ê hat kirin. Êdî ne dewleta Tirk a dagirker û ne jî DAÎŞ’ê nikarîbûn xwe li hemberî têkçûn ragirin. Çeteyên DAÎŞ’ê di berbanga 25`ê Hezîranê de li gundê Berxbotanê yê li başûrê bajarê Kobanê ye û li navenda Kobanê de dest bi komkujiyê kirin û di encamê de bi sedan kes şehîd bûn.
Heta niha jî berxwedanî û têkoşîna li Kobanê berdewam e. Êdî gel bi Rêveberiya Xweser û civaka demokratîk re, civaka xwe bi civaka Exlaqî û Polîtîk re ava dikin û dest bi jiyana xwe dikin. Li Kobanê ya ku şoreş dest pê kiribû, careke din serketina Kurdan lê misoger bû.