Duşem, 15 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di êrîşa çekdarî de malbatek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer ji bo dîtina Rêber Apo bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger komîteyê biryara navberê dabûya, me dikarîbû îro zexteke xurttir li ser Tirkiyeyê bikira’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fikrî Tûglûk piştî 29 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Arslan ê ku 30 sal şûnde hat berdan daxwaza azadiya Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Afîfe Kartal: Em xwedî li rêya aştiyê ya ku Rêber Apo vekiriye derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgerê ku bêdengî veguherand berxwedanê: Akîf Yilmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo ji bo serokeşîrên Ereb: Piştgiriya we ya ji bo QSD’ê pir girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Naîf Bezwan: Metirsiya esasî ya li ser Rojava ji ber Tirkiyeyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozdemîr: Bicihanîna mafê hêviyê ji bo aştiya civakî pêwîstî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo avakirina civaka azad têkoşiya’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DAKB: Jin Jiyan Azadî veguherî meşaleyeke azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Heta azadkirina jiyanê em têkoşînê bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî şoreşa jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sadiqeh Dowlatabadî li dijî zextê bi pênûsa xwe li ber xwe da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jîna Emînî li Londonê hat bibîranîn: Têkoşîna jinan sînoran nas nake

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên zarokan ji bo Şerîfe Mûhammedî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-Çand: Mîrateya Mazdek Ararat wê ji têkoşîna me re bibe ronahî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şeva Çaran’ îşev li ser ekranên Medya Haber TV’yê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awûstûrya xwe ji şahiya “Aştî û azadiyê mezin bikin” re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendan ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konservatûara Aram Tîgran jinûve destpê dike: Kelecana me mezin e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana ‘Pirga Cizîrê’ ya 200 salî bi klîbeke nû hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ayten Dersim: Dilxwaziya azadiyê ya hevala Emîne rê nîşanî me hemûyan da
Jin

Ayten Dersim: Dilxwaziya azadiyê ya hevala Emîne rê nîşanî me hemûyan da

Ayten Dersim qala şehîd Emîne Erciyes kir û anî ziman ku dilxwaziya wê ya azadiyê rê nîşanî wan hemûyan da. Ayten Dersim got, Emîne Erciyes evîndara çiyê, dilsoza têkoşîna hevpar a gelan bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Îlon 2025 Dema xwendinê: 21 dq.
Parvekirin

Ayten Dersim hevrêya xwe ya têkoşînê Emîne Erciyes bi bîr anî û salên ku pê re derbas kir weke “Mînaka herî xurt a hişmendiya azadiyê, kûrahiya îdeolojîk û hevrêtiyê” pênase kir.

Nirxandina Ayten Dersim bi vî rengî ye:

“Hevala Emîne di salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî bi bîr tînim. Û soza dilsoziya bi têkoşîna wê dubare dikim. Demeke dirêj me hevala Emîne nas dikir, di ehman demê de me hevrêtiya jin bi hev re li van çiyayan derbas kir. Li Zagrosan em bi hev re bûn, li Heftanînê em bi hev re bûn, li Garê em bi hev re bûn.

Bêguman dema ku min cara destpêkê hevala Emîne dît, gelek hevalên Tirkiyeyî li gel wê bûn, gelek hevalên Tirkmen pê re bûn. Bêguman her yek ji wan xwedî taybetmendiyeke cuda ye, di nava têkoşîna azadiyê de rengek e. Yek ji wan jî hevala Emîne bû. Hem evîndariya wê ya li çiyê hem jî dilsoziya wê ya bi têkoşîna gelan re gelekî bandor li min kiribû. Sedema bandora dilsoziya wê ya bi tevgera azadiyê ya Kurd re bi vî rengî bû: Mirovek Kurd, jinek Kurd dema ku dilsozê tevgera azadiyê be mirov dikare bi vî rengî şîrove bike; têkoşîna nasnameyê ye, têkoşîna netewebûyînê ye. Di nava wê de têkoşîna jinbûyînê ye. Hevala Emîne hem Tirkiyeyî hem jî Tirk bû. Yanî min timî dipirsî, gelo çima ewqasî evîndar e, çima ewqasî dilsoz e. Û me ev nîqaş jî dikir, carna me henek jî dikir; te xêr e?

Timî ev digot: Weke şexs jî weke gel jî, yanî di nava têkoşîna azadiyê, têkoşîna azadiyê ya Kurdan de min nasnameya xwe dît. Ez bi hişmendiya jinbûyîna xwe hesiyam. Ev tespît ji rêzê nînin. Ev yek nêrîneke îdeolojîk e, pîvaneke exlaqî ye, felsefeya jiyana bi hev re ya gelan e. Lewma dilsoziya me ya hevrêtiyê hem bi parvekirinan hem jî bi nîqaşan bi rastî jî gelekî xurt bûn.

HER KESÊN KU PÊ RE NÎQAŞ DIKIR XWE DI KESAYETIYA WÊ DE DIDÎT

Hevala Emîne dema ku sax bû, xwe nivîsand. Ne ku piştî şehîd ket, xwedîderketina li bîranîna wê… Bêguman ev yek ji wezîfeyên me yê herî pîroz e, berpirsyariya hevrêtiyê ye, hişmendiya jinbûyînê ye… Lê belê hevala Emîne dema ku sax bû ev yek afirand. Mînak hevala Emîne di dilê her kesî de textê xwe danîbû. Yanî bi wê hişmendiya xwe ya jinbûyînê, fikrê ku di kesayetiya xwe de afirand, azadiya ku bi şikandina zincîrên hezaran salî bi dest xist… Diherikî. Azadî jî diherike. Li pêşiya wê sînor nebû, qalib nebû, bend nebû, hemû ji pêşiya xwe radikir. Bi rastî jî hevala Emîne bi wî rengî bû. Mesela di kesayetiya me de qalib hene, lê bi hevala Emîne re tine bû. Eger em dixwazin di şexsê wê de azadiyê nas bike, xwe bigihînin azadiyê, ya herî şênber a vê yekê pîvanên jiyanê yên hevala Emîne bû. Danûstandinên wê yên bi jinê re ewqasî bi dilnizmî bû ku bi kê re nîqaş bikira, wê/î kesî xwe di kesayetiya hevala Emîne de didît. Ev yek taybetmendiyeke gelekî girîng e. Di nava her şoreşger, milîtaneke jin û evîndareke azadiyê de hîskirina vê yekê gelekî girîng e. Ew têkilî datanî.

Mînak dema ku bi hevalekî mêr re nîqaş dikin, mêr di şexsê wê de asta jin a azad didît. Ji ber ku li gel wê nêzîkatiya li mêr jî xwedî pîvanan bû. Li wir jî pîvan hebûn. Li wê derê ew nêzîkatî hebû ku nîşan dida bê mêrek li pêşberî azadiya jinê divê çawa biaxive. Mesela her kesî gelekî ji hevala Emîne hez dikir. Ewqas salan ev têkoşîn dimeşand. Min ji kesî ev yek nebihîst: ‘Hevala Emîne dilê min şikand, bi min re nîqaş kir, min fêhm nekir’. Ev kêmasî bi me re hene. Carna em teng bûne, carna ji ber zêdebûna kar me nedîtine, carna ji ber giraniya şer em bi hemû taybetmendiyan nehesiyane. Lê belê hevala Emîne dema diçû şer jî li wê difikirî bê taybetmendiyên bingehîn ên hemû hevalan çi ne, ew heval divê bi çi rengî bêne bicihkirin, çawa dikare wan bi bandor, bi înîsiyatîf û diyarker bike. Ev yek gelekî li pêş bû.

Min carna bi heneko jê re digot, ‘Tu gelekî mijûl dibe’. Wê jî digot, ‘Taybetmendiya bingehîn a vê şoreşê mijûlbûna zêde ye’.

KOKA MIN, KOKA MIROVAHIYÊ LI VÊ DERÊ YE

Dikarim vê yekê bi hêsanî bibêjim, ez jî perwerde kir. Bêguman di navbera me de têkiliyeke bi vî rengî heye, her yek ji me ji yên din werdigire. Mesela li wan çiyayan, bi taybetî li Zagrosan min carna jê re digot, ‘Tu xezalek e’. Dikeniya û digot, ‘Eger ez xezalek bim, hingî ez azad im. Eger ez li van çiyayan ewqasî bi rengekî azad digerim, hingî min tehma azadiyê kiriye’. Yanî pênaseyên ku wê dikir mirov perwerde dikir, mirov ber bi xwe ve dikişand. Ev taybetmendî gelekî girîng in.

Em şoreşgeriyê timî pênase dikin: Divê şoreşgerek her kesî vehewîne, dilnizm be, li pêşberî hevrêyên xwe bi berpirsyarî be, berê xwe li armanca xwe be. Hevala Emîne bi rastî jî li Zagrosan cihek nema ku lê negeriya, nas nekir. Digot, ‘Ez xwe li vê derê dibînim’. Gelekî balkêş e. Me timî digot, ‘Tu ji ku rabûye hatiye ku derê, tu li çiyayên me, xwe dibîne?’ Wê jî digot, ‘Koka min li vir e. Koka mirovahiyê li vir e’. Heyva Zêrîn a Kurdan, heybeta Zagrosan…

Lê bi rastî jî ya ku wê digot, rast bû: Şaristaniya mirovahiyê. Dîrokê ev yek cuda nekir: Tu Kurd e, tu Tirk e, tu cuda ye. Navenda dergûşa şaristaniyê bû. Ji ber vê yekê timî digot: ‘Ez bi dîrokê re dimeşim. Dîrok jî bi min re dimeşe’. Ev tespît kesayetiya mirov ava dikir. Ne tenê gotinek bû.

Mînak di nava tevgera me de dema dersa kûantûmê dihate dayin, yek ji wan hevalan bû ku nêrîna wê, rêbaza wê ya têkiliyê, rê û rêbaza wê gelekî baş fêhm kiribû. Tirkiyeyî bû, Tirkmen bû. Bi Kurdî diaxivî, dersên xwe bi Kurdî dida. Di wê mijarê de me zehmetî dikişand ku dersê bidin. Dema ku me ew didît, em li ber xwe diket. Yanî hevaleke Tiriyeyî bi zimanê gelê Kurd hîn bû û bi wî zimanî xwe îfade dikir… Ew dema bi Kurdî diaxivî, ruh tevlî dikir. Dema ku min lê guhdarî dikir min digot, ‘Divê ez teqez hînî Kurdî bibim’. Hem bi rengekî akademîk hem jî bi rengekî ku ruh tevlî bike. Ziman jî bûyereke ruh e. Vegotina fikrekî ye.

Ji xwe dersa kûantûmê jî rewşeke bi wî rengî ye: Ne tenê vegotina bi rengê jiberkirî ye. Wê bi kûrahî vedigot. Bi mînakên xwe, bi fikrê xwe, bi hemû detayên li nava jiyanê…

Ji ber ku ya diviyabû me bikira jiyana azadiyê ya bi nêrîna kûantûmîk bû, dîtina alternatîf û îhtimalên wê bû. Bi rastî jî nêrîneke azad e. Me ev yek di kesayetiya hevala Emîne de dît. Bi tena serê xwe nejiya.

DA SER ŞOPA HEQÎQETÊ

û heqîqet… Hevala Emîne hevrêya heqîqetê bû. Li ser şopa heqîqetê meşiya. Ji bo dersê bide bi sedan lêkolîn dikir, pirs dikir. Em rêwiyên heqîqetê ne. Lê belê me heqîqet bi rengekî yekpare di kesayetiya xwe, di taybetmendiyên xwe, di pîvanên xwe yên exlaqî û têkiliyên xwe de nekariye ava bikin. Kêmaniyên me hene.

Hevala Emîne hevaleke me bû ku bi çanda Tirkmeniyê, bi hişmendiya jin û gelekî bindest heqîqet dijiya. Azadî timî pirskirin e û meşa li pey wan pirsan e. Heqîqet jî vegotina vê yekê ye. Lewma pirs li gel wê nediqediya. Ji ber ku pirs nediqediya, lêkolîn jî nediqediya. Ti carî nedigot, ‘Ez hîn bûm, ev têra min dike’.

Lewma hevala Emîne pêşengiya rêwîtiya heqîqetê bû. Ev yek bi jiyana xwe, bi têkiliyên xwe, bi civakîbûna xwe ava kir û ispat kir. Eger em dixwazin xwe ava bikin, şehîdan rast fêhm bikin û nas bikin, vaye hevala Emîne pêşenga vê bû.

Evîndariya wê ya li gerîla… Belê, weke tevger û jin me kesayetiya xwe li çiyê dît. îradebûna xwe, mirovbûna xwe, fikrê jinbûna xwe, nasnameya xwe jî…

Mebesta min ji nasnameyê ne kaxizek bi tenê ye. Çiyayan em afirandin. Hevala Emîne di asta herî bilind a vê yekê de bû. Li her demsala çiyê eşqeke cuda hebû. Kelecaneke cuda… Mînak di her biharê de ji bo me hemûyan gelek tişt îfade dikir. Ew rengîngiya wê te ber bi xwe ve dikişand. Taybetmendiyeke welê ya çiyayan heye. Ji ber vê yekê em timî dibêjin: Çiyayên me dayika me ne.

JI BO PÊ LI KULÎLKEKÊ NEKE BI HESASIYET TEVDIGERIYA

Yên ku em hembêz kirin, xwedî kirin, mezin kirin, hebûna me afirandin çiyayên me ne. Hevala Emîne ev yek timî jiya. Mînak xemgîniya payîzekê… Lê belê li gel xemgîniyê xwe jî nû dikir. Xweza, heqîqet, guherîna li xwezayê û ahengiya azadiyê di kesayetiya xwe de ava dikir. Ji ber ku em weke mirov, weke jin bi xwezayê re hene.

Modernîteya kapîtalîst mirv ji xwezayê qut kir, ezeztî, lîberalîzm, elît û serwerî afirand. Kesayetiyeke welê afirand ku xwezayê talan dike, wêran dike. Em vê yekê îro li tevahiya Rojhilata Navîn dibînin.

Mînak, qutkirina kulîlekê bi xwe ji bo wê hesasiyetek bû. Dema ku dimeşiya ji bo pê li kulîlkekê neke gelekî bi hesasiyetê tevdigeriya. Min carna digot, ‘Tu gelekî zêde hesas e’. Lê belê wê digot, ‘Ne welê ye. Em di oxira vê de bi rê ketine’. Ev yek nêrîneke ekolojîk û çandî bû. Xwe weke cewher û parçeyekî xwezayî didît, bi wê re dibû yek. Ev hemû bi hevala Emîne re hebûn. Lewma yek ji pêşengên tevgerê bû.

Di pêşengiyê de em xwe dixin nava qaliban. Bi nêrîn, gotin û sekna fermandariyê… Lê belê hevala Emîne gelekî dilnizm bû. Yek ji pêşengên Fermandariya YJA Starê bû. Bi dilnizmiya xwe hemû heval ber bi xwe ve dikişand. Kesî nizanîbû ku ew fermandar e; bi sekna xwe, bi zimanê xwe, bi nêzîkatiya xwe, xwe nedida pêş. Cudahiya wê ev bû.

XWE AVA KIRIBÛ, LÊGERÎNA WÊ YA HÎNBÛNÊ MEZIN BÛ

Ya ku divê em xwe bigihînin wan ew pirs in ku Rêberê me bi salan e di nava têkoşînê de dipirse: Fermandareke jin divê çawa be? Divê balkêş be, divê pêşeng be. Pêşengiya xwe ji fedakarî, hewldan, kedkarî û çêkeriya xwe dihat. Gelekî kedkar bû. Hem ji aliyê fikrî timî xwe nû dikir, hem jî ji aliyê pratîkî ve xwe şareza dikir. Biçûk an jî mezin di nava hemû karên pratîkî de bû. Ji ber vê yekê piralî bû.

Hevala Emîne gelekî ji xwe bawer dikir. Ji ber ku xwe ava kiribû. Kî ji xwe bawer dike? Yên ku xwe ava kirine. Hem ji aliyê taktîk û pratîka şer ve, hem ji aliyê detayên jiyanê, jinbûyînê, sekn û hişmendiya gel ve xwe bi pêş xistibû. Dema ku tiştekî pê nizanîbû hebûya, digot, ‘Ez pê nizanim’. Lêgerîna wê ya hînbûnê gelekî mezin bû. Digot, ‘Eger ez pê nizanibim divê tevlî bibim û hîn bibim’. Bi gotina hinekan bi tenê nedima. Ji ber vê yekê bi israr û inat li nava gerîla ma. Her tim bi rola pêşeng, milîtanî û fermandariya YJA Starê rabû. Di nava YJA Starê de her tim têkoşiya ku nîşan bide divê gerîlayên jin çawa be û bi rastî jî ev yek afirand. Di hemû civînan, perwerde û sohbetan de ev yek bi şênberî nîşan da.

Demekê ji ber pirsgirêka li lingê wê zehmetî kişand. Em bi hev re bûn. Ewqasî bi zora wê çû bû… Digot, “Divê pirsgirêkên min ên fîzîkî nebe. Eger bibe weke ku min ji çiyê, ji gerîla, ji fedakariyê wê qut bike…” Ez carna hêrs dibûm û min digot, “Divê tu ewqasî hesas nebe, bi wî rengî nenirîne.”

EVÎNDARA ZAGROSAN BÛ

Vegotina şehîdan ji bo me zehmet e. Ji ber ku vegotina wan bi qasî vegotina wateya rast e. Ji ber vê yekê hevala Emîne dema ku sax bû bi jiyana xwe, xwe ispat kir. Bi hevrêtiya xwe ispat kir. Her timî nîşan da ku divê jiyan çawa be, ji ku derê destpê bike. Da pey pirsên heqîqetê û bi vî rengî jiya.

Gelekî evîndara Zagrosan bû. Gelekî jê hez dikir. Eşq, dilsozî û fedakariya wê gelekî mezin bû. Li hemberî kêmasiyan xwedî berxwedêriyeke cidî bû. Berxwedêriya wê ji bo jiholêrakirina pirsgirêkan bû. Hinekan digotin, “Ew der zehmet e, li wir pirsgirêk hene.” Belê, bi rastî jî zehmet e. Asîbûna Zagrosan, tenê pêşengên asiyan dikare xwe lê rabigire. Lê belê ev asîbûn serhildêriyeke ji rêzê nîne; xwe gihandina li asîbûneke ku bi xwe afirandiye. Em hemû dema ku diçûn serê wan çiyayan me zehmetî dikişand. Lê belê dema ku tu xwe digihîne serê wan çiyayan, tu tehma azadiyê dike. Min li serê çiyê gelek caran şahidî ji vê qîrîna hevala Emîne ya li serê çiyê kir. Dema ku xwe gihand serê çiyê bi rengekî azad qîriya… Jiyana kêfxweşî û hezkirina serketinê ya rasteqîn… Ev hestên gelekî girîng bûn. Ji jiyana me ne cuda bû, di nava jiyana me bi xwe de bûn.

Şehadeta hevala Emîne ji bo me gelekî giran bû, wezîfeyên mezin jî ji me re hişt. Weke hevrêyên wê, pirseke cidî ye ku em ji xwe bipirsin bê ji bo hêjayî şehîdan bibin divê çi bikin. Weke hevrêyeke wê em di bin wê berpirsyariyê de ne ku bi têrkerî hêjayî wan nebûne.

BI EŞQA WÊ YA AZADIYÊ WÊ BI HEZARAN HEVRÊYÊN WÊ BIMEŞIN

Em tevgereke Rêbertî ne. Rêbertî gel hemû, mirovahî bi îdeolojî û felsefeya xwe hembêz kir, pejirand. Vê tevgerê hebûna xwe ispat kiriye. Wezîfeya me jî ew e ku azadiyê û çanda demokratîk bi gelan hemûyan bidin pejirandin. Ji ber ku ev yek ji xwe heqîqeteke heyî ye. Em ji tinebûnê neafirînin. Ji bo karibin ya heyî careke din bigihînin dînamîkên wê têkoşînê dimeşînin.

Lewma wasiyeta şehîdên me hemû berpirsyariya me ya bingehîn e û felsefeya me ya jiyanê ye. Hevala Emîne bi wate jiya, bi rengekî azad jiya, bi rengekî azad têkoşiya. Bi eşqa wê ya zadiyê wê bi hezaran hevrê bimeşin.

Li pêşberî şehîdan em xwedî vê berpirsyariyê ne: “Em bi we hene. We jiyana me ava kirin, nîşan dan ku divê em çawa bin, li pêşberî vê dozê teredût nebin, bêfikar xwe tevlî doza gel bikin û dema ku meşiyan bibin ew hêz ku dijmin ditirsîne.”

Weke tevger dema ku me dest bi vê rêwîtiyê kir, me tirs hemû ji pêşiya xwe rakir. Êdî mirin ji me ditirse. Jiyana me ispata vê yekê ye. Şehadeta hevala Emîne ispata vê ye. Bi hezaran şehadet ispata vê ye. Em ji mirinê natirsin. Ji ber ku me ev qonax zûdeyî derbas kir. Meşa me ya li hemberî dijmin ne tenê bi çekê ye; bi pîvanên me yên îdeolojîk, felsefî û exlaqî ye. Em timî bi têkoşînê ber bi armanca xwe ve dimeşin. Ya ku me diafirîne armanc e. Ew armanc jî bingeha hebûna me ye.

Hevala Emîne yek ji pêşengên van bû. Têkoşîna wê ji bo wê yekê bû ku jiyaneke azad ji jinan re biafirîne, hesret û armanca wê ew bû. Ev yek li ser dikê bi şano jî nîşan dida. Di şanoyên yek kesî de bi dansa xwe, bi fîgurên xwe her kes hembêz dikir. Yên lê temaşe dikirin bi baldarî li wê temaşe dikirin.

Fikrê hunermend zirav e, dilnizm e û hebûna wê ya çandî demokratîk e. Hevala Emîne jî hunermendeke gelekî demokrat bû. Dilsoziya xwe ya bi azadiyê re bi dans, şanoya xwe dijiya û dida jiyîn.

Min timî jê re digot: “Divê em bi rengekî azad dans bikin û vê bigihînin.” Û ya ku ev kir jî hevala Emîne bû. Rêya wê rêya me ye, têkoşîna wê têkoşîna me ye, armanca wê armanca me ye. Sekn, pîvana wê ya jinbûyînê, dilsoziya wê ya bi azadiyê re bandor li têkiliyên wê dikir.

EM Ê ARMANCÊN ŞEHÎDÊN XWE PÊK BÎNIN

Têkoşîna 52 salan niha veguheriye stratejiyeke nû. Têkoşîna azadiyê ya ku Rêberê me da destpêkirin wê teqez bigihêje armanca xwe. Teqez wê bi serketinê tacîdar bibe. Rêbertî timî digot, îro jî dibêje: Em ê hêjayî şehîdên xwe bin. Em ê xeyal, armancên wan, bi nasnameya demokratîk û azad a gelan pêk bînin. Em ê bi îradeya azad jiyana wan misoger bikin. Em soza vê yekê careke din di şexsê hevala Emîne de dubare dikin ku berpirsyariya me ya hevrêtiyê ye.

Bi vê têgihiştinê careke din hevala Emîne bi bîr tînim û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna wê re dubare dikim. Bi hest û fikrê jinbûyînê soza dilsoziya xwe careke din didim.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî şoreşa jinan hemûyan e
Nûçeya Pişt re Di êrîşa çekdarî de malbatek hate qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pinar Sakik Tekîn: Em ê li Kurdistanê rê nedin qeyûman

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku wê li Kurdistanê rê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Efrîkaya Navîn û Rojava ji ber lehiyê zêdetirî hezar kes jiyana xwe ji dest dan

Li Efrîkaya Navîn û Rojava ji ber lehiyên ku ji Tîrmehê vir ve didome zêdetirî…

Ji aliyê Stêrk TV

Peymana DYE-Ûkraynayê: Li gorî Moskowayê tenê ‘parçeyekî kaxezê ye’

Di navbera DYE û Ûkraynayê de peymaneke ewlehiyê ya ji bo 10 salan, hate îmzekirin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinên navdar ên cîhanê ji bo Rêber Apo name ji Konseya Ewropa re şandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

DAKB: Jin Jiyan Azadî veguherî meşaleyeke azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJK-E: Heta azadkirina jiyanê em têkoşînê bilind bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li rojavayê Elmanyayê rastgirên tund li pêş in: AfD gihişt rêjeya dengan a dîrokî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?