Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ev pêşveçûn wekî “gaveke hêvîdar nirxand” û got; “Ev jî nîşan dide dema guh li hişyariyên zanistî tê dayîn pêşveçûn pêkan e.”
Guterres di daxuyaniya xwe de got: “Îro qata ozonê baştir dibe,” û wisa lê zêde kir: “Ev pêşveçûn jî dide nîşan ku dema netewe guh bidin hişyariyên zanistî, dikarin gavên girîng biavêjin.”
Li gorî WMO’yê, “Di sala 2024’an de lawazbûna qata ozonê ya ku hate dîtin, bi qismî ji ber faktorên xwezayî yên atmosferê ye.” Rêxistinê diyar kir ku di dirêjahiya demê de xwariya erênî ya ku tê dîtin “serkeftina çalakiyên navneteweyî nîşan dide.”
Sedema sereke ya lawazbûna qata ozonê di salên 1970’yan de kloroflorokarbonên (CFC) ku di aerosol û sarkeran de dihatin bikaranîn hatibûn tespîtkirin. Bi saya Protokola Montrealê ya ku di sala 1987’an de hate îmzekirin, ji sedî 99’ê van madeyên zirardar gav bi gav hatin qedexekirin.
Li gorî WMO’yê, tê payîn ku qata ozonê bigihêje asta sala 1980’an: di sala 2040’an de li piraniya cîhanê di sala 2045’an de li herêma Arktîkê, û di sala 2066’an de li ser Antarktîkayê. Ev başbûn dê rîska penceşêra çerm û kataraktê kêm bike û herwisa dê alîkariya parastina ekosîsteman ji tîrêjên UV’ê bike.