Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî Rêber Apo û girtiyên din nehatiye bicihanîn û xwest, biryar tavilê bi cih bêne anîn.
DBP’ê got, “Nenaskirina mafê hêviyê ne tenê binpêkirina mafekî şexsî ye, di heman demê de astengiyeke bingehîn e ku pêvajoya çareseriyê lawaz bike.”
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîda giran a li ser Rêber Apo ne tenê binpêkirina mafekî şexsî ye û hate gotin, “Tê wateya astengkirina mafê hêviyê yê kolektîf ê gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê.”
AKTORÊ DIYARKER Ê PAŞEROJA DEMOKRATÎK
Di daxuyaniyê de işaret bi rola Rêber Apo ya di pêvajoyên çareseriyê yên dema derbasbûyî hate kirin û hate gotin, “Birêz Abdullah Ocalan bi rol û perspetkîfa xwe ya di pêvajoyên çareseriyê yên dema derbasbûyî, aktorekî diyarker ê paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye. Polîtîkaya astengkirina ragihandinê ya li hemberî wî tê meşandin, pirsgirêkeke bingehîn e ku zearê dide hêviya aştiyê û çareseriyê ya gel. Atmosfera muzakereyan a demokratîk bi rakirina vê îzolasyonê dikare pêk were. Li gorî biryarên DMME û Konseya Ewropayê naskirina bi lez a ‘mafê hêviyê’ ji bo hemû girtiyan divê bibe bingeha pêvajoya aştî û civaka demokratîk.”
DBP’ê bi bîr xist ku di raporên DMME û CPT de cezayê darvekirinê yê heta bi hetayê yê girankirî weke ‘li derveyî mirovahiyê’ hate pênasekirin.
DAXWAZ
Di daxuyaniya DBP’ê de ev bang hate kirin:
“Biryarên DMME û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê tavilê û bê kêmasî bi cih bêne anîn.
Rejîma înfazê ya heta bi hetayê ya girankirî divê ne tenê sîstemeke cezakirinê be, her wiha divê bibe sîstemeke ku vegera li civakê pêkan dike.
‘Mafê Hêviyê’ bi hemû aliyên xwe yên hiqûqî, îdarî û pratîkî ji bo hemû girtiyan bê naskirin û parastin. Di serî de Birêz Abdullah Ocalan tecrîda li ser hemû girtiyan tavilê bê rakirin; mafên danûstandina bi parêzeran, malbatan û cîhana derve bêyî derengxistinê bêne naskirin.
Divê neyê jibîrkirin ku ‘Mafê Hêviyê’ ne tenê bendewariyeke azadiyê ye, ji bo paşeroja demokratîk û jiyana aştiyane ya civaka Tirkiyeyê mafeke. Naskirina vî mafî ji bo xurtkirina aştiya navxweyî û jinûve avakirina rewatiya navneteweyî gaveke dîrokî ye.”