Li gorî rapora bi sernavê ‘Kokên Berxwedanê’ ya Global Witnessê, ji sala 2012’an û vir ve herî kêm 2 hezar û 253 parêzvanên hawirdorê û xakê hatin kuştin. Di nava sala 2024’an de 146 kes mirin an jî winda bûn. Ev yek li gorî salek berê (196) kêm jî be, rêxistinê diyar kir ku ev pêşketinek nîne; ji ber zehmetiyên piştrastkirinê yên li herêmên şer, dibe ku hejmara rastî zêdetir be.
LI LATÎN EMERÎKAYÊ TALBOYA KUJER
Ji sedî 82 ê bûyeran li Latîn Emerîkayê rû dan. Kolombiya bi 48 bûyerên kuştinê hîn jî welatê herî xetere yê li cîhanê ye. Piraniya kesên hatin kuştin jî lîderên xwecihî, cotkar û parêzvanên xwecihî bûn ku li hemberî madenkarî, çandinî û sûcên rêxistinî li ber xwe didan.
Li Gûatemalayê ev cînayet sala 2023’an 4 bû, lê sala 2024’an bû 20. Li Meksîkayê 19, li Brezîlyayê jî 12 kes hatin kuştin.
Pispora Global Witnessê Laura Furones anî ziman ku Latîn Emerîka ji ber çavkaniyên xwe yên dewlemend ên xwezayî dibe hedefa êrîşan û got, “Bêcezahiştin vê rewşa tundiyê zêde dike. Dema ku êrîşkar nayê cezakirin, êrîş jî dubare dibe.”
Di sala 2024’an de ji sedî 45 ê kesên hatin kuştin an jî windakirin parêzvanên ji gelê xwecihî, ji sedî 45 cotkarên biçûk bûn.
Sektora herî kujer jî bi 29 bûyeran madenkarî, bi 8 bûyeran daristanî, bi 4 bûyeran jî çandinî bû.
Ji sê parên bûyeran ji parekê sûcên rêxistinî, ji 17 bûyerên kuştinê jî aktorên dewletê (polîs û artêş) berpirsyar hatin nîşandan.
Li gorî Global Witnessê, hikumet û şîrket qezencê dikin, mirovên ku hawirdorê diparêzin jî têne kuştin. Cîhan êdî bi hilbijartinekê re rû bi rû ye: Ya wê ji bo parastina parêzvanan gavên şênber bêne avêtin, yan jî wê tundî dewam bike.