Rêxistinên çand û hunerê yên weke Tev-Çand Ewropa, Hunera Mizgîn û Koma Ronahî ji bo bîranîna şehîd Zenda Bermal, daxuyaniyek bîranînê weşandin.
Daxuyaniya Tev-Çand Ewropa, Hunera Mizgîn û Koma Ronahî bi vî rengî ye: “Bi vekirina navendeke nû ya çanda Kurdî li herêma Parîsê ( Villiers le bel) xebatên çandî destpê dikin. Di nav gavên pêşîn ên govendên koma nû ya Govenda Parîsê de, kesayetek veşartî bala mirov dikişîne: keçek 14 salî, şermok lê bi awirek geş. Navê wê Zîlan bû û wê rojê kesî nedikarî texmîn bike ku ew ê çiqas bandorek mayînde li ser dil û dîroka me bihêle.
Zîlan di 22’yê Hezîrana 1995’an de li Parîsê, di nava malbateke ji Mêrdînê de ji dayik bû, di navbera du çandan de mezin bû: Kurdî li mala xwe, Fransî li derveyî mal. Lê di rîtmên gelê xwe de, di gavên govend û stranên berxwedanê de, wê rastiye xwe dît. Ew di sala 2009’an de tevlî koma govendê bû û pir zû ji endamekî bêhtir xwedî berpirsyar bû. Ew bû veguhezkarê bîranînan.
Wekî endameke Koma Ronahî, her tim di Mihricana, Newroza, çalakiyan da cihê xwe digirt. Car caran beşdarî Mihrîcana Govendê dibû ku ji sala 2010’an heta 2014’an dewam kir û du car koma wê bû yekem. Kanûna 2013’yan de, beşdarî ‘Kampa Govendê’, Kampa Şehîd Ronahî li Elmanya bû. Wê şopek xurt û nayê jibîrkirin li pey xwe hişt û di dawiyê de beşdarî Rêveberiya Govenda Parîsê bû.
Di Koma Armanc’de, wê ji zarokan ra mamostetî kir, bi nermî û bi coş tiştê ku hîn bibû, hînê zarokan jî dikir.
Zîlan keçika bi kenek bêdawî bû, ku kenê wê dilê mirovan mîna tîrêjek rojê germ dikir. Ew dilşewat û pir mirovî bû, her gav amade bû ku alikarî bide. Xemgîniya hevrêyên xwe hildigirt û hewl dida teselî bike. Ew ji hêla her kesî ve, bê şert û merc, dihat hezkirin. Ji bo me, ew xwişkek, hevalek, stûnek hêzê bû.
Komkujiya Parîsê ya Çileya 2013’yan, bandorek mezin li ser wê kir. Qetilkirina Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) li Parîsê êşek kûr, giran û bêtehemûliyek di wê de hişyar kir. Ji wê demê pê ve, Zîlan bi awayekî din dest bi têkoşîne kir. Ew bêyî ku yek ji wan jî winda bike, beşdarî xwepêşandanan bû, her Çarşem tevlî meşa jinan dibû û her li pêş bû. Wê tevlîbûna xwe di qada siyasî de zêde kir, lê di demek kurt de, wê hîs kir ku ev jî têrê nake.
Ew ê paşê ji me re bigota ku ew êdî nikare bi rehetî bijî, dema ku yên din jiyana xwe ji bo azadiya gelê Kurd ji dest didin. Ji ber vê yekê, di Hezîrana 2014’an de, di 19 saliya xwe de, biryarek girîng girt. Wê Parîs, malbat û hevalên xwe hişt da ku tevlî havalên xwe ye din ên têkoşînê bibe. Ew bû Zenda.
Bi vî awayî, ev keça ciwan, bi kenê xwe yê şîrîn û ronahiya xwe ya hundurîn a bêdawî, tevlî refên têkoşîna çekdarî bû û li dijî zordariyê û dargirkeriyê, ji bo azadî, ji bo rûmetê û ji bo siberoja xwe şer kir.
Îro, piştî salan, bîranîna wê di dilê hevalên wê, xwendekar û şagirtên wê û hemû kesên ku li ser rêya wê rast hatine de zindî dimîne. Gavên wê hîn jî di govendên me de deng vedidin. Kenê wê hîn jî di bêdengiya me de dijî. Û navê wê, Zîlan, Zenda di bîra gelê me de hatiye kolandin.
Wekî xatirxwestinê:
Ji bo Zîlan, heval û xwişka dilê me.
Kenê te hîn rojên me ronî dike.
Bîranîna te û rihê te wê herdem di govendên me dê bijîn
Em her tim minetdar û bextewarin li hember hevrêtiya te ya jidil. Ji ber vê em wekî tevgera çand û hunera Ewropa û wekî Tevgera Hunera Mizgîn hem ji malbatê, hem hevrê û hogirên wê û hemû hezkiriyên wê re ser saxî dixwazin û dubare dikin ku riya wê her tim şop û soza me ye.”