Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo Tuncer Saglam li Esenyurtê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna bilind a avhewayê ya gelan de banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê daîmî dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Desthilatdarî di pêvajoya aştiyê de jî kedkaran ji nedîtî ve tê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Divê li Sûriyeyê mafê jinan û neteweyên din bên parastin’
Jin

‘Divê li Sûriyeyê mafê jinan û neteweyên din bên parastin’

Rêveberiya Meclîsa Jin a TEV DEM’ê ya Kantona Firatê Bêrîvan Cuma destnîşan kir ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê mafê jin û neteweyên din nas nake û got ku ew ê têkoşîna xwe li dijî hişmendiya serdest a mêr bidomînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Sûriye demek dirêj e di nav krîz û şerek mezin de ye. Li welatekî ku mafên jinan û neteweyên cuda tên desteserkirin, wê krîza li Sûriyeyê her berdewam bike. Rejîma nû, ku îdîa dike ew xwedî hişmendiyeke demokratîk e, di pratîkê de nikare daxwazên gel bicîh bîne. Rêveberiya Meclîsa Jin a TEV DEM’ê ya Kantona Firatê Bêrîvan Cuma têkildarê rewşa heyî ya li Sûriyeyê û binpêkirina mafên jinan ji ajansa me ANF’ê re axivî.

Bêrîvan Cuma, diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, Sûriye ket nav krîzeke mezin de û wiha got, “Mafên hemû gelên ku li Sûriyeyê dijîn hatin desteserkirin û binpêkirin. Bi taybetî piştî hikûmeta veguhêz hat ser desthilatdariyê qeyran mezintir bû. Hikûmeta veguhêz, bi zext, siyaset û pêkanînên xwe mafên hemû gelên li Sûriyeyê dijîn binpê dike.”

Bêrîvan Cuma, da xuyakirin ku li Sûriyeyê êrîşên li ser jin, zarok û kal û pîran berdewam dikin, û destnîşan kir ku komên îslamî yên radîkal li dijî pergala Rêveberiya Xweser ku hemû rengan di nava xwe de dihewîne, tevdigerin. Bêrîvan Cuma got, “Niha, Îslama radîkal xwe li Sûriyeyê nîşan dide û rêbazê çeteyan pêk tîne. Di pergal û destûra nû de mafên jinan tune ne. Em vê yekê qebûl nakin.”

Bêrîvan Cuma, anî ziman ku divê mafên jinan bi awayekî destûrî werin parastin û wiha domand, “Rengê jinê niha li Sûriyeyê tune ye. Çawa DAÎŞ’ê jin di nava çar dîwaran de digirt û li pazaran difirot, hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê jî heman rêbazê pêk tîne.”

Bêrîvan Cuma, got, “Rêber Apo dibêje, ‘Ger jin azad nebin, civak azad nîne.’ Jin dikarin şoreşan bi rê ve bibin. Li herêmên Rêveberiya Xweser jinan pêşengiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê kirin û bi ser ketin.”

Di dawiyê de, Bêrîvan Cuma behsa girîngî û pêwîstiya parastina mafên hemû jin û neteweyên li Sûriyeyê kir û diyar kir ku hikûmeta veguhêz tenê li berjewendiyên yek gel û yek komê difikire û got, “Em nikarin vê hikûmeta ku tenê yek netewe û yek alê dixwazin bipejirînin. Divê ziman, nasname, çand û hebûna her kesî bi awayekî demokratîk were qebûlkirin. Em ê hewldanên xwe hîn xurttir bikin û têkoşîna xwe ji bo vê yekê bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şêniyên Amedê: Eger dewlet gavan neavêje wê bi xwe winda bike
Nûçeya Pişt re Li Dêrazorê êrîşa DAÎŞ’ê: 4 şervanên QSD’ê şehîd bûn, çeteyekî DAÎŞ’ê hate kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mamosteyên Kantona Firatê tevlî seferberiyê bûn

Mamosteyên Kantona Firatê tevlî seferberiya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê îlan kirî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Erdogan: Min ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ragihand xebatên ji bo destûra bingehîn a nû dest pê kirine…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Banga jinan: ‘Dawî li polîtîkayên şer û tundiya mêr-dewletê bînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?