Ji ber ku biryara binpêkirina ‘mafe hêviyê’ ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo 12 sal in bi cih nayê anîn, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê 15-17’ê Îlonê li hev kom bû, careke din dem da Tirkiyeyê û jê xwest, heta Hezîrana 2026’an sererastkirinê bike. Komîteya Wezîran têkildarî bicihanîna biryara ‘mafê hêviyê’ ku 4 hezar girtiyan eleqedar dike, bal kişand ser Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclîsê kir û xwest, gavên pêwîst tavilê bêne avêtin.
Ev taloqkirin ji aliyê gelek derdoran ve nerazîbûnê hate pêşwazîkirin. Her wiha balkêş e ku komîsyon jî gavên bi lez neavêje. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
‘JI BO BERJEWENDIYÊN SIYASÎ MAFÊN MIROVAN DIDE ALIYEKÎ’
Keskîn Bayindir anî ziman ku ev mesele ne tenê meseleyeke li girtîgehan an jî binpêkirina mafekî şexsî ye û got, “Pêwendiya vê yekê yekser bi demokratîkbûna li Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û paşeroja aştiyê ya civakî heye.
Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd fîgurekî siyasî ye; di heman demê de yek ji aktorên sereke yên pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk e, bi vê rola dîrokî rabûye. Li gel dîlgirtina ku sala 1999’an destpê kir û tecrîda girankirî jî ji bo paşeroja hevpar a gelên li Tirkiyeyê nêzîkatiyeke li ser bingeha çareserî û diyalogê daniye holê.”
Keskîn Bayindir işaret bi binpêkirinên 12 salan ên li sîstema Îmraliyê kir û got, “Komîte li hemberî van binpêkirinan pêkanîneke bi bandor ferz nekiriye. Ev yek jî radixe pêş çavan ku saziyên navneteweyî di oxira berjewendiyên siyasî de pîvanên mafên mirovan didin aliyekî. Ev rewş ne tenê ji bo gelê Kurd, her wiha li nava raya giştî ya Ewropayê jî dibe sedema têkçûna baweriyê. Ji ber ku tecrîd li vê derê yê tê tecrîdkirin ne tenê kesek e; zemîneke çareseriyê ye, hêviya paşerojeke demokratîk e, perspektîfa aştiyê ye.
Ji bo pêvajoya çareseriyê mayinde bibe û veguhere aştiyeke civakî û adil, mercê herî bingehîn azadiya Birêz Abdullah Ocalan e, ku muzakerevanê sereke ye. Divê karibe bi rengekî azad, ewle û bi tenduristiyeke baş bixebite, karên xwe yên siyasî bimeşîne. Ji ber ku perspektîfa wî ya çareseriyê ji bo lihevkirina civakî, jiyana bi hev re û rêyên çareseriyê yên bêçek tecrûbeyeke bêhempa ye. Ev rastî îro ne tenê ji aliyê civaka Kurd, her wiha ji aliyê hemû derdorên sivîl û siyasî yên li Tirkiyeyê jî tê ser ziman.”
Hevserokê DBP’ê destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê nêzîkatiya xemsarî û dûrî ji pêkanînan a saziyên navneteweyî ji xwe re weke firsendekê dibîne, lewma hewl dide pêvajoyê li gorî hesabên xwe yên siyasî bimeşîne û got, “Rewşa pêvajoya çareseriyê ya beriya niha mînakeke şênber a vê yekê ye: Li gel îradeya xurt a Birêz Ocalan a ji bo çareseriya aştiyane, hikumetê pêvajo ji bo destketiya hilbijartinê kir weke amûrekê; piştre jî pêşî li çareseriyê bi temamî girt. Ev rêbaza siyasetê ya rojane ku xwe dispêre berjewendiyan, ne tenê meseleya Kurd dixitimîne; ziyanê dide demokratîkbûna civakê, sîstema hiqûqa navxweyî û rewatiya navneteweyî. Ev nêzîkatiya ku dijberiya siyasî mezin dike, krîzên aboriyê, gefên li ser ewlekariyê û bêbaweriya civakî mayinde dike.
Divê neyê jibîrkirin ku Birêz Ocalan ne tenê aliyekî vê pêvajoyê ye; ew mîmarê çareseriyê ye, damezrînerê diyalogê ye, garantorê aştiyê ye. Li gel tecrîda giran a zêdeyî bîst û pênc salan, her firsendê ji bo rawestandina şer, ji bo siyaseta demokratîk û lihevkirina civakî bang kiriye.”
Keskîn Bayindir destnîşan kir ku aştî tenê bi edaletê dibe û got, “Çareserî tenê bi muxatabiya hev û avakirina diyalogê dikare pêk were. Û azadî jî tenê li ser bingeha wekheviyê dikare mayinde bibe. Pêwîstiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ji her demê bêhtir bi van pîvanan heye. Her pêvajoya ku rola Birêz Ocalan nas neke bê meşandin wê kêm bimîne, her lêgerîneke çareseriyê ya bi vî rengî wê nîvco bimîne.”
‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNA JI BO HIQÛQ Û EDALETA TIRKIYEYÊ YE’
Hevserokê Giştî yê DBP’ê destnîşan kir ku ‘mafê hêviyê’ ne tenê sererastkirineke înfazê ya teknîkî ye, bingeha jiyaneke li gorî hiqûqê, mirov û rûmetê ye û got, “Desteserkirina vî mafî ne tenê girtî her wiha baweriya malbatên wan, civakê û nifşên paşerojê ya bi edaletê jî têk dibe.
Weke ku ji aliyê kedkarên çapemeniyê ve ji raya giştî re jî hate ragihandin, tecrîda li Îmraliyê di heman demê de bûye zemîna rewakirina polîtîkayên li hemberî girtiyên nexweş.
Saziyên weke Konseya Ewropa, CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li pêşberî van binpêkirinên giran ên mafên mirovan gaveke şênber neavêjin; tenê raporan diweşînin, hişyariyê dikin. Ev helwest ne tenê hêzê dide desthilatdariya li Tirkiyeyê ku kiryarên li derveyî hiqûqê bimeşîne, her wiha baweriya bi hêza rejîma mafên mirovan a navneteweyî jî lawaz dike.
Di van şert û mercan de ya diyarker îradeya hevpar a hêzên civakî, gelan û muxalefeta demokratîk e. Di serî de gelê Kurd tevgerên jinan, tevgerên ciwanan, parêzvanên mafên mirovan û hêzên ked-demokratîk di vê pêvajoyê de bi roleke dîrokî radibin. Têkoşîna li hemberî tecrîdê, ragirtina kêfî û polîtîkayên xemsariyê yên li hemberî girtiyên nexweş di heman demê de têkoşîna ji bo aştî, edalet û hiqûqa Tirkiyeyê ye, ku jinûve bi dest bixe.
Ev têkoşîn ne tenê bi rengê hiqûqî her wiha divê weke berpirsyariyeke exlaqî û siyasî jî bê dîtin. Ji ber ku zextên li girtîgehan nîşaneya zexta li ser daxwazên demokratîk ên civakê ye. Lewma her nerazîbûna bê nîşandan, her kampanya, wê tevkariyê li avabûna zemîneke demokratîk bike ku nefes bê ber civakê.
Nêzîkatiya Birêz Ocalan a bi salan a li gorî çareserî û aştiyê, îro hîn jî li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê modela herî rasteqîn a çareseriyê ye. Bêdengkirina wî tê wateya girtina rêyên diyalog, danûstandin û jiyana bi hev re. Her ku fikrê wî tê tecrîdkirin, siyaeta şer hîn serwer dibe.
Xwestina azadiya Birêz Ocalan ne tenê mafekî şexsî ye; tê wateya parastina paşeroja hevpar a me hemûyan. Lewma banga me zelal e: Ne tecrîda li Îmraliyê, ne polîtîkayên mirina bêdeng a li ser girtiyên nexweş, ne jî desteserkirina mafê hêviyê tê qebûlkirin. Bêdengiya li hemberî vê bêhiqûqiyê tê wateya hevkariya bi sûc.
Ji ber vê yekê em bang li hêzên demokrasiyê, aştîxwaz hemûyan dikin ku li ser xeteke têkoşînê ya hîn rêxistinî, hîn bi biryar û hîn kolektîf bibin yek. Ji ber ku ev têkoşîn ne tenê ya girtiyan e, têkoşîna her kesî ye ku daxwaza paşerojeke azad û wekhev dike.”