Duşem, 29 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê Denîz Goktaş de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji bo gundên Zaxoyê hin ‘qedexe’ anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî valakirina konteynirên li herêma erdhejê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Îro roja nûkirina soza me ya ji bo azadî û rûmeta gelê me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Karên Derve yê Iraqê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîwaniyeyê 2 rêveber hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Asmîn: Armanca şehîd Zîlan jiyanek bi wate û azad bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hesreta gora kurê xwe koç kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera ku xeta jiyana azad afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê derbarê pevçûna li herêma Mihabadê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê bigihêjin serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Zîlan a 21’emîn bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qirkirina jinê bi destê mîlîtarîzmê tê rewakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê xewn û xeyalên jiyana azad mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ: Rojnamevanên jin hêza xwe ya ragihandina dengê civakê ispat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku koka dîrokî ya tundiyê neyê fêhmkirin çareserî nikare bê afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Foza Yûsif: Ger pergala navendî were ferzkirin wê Sûriye parçe bibe
Rojava

Foza Yûsif: Ger pergala navendî were ferzkirin wê Sûriye parçe bibe

Foza Yûsif di nirxandina rewşa siyasî ya Konferansa 2ˊyemîn a Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan de got ku li ser bingeha Peymana 10’ê Adarê komîte amade ne, lê Hikûmeta Demkî bersivê nade danûstandinan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Konferansa 2ˊyemîn a Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dirûşma “Jina komînal misogeriya avakirina Şaredariyên demokratîk e” didome. Konferans li hola Serdem a bajarê Hesekê bi tevlîbûna 150 delegyan û nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û nûnerên partiyên siyasî hat lidarxistin.

Di konferansê de endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî û di nirxandina rewşa siyasî ya xwecihî, herêmî û navneteweyî de îşaret bi gotinên kîndariyê yên ku ji hêla nûçegihan û rojnamevanên girêdayî Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê li medyaya dîjîtal tên kirin, kir. Foza diyar kir ku pêwîst e hesab ji wan were xwestin û ev gotinên kîndariyê werin derbaskirin. Ji ber ku ev yek dikeve xizmetî ajandeyên derve.

DIYALOG RÊYA ÇARESERIYÊ YE

Foza diyar kir ku pêwîst e hikumeta veguhêz xîtaba xwe ya siyasî ya dûrxistin û paşguhkirinê, firehkirina valatî û parçebûna di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de biguhere û di her xebateke siyasî de zimanê diyalogê tercîh bike.

Têkildarî gengaziya pêkanîna şerekî din li Sûriyeyê Foza hişarî da û diyar kir ku gelê Sûriyeyê piştre şerekî demdirêj nikare şerekî din tehemûl bike. Ji ber wê pêdiviya Sûriyeyê bi pergaleke nenavendî ya demokratîk heye ku nasnameya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê were parastin û got: “Dewleta nenavendî ya demokratîk misogeriya yekitiya Sûriyeyê û gelê wê ye.”

Foza hişyarî li ser pêkanîna pergala navendî li Sûriyeyê da û bi “bombeya li ber teqînê” wesif kir û got dema bombe biteqe wê “Sûriye û gelê wê parçe bibe.”

Di berdewama axaftina xwe de Foza destnîşan kir ku hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî berpirsiyartiyên xwe radibin û di xîtabên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên asê de aştî û diyalogê bingeh digirin û got: “Diyalgo rêya çareseriyê ye.”

AMADEKARIYÊN PEYMANA 10’Ê ADARÊ

Foza têkildarî amadekariyên wan ên ji bo pêkanîna bendên peymana 10ˊê Adarê da zanîn ku Rêveberiya Xweser ji 2 mehan ve amadekariyên komîteyên xwe ragihandiye û bang li hikumeta veguhêz dike ku ji bo nîqaşkirina dosyayên asê û dîtina çareseriyan li ser maseyekê bicivin. Lê hikumeta veguhêz van bangan nabersivîne.

Foza anî ziman ku ew ji tevahî aliyan ve amade ne ji bo diyaloga bi hikumeta veguhêz re li ser maseyekê rûnin. Cihê civînê ji bo Rêveberiya Xweser bi qasî gihandina çareseriyan ji bo tevahî dosyayên asê, ne girîng e. Foza got: “Dema em van gotinan dibêjin, ne ji ber lawazbûnê ye, ji ber ku bêyî diyalogê ne pêkan e çareserî pêk bê û bijarteya şer jî tê wateya parçebûna gelê Sûriyeyê û xaka wê.”

Der barê rola pêşeng a jinan li Sûriyeyê de, di serî de jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza got: “Divê jina rola xwe di tevahî civîn û platforman de bilîzin.”

Foza Yûsif di dawiya gotina xwe de bang li tevahî jinên ji Sûriyeyê, di serî de jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku hewldanên xwe bikin yek û têkoşînek hevbeş ji bo rê li pêş siyasetên olî yên tundraw bigirin bimeşînin û ji bo ku bi hev re siyaseteke demokratîk di çarçoveya komara Sûriyeya demokratîk ava bikin.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Wanê serdanên sersaxiyê ji bo malbata şehîd Firat Kûşak
Nûçeya Pişt re Li Mêrsînê 13 şehîd hatin bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Malbatek 16 saetan di bin kavilan de ma: Kesek şehîd bû

Di encama êrîşên çeteyên bi pere yên hikumeta demkî de, li Şêxmeqsûdê avahiyek bi ser…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Eger em berxwedanê mezin bikin û birêxistin bikin em ê bi ser bikevin’

Platforma Gelan û Baweriyan a Mezopotamyayê, berdewama pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr serdana Newrozê

Gelê ji çar parçeyên Kurdistanê bi wesîleya Cejna Newrozê serdana Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

YPJ’ê nasnameya şehîd Xemlîn Dilbirîn eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Zîlan li Kobanê û Dirbêsiyê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Nasnameya 4 şehîdan hate ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevkariya Zanîngeha Kobanê ya bi zanîngehên navneteweyî re xurt dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?