Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helbê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku îdiayên dibêjin ku wan erebeyeke hêzên “Ewlekariya Giştî” yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li nêzî taxa Eşrefiyê ya Helebê hedef girtiye, ne rast in.
Di daxuyaniyê de banga hişyariyê li welatiyan û dezgehên medyayê hat kirin ku agahiyan tenê ji çavkanî û daxuyaniyên fermî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bigirin.