În, 10 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    29’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji kampanya navneteweyî banga ji bo ‘mafê hêviyê’: Bikevin nava tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 126’an de bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em ê nehêlin ku hêviya aştiyê bê têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Oktay Kelebek re yê di greva birçîbûnê de ye şekir nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyek hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Di salvegera berxwedana Kobanê de meş: Berxwedana rûmetdar riya aştiyê vekir
Kurdistan

Di salvegera berxwedana Kobanê de meş: Berxwedana rûmetdar riya aştiyê vekir

Li Pirsûsê di salvegera êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê de li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê meşiyan. Cîgirê Serokê Koma Partiya DEM’ê Sezaî Temellî got: “Çareserî pêkan e. Divê proseya hevdîtinê ya ku Birêz Ocalan destnîşan kiriye ji nû ve dest pê bike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Ji ber salvegera êrişên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê û polîtîkaya Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de, li navçeya Pirsûs a Rihayê meşek hat lidarxistin. Li ber avahiya Rêxistina Navçeyê ya Partiya DEM’ê gel civiya û bi dirûşman ber bi qada navçeyê ve meşiya.

Di meşê de pankarta “Rojava xeta me ya sor e” hat hildan û dirûşmên “Bîjî berxwedana YPJ’ê”, “Bîjî Serok Apo”, “Bîjî berxwedana Kobanê” hatin qîrîn. Meş bi tevlîbûna Partiya DEM û DBP’yê ya Rihayê, Semsûrê û Dîlokê û gelek rêxistinên sivîl ên demokratik pêk hat. Cîgirê Serokê Koma Partiya DEM’ê Sezaî Temellî, Parlamenterên Partiya DEM’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar jî di meşê de cih girtin.

‘DOZA KOBANÊ XALA HERÎ HESAS A YEKÎTIYA KURD E’

Piştî meşê, li meydana navçeyê daxuyanî hate dayîn. Serê ewil Parlamenterê Partiya DEM’ê yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan destnîşan kir ku gelê Pirsûsê li dijî DAÎŞ’ê “tekoşînek bêhempa” meşandiye û wisa got:

“Ji bo azadiya civakê û axa Kobanê me gelek şehîd dan. Hin kesan xwestin ku Kobanê bikeve destê DAÎŞ’ê. Gelê Kobanê, bi navê gelê her çar parçeyên Kurdistanê bedel da. Di berxwedana ku di 6’ê Cotmehê de dest pê kir de, 54 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, 47 ji wan endamên HDP’ê bûn. Ji ber vê yekê doz li HDP’ê hat vekirin. Bi vê dozê xwestin tekoşîna gelê Kurd û berxwedana Kobanê mehkûm bikin.

Divê Tirkiye êdî hin tiştan ji nû ve binirxîne. Rêveberiya HDP’ê ya sala 2014’an hema hema bi temamî niha di girtîgehê de ye. Divê hevalên me yên di girtîgehê de ne zûtirîn dem bêne berdan. Gelê me ji bo aştiyeke rûmetdar têkoşînê dike. Ji bo vê yekê, divê hikûmeta Tirkiyeyê ne bi endamên DAÎŞ’ê re, lê bi Mazlum Ebdî, QSD û hêzên Kurd re diyalogê deyne. Gelê Kurd dixwaze bi gelê Tirk re bi biratî bijî; ji bo vê yekê divê gavên pratîk bêne avêtin.

Divê deriyê sînor ê Pirsûs–Kobanê bê vekirin. Ev sînorê ku 13 sal in girtî ye, ji bo me tu wateya wê tune. Pirsûs çawa be Kobanê jî wisa ye, Qamişlo çawa be Nisêbîn jî wisa ye. Pêwîst e êdî ev pêvajo bê xurtkirin. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Xala herî hesas a pêvajoya ku Rêbertî dest pê kiriye, doza Kobanê ye, Rojava ye, yekîtiya Kurd e. Heta ku ev pêvajo biqede, gelê Kurd bi yekîtiyê, bi ciwan û jinên xwe re wê bixebite.”

‘BERXWEDANA RÛMETDAR RIYA AŞTIYÊ VEKIR’

Piştre Cîgirê Serokê Koma Partiya DEM’ê Sezaî Temellî axivî û diyar kir ku li Kobanê berxwedanek ku dîroka mirovahiyê guherandiye hat jiyîn û wisa got: “Serokên berê yên HDP’ê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di serî de, gelek siyasetmedar ji ber piştgiriya Kobanê hatin girtin. Li cem berxwedana rûmetdar rawestin rûmetek mezin e. Ew li cihên ku hatine girtin jî berxwedanê didomînin, ji ber ku ew dizanin berxwedana Kobanê tekoşînek ji bo aşitî û demokrasiyê bû.

Tu hincetên we yên hiqûqî tune, zûtirîn dem hevalên me berdin. Kobanê li ser piyan e, Rojava li ser piyan e. Îro ger em li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê dikarin behsa aşitî û demokrasiyê bikin, ev yek bi saya berxwedana rûmetdar a vî gelî ye. Pêwîst e êdî ne rê li ber vê berxwedanê bê girtin, lê wêrankariya ku hêzên tarî afirandine bê rakirin.

Em di pêvajoyek gelekî girîng re derbas dibin. Di vê demê de bi polîtîkayên berê domandina siyasetê ne pêkan e.”

‘DIVÊ ZÛTIRÎN DEM HERIN ÎMRALIYÊ’

Temellî, destnîşan kir ku ji 27’ê Sibatê û pê ve ji bo siyaseta Tirkiyeyê demeke nû dest pê kiriye û wisa got:

“Ji vir em careke din bangî desthilatê dikin: Êdî em di demeke nû de ne. Deriyê vê demê di 27’ê Sibatê de vebû. Pêkanîna vê yekê erka me hemûyan e. Ji bo avakirina aştiyê, ji bo afirandina civakeke demokratîk em li vir in.

Gelê Kurd ku bi dijminatiya Kurd, polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê hewl dane wî tune bikin, li vir e. Niha dema aştiyê ye. Dema gotina biratiya Kurd û tirk bi zemîneke hiqûqî pêk anîn e. Komîsyona Meclisê ya ku Rêber Apo destnîşan kiriye xebatên xwe didomîne. Divê ev xebat bi garantiya hiqûqî û zemîneke siyasî bigihêjin encamê.

Divê Meclîs, bi xebatên ku ji komîsyonê werin, gava ku civak li benda wê ye bavêje. Çareserî pêkan e. Divê zûtirîn dem biçin Îmraliyê, bi Rêber Apo re muzakere bêne domandin. Şertên xebatê û jiyana Rêber Apo divê li gorî daxwaza wî bêne rêkûpêkkirin.”

‘HÛN NIKARIN BIRÊZ OCALAN BIKIN AMÛR’

Temellî, bal kişand ser ku ev pêvajo tenê bi rojeva “danîna çekan” re nayê sînordarkirin û axaftina xwe wisa domand:

“Erê, pevçûn wê biqedin, lê divê zemîna wê ya hiqûqî bê avakirin. Ji Kobanê heta îro dema ku me winda kiriye, em niha li ber wê ne ku em wê vegerînin. Ji bo derbaskirina vê qonaxê, bi tekoşîna aştî û demokrasiyê ya bi hevkarî tê meşandin pêkan e.

Ji ber vê yekê em li qadan in, li meclîsê ne, em li her derê tekoşîna xwe mezin dikin. Em hem hevdîtinan dikin, hem jî têkoşînê didomînin. Ji bo ku aşitî li van axan bi cih bibe, em ê hevdîtina bi biryar bidomînin. Em ne ji têkoşînê, ne jî ji rêya hevdîtinan vedikişin.

Em gazî hemû siyaseta, muxalefet û desthilatê dikin: Gelê Tirkiyeyê dixwaze dilsoziya we bibîne. Hûn ne dikarin me, ne jî Birêz Ocalan bikin amûr. Birêz Ocalan aktorê sereke ye, muzakerevanê sereke ye. Heke hûn di mijara aştî û civaka demokratîk de dilsoz in, divê hûn zûtirîn dem gavên pêwîst bavêjin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê derbarê bûyerên li Helebê daxuyanî da
Nûçeya Pişt re Emperyalîzma Ultra-Kapîtalîst
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşên dewleta Tirk de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên kantona Minbicê kirin. Di encama êrîşan de 2…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Di êrîşa bi çekên kîmyewî de 2 gerîla şehîd bûn

Artêşa Tirk a dagirker 11'ê Nîsanê bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrîş bir ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Forûma Civakî ya Cîhanê de fikrên Rêberê Gelê Kurd hatin nîqaşkirin

Di Forûma Civakî ya Cîhanê de ku li Nepalê hate lidarxistin, fikir û felsefeya Rêberê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hewlêrê droneyek hate xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?