Pêncşem, 27 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Divê herî zêde dayik xwedî li pêvajoyê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz ê piştî 30 salan hate tehliyekirin, peyama ‘têkoşînê’ da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîthat Sancar, Gulten Kişanak û Çetîn Arkaş bi rojnamevanan re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê ji bo şehîd Serhat Erdem taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê bîranîna şehîdan a bi heybet: ‘Mase bi saya wan hate danîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînatorê Ma Musicê Şerko Kanîwar hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wargeha Mexmûrê ji bo 6 şehîdan sersaxî hatin qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamûşanê ji bo gerîllayê HPG’ê Baz Serhed taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamostayan li dijî darvekirinên Îranê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat di mehekê de 47 Kurd hatin binçavkirin, aqûbeta wan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star şehîdên ku bûne deng û çalakiya azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes seredana sersaxiya li Cizîrê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Hêza guherîn û veguherînê gelên Kurdistanê ye’
Kurdistan

‘Hêza guherîn û veguherînê gelên Kurdistanê ye’

Di encamnameya konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de ku li Mêrdînê pêk hat, hate destnîşankirin ku li Rojhilata Navîn hêza guherîn û veguherînê gelên Kurdistanê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Encamnameya “Konferansa Jiyana Hevpar û Demokratîk a Bawerî û Gelan li Mezopotamyayê” ku ji hêla Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ve li Mêrdînê hatibû lidarxistin, hat eşkerekirin. Encamname, li Meydana Cumhuriyetê ya Mêrdînê bi daxuyaniyekê hate parvekirin. Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç di daxuyaniyê de spasiya beşdaran kir.

Daxuyaniya bi Kurdî ji hêla Sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Menîce Rumeysa Gulmez û ya bi Tirkî jî Hîlmî Aydogdu xwend.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku konferans bi beşdariya beşdariya gel, kom bawerî, akademîsyen, siyasetmedar û rêxistinên civakî yên sivîl bi coş hatiye lidarxistin. Bi domdarî di encamnameyê de wiha hate gotin:

“Konferansa me; ji bo tiştên ku ji paşerojê heta roja îroyîn qewimîn cardin di bîra me de cih bigire, bû qada lêhûrbûn û niqaşa mejiyî yên rojane. Konferansa me; di heman demê de tevî bûyerên ku di dîrokê de qewimîne, şert û mercên li cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn hatine guhertin, pêwistiyên civakî, bendewarî û daxwazan; ji bo ku em karibin ligel cudahiyên xwe, navendeke demokratîk a bi hêz ava bikin bû platformeke lêhûrbûn û nîqaşan.

Ji sed salî wêdetir e ku li Kurdistan û li ser hemû gelên Kurdistanê, li ser hemû bawerî û çandan qetlîam û polîtîkayên jenosîdê hatin meşandin, gel bi qirkirinên çandî û bawerî re rûbîrû hatin hiştin. Di nava van sed salan de gelên me û komên bawerî rastî polîtîka û pratîkên sirgûn û pişaftinê hatin. Di encama van kiryaran de gelên Mezopotamyayê ku ev der bi saya wan di nava hezar salan de bû warê şaristaniyê, ji axa xwe hatin dûrxistin û bêwelatî kirin para gelan. Bi zext û zordarî, bi pratikên koçberkirinê xwestin ku xaka Kurdistanê bê mirov bihêlin, hişk bikin. Ji ber ev zilm û zordarî, êş û trajediyan di jiyana me ya civakî de birînen giran vebûn, şikestinên mezin çêbûn.

Konferansa me; tevî bi awayekî zelal binî xêzkirina hemû trajediyên civakî, van wek realîte dipejirîne û bang dike ku xeletî û êşên kûr ên di paşerojê de pêkhatine wek ezmûn werin qebûlkirin. Herwiha hat amajekirin ku hemû gel û bawerî ji berevajiya fanatîzma li ser navê dîn tê kirin, bi bilindkirina ked û hezkirinê dikarin bi piştevanî û yekitiyê bi awayekî azad û wekhev bijîn; dîsa hat amajekirin ku civakeke demokratîk ku hemû gelên Kurdistanê weke parçeyê xwe yê bingeh dibîne, pêkan e û hewcedariya bi heqîqeta zanistî ya ‘dîrok di paşerojê de, siberoj di pêşerojêyê de’ lêhûrbûna sibêrojê hat destnîşankirin. Cihê ku em ê çareserî û sedemên pirsgirêkên civakî û siyasî ku gelên me du sedsal in rûbirû mane, bibînin paşeroja hemû gelên Mezopotamya ye.

Konferansa me; tevî binî xêzkirina girîngiya civakî û dîrokî ya nirxên ku di nava nîv sedsalê de ji aliyê têkoşîna demokrasî û azadiyê ve, li Kurdistanê ligel pêşveçûneke mezin, azadiya jinê û ekolojîk-demokratîk, pêşketineke civakî ya modern afirandiye. Herwiha ji bo afirandina jiyaneke hevpar a gelên Kurdistanî û komên bawerî serdemeke nû vekiriye.

Konferansa me; ligel rastiya Rojhilata Navîn û geşedanên dawîn ên civakî – polîtîk, binî xêz kir ku gelên Kurdistanê di vê sedsalê de bûnê hêviya hemû gelên Rojhilata Navîn û pêşengiya guhertin û veguherandinê ya li Rojhilata Navîn dikin. Bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ku nîv sedsal e didome, tevgera azadiya Kurdistanê di qada neteweyî, herêmî û navneteweyî de deng da û heqîqeta Kurd û Kurdistanê ya birêxistî û modern ava kir.

Heqîqeta Kurd û Kurdistanê ya modern, rêya çareseriya pirsgirêkên civakî, dînî û neteweyî jî nîşan dide. Li Kurdistanê ku gelek ziman, çand, etnîsîte û bawerî lê dijîn, ji bo her komên civakî karibin xwe di nav de bi awayekî wekhev û azad bibînin, jiyankirin û sazkirina paradîgmaya Civaka Demokratîk – Neteweya Demokratîk li hemberî modernîteya kapîtalîst wek modeleka alternatîf û zanistî ya çareseriyê dinirxîne.

Bi bîrdoziya Netewe-dewlet ku li ser mejiyê Îttîhad-Terakkî ava bûye, ji xeynî senteza Tirk – Îslam; gel, ziman, çand û baweriyên din înkar dike, li ser wan bi awayekî berfireh polîtîkayên pişaftinê dimeşîne. Heta ku bi awayekî îronîk wateya mizgeft û cemxaneyan tê tunekirin, ji eslê xwe tên dûrxistin û bi armanca rewakirina polîtîkayên şer tên bi kar anîn. Di konferansa me de binî hat xêzkirin ku kiryarên zihniyeta tekperest ku sed sal e didome, ji bo Tirkiye, Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn aştî û aramî neanî. Ji ber vê, konferansa me anî ziman ku dema dev ji berdana pratîkên sedsalî yên netewe-dewleta yekperest ku ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bû sedema berdêl û êşên giran, hatiye û divê polîtîkayên ku hemû gel û bawerî jê sûd werbigrin werin destpêkirin.

Konferansa me; nirxand ku li Kurdistanê û di şexsiyeta gelên Kurdistanê de pêkhatina paradîgmaya Civaka Demokratîk – Neteweya Demokratîk, ji derveyî sînorên Kurdistanê jî li ser herêmên din xwediyê hêza demokratîkkirinê ye. Ji ber şer û pevçûnên di navbera Îsraîl – Filistîn, Îsraîl – Hizbullah, HTŞ û hemû gelên din li Sûriyeyê û li seranserê Rojhilata Navîn bidawî bibin û li vir aştî were sazkirin, rêya herî bi bandor qebûlkirina heqîqeta civaka demokratîk e.

Konferansa me; Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibata 2025’an hat deklarekirin, hem ji bo aştiya Tirk û Kurd hem jî ji ber bandora li ser herêmê û cîhanê gelek girîng û bi nirx dibîne. Herwiha paradîgmaya Civaka Demokratîk tenê ne ji aliyê civakî û polîtîk, di heman demê de wek hebûna civakî ya exlaqî û polîtîk dinirxîne.

Konferansa me; di avakirina Civaka Demokratîk de biniyê paradîgmaya azadîxwaz a jinan xêz kir, ji ber bandora wê ya neteweyî, herêmî û global ku xwediyê dînamîzma guhertinê ye, girîngiyeke mezin dide rola pêşengiya tevgera jinê ya Kurdistanê.

Li Rojava ku bi şîara ‘cudatiyên me mîsogeriya me ne’ hatiye avakirin, êrişên li ser civaka demokratîk, herî zêde li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên bajarê Helebê zêde bûne. Armanca hêzên leşkerî yên HTŞ’ê ku dixwest wek qetlîama li ser gelên Elewî û Durziyan pêk anî, li Rojavayê jî pêk bîne lê pêşiya hewla qetlîamê bi saya gel û hêzên parastinê yên gel hat girtin. Di Konferansa me de van hemû êriş bi tundî hatin şermezar kirin. Herwiha, Konferansa me hilbijartinên ku tê îdîakirin li Sûriyeyê pêk hat, ji ber beşdar nekirina hemû gelên Sûriyeyê û rêbaza ku hat bikaranîn, wek rewa nabîne.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku di nava hemû civakê de kelecan û hêviyeke mezin derxist holê, bi taybetî ji ber gav neavêtina dewletê û zexta li ser gelê Rojava ya ji bo çek berdanê wek kiryarên li dijî pêvajoyê dinirxîne. Bang hat kirin ku li ser îradeya xwe ya parastina cewherî ya gelê Rojava bazarî neyê kirin û dev ji mudaxaleyê were berdan.

Konferansa me; tevî geşedanên li Rojhilata Navîn, nirxand ku ji bo çareseriyeke aştiyane – demokratîk a pirsgirêka Kurd û Kurdistanê firsend û derfetên mezin pêk hatine û banga xwe ya yekitiya neteweyî ya li hemû partiyên Kurdistanî û siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rûspî, eşiret hwd. dubare dike.

Konferansa me; komploya 9’ê Cotmehê ya di şexsiyeta birêz Abdullah Ocalan de li dijî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pêk hat û qetlîama Gar a 10’ê Cotmehê şermezar dike.

Konferansa me; ji serî de heta îro pêvajoya aştî û civaka demokratîk nirxand û tevî girîng dîtina komîsyanê ku di TBMM’ê de hatiye avakirin, bêyî avêtina gavên demokratîk bal kişand li ser rîska lawazbûna bendewarî û hêviya civakî. Ji ber vê, bang li dewletê hat kirin ku di serî de ji bo mafê hêviyê, di çarçoveya pêvajoya aştî û demokratîk de gavên yasayî, hiqûqî û siyasî bên avêtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Bogotayê çalakvan daxwaza azadiya Rêber Apo kirin
Nûçeya Pişt re Li Êlihê mîtînga ‘azadiyê’: Dem dema azadiya Rêber Apo ye!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di ‘Çarşema Yekbûnê’ de şehîd Ehmed Hêmin hat bibîranîn 

Li Silêmaniyê şehîdê yekitiya netewî Şehîd Ehmed Hêmin ku di berxwedana Rojava de şehîd bû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Yewnanîstanê greva kedkaran jiyanê rawestand

Piştî biryara greve ya sendîkayan, li seranserê Yewnanîstanê jiyan hate asta rawestandinê.

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk a dagirker 2 zarok qetil kir û 3 jî birîndar kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşê gundê Tehna Mezin a Minbicê kirin. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Wargeha Mexmûrê ji bo 6 şehîdan sersaxî hatin qebûlkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qamûşanê ji bo gerîllayê HPG’ê Baz Serhed taziye hat danîn

Ji aliyê Stêrk TV

Mamostayan li dijî darvekirinên Îranê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojhilat di mehekê de 47 Kurd hatin binçavkirin, aqûbeta wan nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?