Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokê YNK’ê, serokê Yekîtiya Nîştiman ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, li Bexdayê bi serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd re civiyaye.
Li gorî daxuyaniyê di civînê de behsa diyaloga nîştimanî ya di navbera hemû aliyên siyasî, karkirina ji bo xizmeta Herêm û Iraqê, parastina aramî, ewlekarî û hilbijartina Iraqê hatiye kiriye.
Hat ragihandin ku armanca sereke ya hevdîtinê, astengiyên li ber qanûnan werin rakirin û mafê hemû aliyan were parastin.