Biryara qedexekirinê, di civîna Wezîrên Enejiyê ya li Luksemburgê tê lidarxistin de bi piştgiriya piraniya dewletên endam hate qebûlkirin.
YE, bi vê pêngavê hedef dike ku rê li pêşiya Moskovayê bigire ku finanseya şerê li Ûkraynayê bide sekinandin.
Pêşniyara qedexeyê, ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve di mehên biharê de hatibû pêşkêşkirin û a niha jî wê li gel Parlamentoya Ewropayê were goftugokirin.
Danîmarka, hêvî dike ku sererastkirin heya dawiya salê bi awayekî teqez were webûlkirin.
Her wiha Slovakya û Macarîstan ku gelekî girêdayî gaza Rûsyayê ne, di dijî biryarê derketin.
YE, ji dagirkeriya Rûsyayê ya li Ûkraynayê ya di sala 2022’yan de daye destpêkirin û heya niha, hewl dide girêdaniya ji sotemeniyên fosîl ên Rûsyayê re kêm bike. Lê belê di mijara gazê de ev pêvajo hêdî dimeşe.
Ev qedexeya enerjiyê ya li ser Rûsyayê, di çarçoveya 19’emîn pakêta pêkanînên YE’yê de tê nirxandin. Her wiha Parlamentoya Ewropayê sekneke ji pêşniyara Komîsyonê tundtir nîşan dide.