Meşvanên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dest bi Meşa Azadiyê ya Mezin kirine, mala sersaxiyê ya ji bo endama YJA Starê Kurdistan Sîdar (Aze Erdal) ê di 25’ê Gulana 2022’an de şehîd bibû, ziyaret kirin.
Alimê olî Beşîr Katar di sersaxiyê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk xaka ku ne aîdê wan e dagirkirine û zilmê li gel dike.
Beşîr Katar got, “Di Qur’anê de hatiye nivîsandin ku dagirkirina xaka welatekî guneh e. Îro AKP dibêje ku ez li gorî şerîetê tevdigerim, lê ev ne rast e. Bi salan e dayik û parlamenterên Kurd bi gotina ‘bila aştî çêbibe, bila şer raweste’ li ber xwe didin. Lê belê AKP guh nade vê daxwazê.”
Piştre meşvanan gorên Taybet Înan, Ayşe Buruntekîn û Hasan Sanir ên di dema qedexeya derketina derve de hatibûn qetilkirin ziyaret kirin.
Hevseroka MEBYA-DER’a Wanê Hanim Kaya di şexsê Taybet Înan de kesên hatin qetilkirin bibîr anî û wiha axivî. “Em ê xeyalên wan ên ku nîvco mane pêk bînin û aştiyê bînin.”
Keça Taybet Înan Halîme Akin jî got, “Daxwaza me ew e ku tavilê aştî pêk were û aramî were van xakan.”
Wekîlê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di axaftina xwe ya li ser gora Hasan Sanir de got, “Em hemû şahidên têkoşîna wî ya aştiyê ne. Roja ku şehîd bû jî aştiyê xwest. Hemû jiyana xwe ji bo aştiyê feda kir. Ji her kesî re qala aştiyê kir. Em ê heta xeyalên wî bi cih bînin têbikoşin. Em ê dev jê bernedin.”
Piştî serdanê qurnefîl li ser goran hatin hiştin. Meşvanên Azadiyê wê danê êvarê li malan bicivin.