Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriye di çend rojên borî de dizîna zêdetirî 900 darên zeytûnê yên gund û bajarên Efrînê belge kirin. Ev yek bi destê serçeteyên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ku bi navê berpirsên “aboriyê” tê nasîn pêk tê. Wan serçeteyan 100 heta 300 kes anîne herêmê û weke kom bi çeteyan re zeytûnan didizin parve dikin.
Rêxistinê diyar kir ku hin berhemên hatine dizîn, li gundê Kurdo yê bajarokê Bilbilê ye. Çeteyê bi navê Ebû El Iz ku serçeteyê “Ceyş El Nuxbê” ye beriya 2 rojan berhemên zêdetirî 200 darên ku xwediyê wê Cemal Reşîd Reşkêlo ye, dizîn.
Şahidan diyar kir ku çeteyan îdia kir ku ew “şoreşger in, ên ku Sûriye rizgar kirine” û ji ber wê “mafên cotkarên Kurd ên îtîrazkirinê yan jî qedexeya wan a nehiştina berhevkirina mewsimê tune ye”.
Li gundê Heftaro jî serçeteyekî “Lîwa Siqûr El Şemal” piştî ku komîteyek ji welatiyên hawirdeyan ava kir mewsima zêdetirî 300 darên zeytûnan ên cotkar Şiyar Heftaro ku bi baxçeyekî din re mijûl bibû, dizîn.
Li gundê Naza yê bajarê Şerayê jî çeteyên bi navê Hesen Kûsa û Ebû Ewed ên “Ceyş El Nuxbe” mewsima 110 darên zeytûnan ên cotkar Hemîd Osman ê ji gundê Aqîbê dizî.
Girêdayî wê çeteyan di 2 rojan de bi hevkariya kesên hawirde yên ji eşîra El Hêb a ji gundewarê Hemayê, di dema berhevkirina zeytûnan, amûrên tûj bi kar anîn û zirareke mezin gihandina daran.
Hat diyarkirin ku xwediyên van baxçeyan, ji bo berhevkirina berhemên xwe, bi awayekî qanûnî wekalet dabûn xizmên xwe, lê belê çeteyan îtîraf bi belgeyan nekir.
Rêxistinê diyar kir ku “Komîteya Aborî” ya bajarê Şera ji cotkaran xwest ku belgeyên fermî yên ji bo baxçeyên xwe pêşkêş bikin, eger nekin dê komîte dest deyne ser baxçeyên wan û wê bibe milkê komîteyê.
Hat diyarkirin ku ji bo rêdana berhevkirina bermehê, komîteyê berê şahid û muxtar ji bo tesbîtkirina belgeyan erkdar kiribûn, , lê tevî wê jî komîteyê dîsa belge xwestin û gefa destdanîna ser baxçeyan xwar.
Rêxistinê eşkere kir ku pêkanînên li Efrînê diqewimin, talankirina milkên şêniyan di bin siya rêveberî û aboriya Tirkiyeyê de ye û dagirkeriya Tirk berpirsiyar van binpêkirinan dît ku ew dikevin sûcên xanên desteserkirina bi darê zorê û guhertina demografîk.
Di dawiyê de rêxistinê diyar kir ku “Tiştê li dijî cotkaran tê kirin, bi çekê tê kirin û bi biryarên aborî yên sexte tê rewakirin.”

