În, 23 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    MED TUHAD-FED û TUHAYDER’a Semsûrê bertek nîşanî taloqkirina tehliyeyan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî nerazîbûna nîşanî desthilatdariyê da: Pêngavên aştiyê çima tên sekinandin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevserokê MATUHAYDER’ê Zekî Kiliç hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber peyva ‘Birêz Ocalan’ berdana Alî Adiman 6 sal hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Altûn: Divê em 24 saetan ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nerazîbûna Misir û Îsraîlê li dijî peymana deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li 6 bajaran Nobetên Edaletê
Rojane

Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li 6 bajaran Nobetên Edaletê

Çalakiyên Nobetên Edaletê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, li gelek bajaran bi serdan û tevlîbûnên zêde dewam dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir.

WAN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 62’yan de berdewam kir. Gelek kes îro hatin serdana nobetê. Hevseroka TUHAY-DER’ê Edîbe Babur di nobetê de axivî û got ku divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re destpê bikin.  

Babur, bang li Wezareta Dadê û CPT’ê kir û ev tişt anî ziman: “Bi destê îktîdarê li vî welatî gelek derhiqûqtî ketine meriyetê. Wezareta Dadê û CPT divê tavilê biçin Girtîgeha Îmraliyê û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Di tevahiya çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.  

STENBOL

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 54’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi Kurdî û Tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Rêveberên ANYAKAYDER’ê, rêxistinên DEM Partiyê yên Kartal û Bagcilarê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, rêveberên Federasyona Komeleyên Mûşê û gelek kes hatin serdana çalakvanan.  Hevserokê Federasyona Komeleyên Mûşê Hakîm Tokmak di çalakiyê de wiha got: “Ez dayikên di Nobeta Edaletê de bi rêzdarî silav dikim. Mîna her carê dayik niha jî ji bo aştî, xwişk-biratî, edalet û demokrasiyê çalakiyê dikin. Weke Federasyona Komeleyên Mûşê em jî vê çalakiya dayikan silav dikin.”

Têkildarî Meşa Mezin a Azadiyê jî Tokmak ev tişt anî ziman: “Li tevahiya Kurdistanê hevalên me, parlamenterên me, hevserokên me yên bajar û navçeyan û gelê me di Meşa Azadiyê de ye. Weke federasyonê em hevalên xwe silav dikin.”

EDENE

Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 63’yemîn de berdewam dike. Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Edeneyê çalakî îro domandin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Helîn Bayna di çalakiyê de axivî û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ev 36 meh in di tecrîdê de ye. Em ê bi hev re vê tecrîdê bi dawî bikin. Em ê bibin dengê berxwedêrên zindanan. Banga me ji bo hemû ciwanan ew e ku ji bo azadiya Rêbertiyê têbikoşin.”

Ciwanan piştre jî fîlmê “Dorpêça Sîlvertoyê” temaşe kirin.

AMED

Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 62’yan de berdewam dike. Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çand a Mezopotamyayê (MED-DER) çalakî îro dewr girtin. Beşdarvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.

Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray di çalakiyê de bal kişand ser tecrîda girankirî û wiha got: “Dayik, tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin û ji bo azadiya fîzîkî biisrar çalakiya xwe didomînin. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo jî bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin. Cupolo, wiha got: “Li Qers û Wanê Meşa Mezin a Azadiyê hate destpêkirin. Ev meş, ji Kurdistan heta Tirkiyeyê, destê aştiyê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, berpirsyartî dikeve ser milê gelên Tirkiyeyê. Divê bi destê aştiyê yê li Wan û Qersê hatiye dirêjkirin bê girtin. Li ser maseya aştiyê dê birêz Ocalan me temsîl bike. Ocalan, ji hêla gelê Kurd ve weke rêber tê qebûlkirin. Ji grevên birçîbûnê heta Nobeta Edaletê û meşê tekane daxwaz heye, ew jî azadiya birêz Ocalan e. Divê pêvajoyeke aştiyê ya nû bê destpêkirin. Divê polîtîkayên qirêjî yên li ser çar parçeyên Kurdistanê bi dawî bibin.”

Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Dayikan jî stranên Kurdî gotin.

ÊLIH

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê jî di roja 4’an de berdewam kir. Xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêşengtiya çalakiyê dikin û gelek kes çûn serdanê. Di tevahiya rojê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

MÊRDÎN

Nobeta Edaletê yal i avahiya DBP’a Mêrdînê tê domandin jî didome û gelek kes îro hatin serdanê. Dayikên di çalakiyê de û ziyaretvanan bi hev re stranên Kurdî striyan û helbest xwendin. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser “Meşa Mezin a Azadiyê” û xwestin her kes piştgiriyê bide. Ji Dayikên Aştiyê Leyla Akar bal kişand ser armanca çalakiyê û ev tişt anî ziman: “Banga me j bo hemû gelê me û dayikan e; em ji bo Rêbertiyê û xwişk-biratiyê li vir in. Werin em dest bidin destê hev.”

Nobet, bi serdanan berdewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MARDEF’ê di salvegera yekemîn de qurbaniyên erdhejê bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Ciwanan ji Rêberê Gelê Kurd re name şandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berdana girtiyê 30 salan careke din hate taloqkirin

Berdana girtiyê 30 salan ê bi navê Sadik Hasan ku li girtîgeha Girtî ya bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl, li hemberê 20 dîlên xwe hezar û 968 Filistînî serbest berda

Hamasê li Xezeyê 20 dîlên Îsraîlî yên dawî serbest berda bû, Îsraîlê jî roja duşemê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

Bi wesîleya salvegera çaremîn a şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" gerîlayên Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?