Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan ji Gerîlla TV re axivî û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Eyaleta Erzîromê Cemşîd Elî Esker (Sûltan Mehmût) bi bîr anî, ku 14’ê Nîsana 2018’an li herêma Gilîdaxê ya Serhedê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû. Nirxandina Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:
“Heval Cemşîd Elî Esker (Sûltan Mehmût) hevalekî me yê ji Kurdê Babê ye, Bab girêdayî Helebê ye. Li Babê gelek gundên Kurdan hene. Heval Cemşîd jî li wir tê dinê. Lê belê eslê xwe ji Kobanê ye û ji eşîra Kêtikî ye. Lê li wir mezin dibe. Li Helebê diçe dibistanê. Heval Cemşîd di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Malbat bi welatparêziya Kurdistanê ve mijûl e. Tevlî xebatan dibe. Dema komploya navneteweyî pêk hat û bi şêwazekî pir bêbext û neheq Rêber Apo dîl girtin, ango revandin û piştre radestî dewleta Tirk kirin, ji bo hemû welatparêzan, Kurdistaniyan û me hemû hevalan cihê xemgîniyê bû û bi xwe re lêpirsîn jî pêş xist, bertek pêş xistin. Wê çaxê li Rojavayê Kurdistanê gelek kes biryar didin ku beşdar bibin. Bawerim sala 99’an 900 kes beşdar dibin. Heval Cemşîd jî di nava malbatê de nîqaş dikin, ew û kurmamê xwe heval Soro (Heval Soro li Gabarê şehîd bû), beşdarî rêxistinê dibin. Ango ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo tolhildanê û ji bo ev têkoşîn bi ser bikeve, malbata wî pir beşdarî xebatan dibe. Hevalê Cemşîd jî hîna biçûk e, diçe dibistana navîn û wê çaxê jî di nava xebatan de cih digire. Dema 16-17 salî beşdar dibe. Piştî beşdarbûnê 4 salan li Qendîlê perwerde dibîne. Wê çaxê ew daxwaz dike ku biçe Bakur. Di wan deman de jî vegera jinûve ji bo Bakur hebû. Di wê çarçoveyê de pêşniyara wî tê pejirandin. Sala 2003’yan vesaziya wî li Erziromê çêdibe.
Erzirom di nava eyaletên Kurdistanê de, herêma ku herî zêde zehmetiyên xwe heyî ye, araziyê wî berfireh e û gelek cihên wê zozan in, tevlîhev e. Lê belê heval Cemşîd wek ciwanek ji Rojava diçe wir, rexmê hem ciwan e û ew erdnîgarî qet nedîtiye jî zû pê re dibe yek. Zû serwer dibe, dikeve çav, pêşî lê tê vekirin, erk digire, zû dibe fermandar û li tevahiya eyaleta Erziromê, yanî Çewlîk, Mûş, Erzirom, li hemû herêman digere. Jixwe piştre dibe fermandarê herêmê û wisa di gelek çalakiyên girîng de rol dilîze. Bi cesareta xwe, bi biryardarî û sekna xwe ya aktîf di kar de weke ciwanek fedekar di her tiştê de xwe berpirsyar dibîne û tevlî dibe. Lewma ji aliyê hevalan ve dihat hezkirin, hem hevalên xort hem hevalên jin pir jê hez dikirin. Hevalekî wisa xwe zû dida hezkirin, bi fedakarî, bi çalakvaniya xwe, bi sekna xwe ya wisa jîr û xurt çav tejî dikir, xwe dida hezkirin. Heval Cemşîd 2009’an, yanî piştî 6 salan û şûnde car din hate Herêmên Parastinê yên Medyayê, li wir perwerde dît. Ket nava lêhêrbûnê, li Erziromê qezayek pê re çêbûbû. Ji bo wê qezayê rexneyê xwe dikir, xwe komî ser hev kir, weke ku xwe car din ji her cure kar re amade bike. Weke kadroyekî eyaleta Erzirom, bikare biçe wir. Wê çaxê 2012’an car din ji bo eyaleta Erzirom weke fermandar hate vesazkirin. Yanî erkê wî hinek din hate bilindkirin. Li ser wê esasê çû eyaleta Erziromê. Kadroyekî wisa bû ku hêviya siberojê dida. Ji aliyê hevalan ve dihate pejirandin. Lewma hevalan dixwest ku ew biçe wir.
Piştre 2014’an DAÎŞ berê xwe dide Şengal, Kerkûk, Mexmûr, Hewlêr û êrîşî Kurdan dike. Piştre jî li Şengalê dema ku me pêşî li wan girt, weke tolhildanê ji sê baskan ve êrîşî Kobanê kir. Bi teknîkek bilind, bi tank û teknîka artêşa Iraqê ku Emerîkayê dabû wan, hem jî ji artêşa Sûriyeyê her cure teknîk girtibû, yanî bi teknîkek xurt çû ser Kobanê. Li wir şerekî dîrokî pêk hat, ne hewce ye em li ser berxwedana Kobanê ya dîrokî li vir şîrove bikin, jixwe tê zanîn. Lê belê ew berxwedan çawa pêk hat, hîn gelek tiştên wê nayên zanîn. Lê ew jî hêdî hêdî tên zanîn. Di dema şerê Kobanê de dema DAÎŞ hat hemû gund girtin, bajar jî piranî girtin, qismek ma, lê piranî dorpêç kir. Şerê sing bi sing, şerê eniyê hebû. Xurt bûn, ji ber ku hem bi wesayîtan çalakiyên xwekuj dikirin, hem jî xwedî teknîkek xurt bûn. Hejmara wan zêde bû, ya din jî yên xwekujer pir bûn. Bi gotina ‘yê bimire dê biçe buhiştê’, xwe motîve dikirin. Kes nedikarî li hemberî wan bisekine, dewlet jî nedikarî li hemberî wan bisekine. Lê çi dibe bila bibe wek gerîlayên azadiya Kurdistanê, wek Tevgera Apoyî me dest avête wir, divê em wan têk bibin, Kobanê biparêzin, yanî weke tevger me li ser lêhêrbûn kir û em xebitîn ku em çawa wan li wir têk bibin. Pêwîstî hebû em rêbazê gerîla bi kar bînin, di pişt wan de li wan bixin, ango di nav wan de derbe li wan bixin. Hevalên di vê de pispor pêwîst bûn. Heval Masîro û hevalên din li wir hebûn, lê yek ji pisporên herî pêş jî heval Cemşîd bû, heval Cemşîd wisa ket rojevê. Wî bi xwe weke kesêkê ku eslê xwe ji wir pêşniyar kiribû ku biçe wir, lê Erzirom dûr bû. Destpêkê ew pêşniyar nehate pejirandin, lê piştre hat dîtin ku ji bo serketina Kobanê pêwîstî bi heval Cemşîd heye. Yanî kesekî wisa di nava gerîlayan de bi tecrûbe, di pişt dijmin de li dijmin bixe, pêwîstî pê heye. Ji bo wê hate bangkirin, biryar hate dayîn ku heval Cemşîd ji Erziromê were. Jixwe ji gelek eyaletên Bakurê Kurdistanê heval hatin Kobanê, heval Cemşîd jî wê çaxê bi hin hevalên din re bi rê ket û xwe zû gihande wir. Li Kobanê jixwe heval dizanin, bi rastî heval Cemşîd rola xwe lîst. Yanî di pişt dijmin de, çalakî li hember dijmin kirin. DAÎŞ’ê dît ku di pişt xwe de jî derbe dixwin, piştre hevalên din jî, heval Masîro wan jî derketin. Di esas de jixwe serketina berxwedana Kobanê, bi wê rêbaza taktîkî pêk hat. Eger tu dijmin wisa şaş nekî, tu nikarî wisa di cephe de têk bibî. Yanî di vê de rola heval Cemşîd bi rastî jî pir zêde bû. Di wê serketina pîroz û dîrokî de, rola heval pir bû. Ta ji Erziromê bi rê ket û hate Kobanê û bi rola xwe rabû. Nehat hundirê Kobanê, di pişt de derbe li wan xist. Erê hat, lê hevdîtin kir û çû. Çû pişt û derbe li wan xist. Wisa weke gerîlayekî pispor dikarî di nava dijmin de xwe biparêze, lêxe û xwe veşêre, lêxe û kes nizane ka ji kuve lê dixe. Bi vî rengî heval Cemşîd rolek lîst û tê zanîn ew berxwedana Kobanê ya bi serketinê hatî tacîdarkirin, bi saya gelek şehîdên qehreman; Gelhatan, Arînan, Cemşîdan, Çekoyan û hîn hevalên pir pêja di wir de berxwedaneke dîrokî meşandin, wê çaxê heval Cemşîd jî roleke wisa lîst.
Piştre li wir ma, wek fermandarek di hemleya Minbicê de, li gorî em dizanin û di hemleya Tebqa de cih girt. Bi rola pêşengtiyê rabû. Ji ber ku heval Cemşîd ne kesekî ji rêzê bû, fermandarekî pispor bû, pir bi wêrek û bi cesaret bû. Yanî di esas de egîdek bû. Egîdê demê bû. Şêrê demê bû, Yê pê re dima, jixwe ew taybetmendiyên wî nas dikirin. Yên biyanî jî navê wî û ev taybetmendiyên wî bihîstibûn. Çûba kuderê, bi pratîka xwe, sekna xwe ya cesaret, fedakarî û dilnizmiya xwe, xwe bi mirovan dida naskirin.
Li Latîn Emerîka Che Guevera weke kesekî Arjantînî çû beşdarî şoreşa Kûbayê bû, dema şoreşa Kûbayê bi ser ket ew bi xwe jî bû wezîr, di hikûmeta Kûbayê ya nû çêbûyî de wî jî erkê wezîriyê girt. Lê ev yek bes nedît, pêşniyar kir ku biçe welatekî din gerîlatiyê bike û li wir şoreşê bike. Li ser wî hîmî çû Bolîvya. Heval Cemşîd jî wisa agahî şand ku amade ye ji bo Bakur, Erziromê. Wê çaxê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Derbasî Dibistana PKK’ê ya Şehîd Sakîne Cansiz bû û piştre sala 2017’an vesaziya wî li Eyaleta Erziromê çêbû. Weke Fermandarê Eyaletê û di heman demê de weke Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê hate vesazkirin. Bi rastî jî heval ew erk bi layiqî bi cih anî. Ji ber tecrubeyên xwe yên hem şerê Kobanê û pêngavên li wir, hem jî esas li Erziromê keliya bû, yanî weke kadroyekî Erziromê bû. Li Erziromê jî fermandarê wir, hevalê Îsa bû, şehîd ketibû, valatî li wir hebû, lewma pêdivî bi heval Cemşîd hebû. Ji bo wê ew bi rê ket û çû. Di rê de hinekê navsal derbas bû. Dema gihiştin Eyaleta Serhedê êdî guncaw nehate dîtin ku ew biçin. Di wê navberê de deştek, erdekî duz heye. Bû payîz, biryar hate dayîn ku ewane li wir bin. Ne ew tenê bû, jixwe komek pê re bû, 6-7 kes bûn. Lê heval şehîd Atakan Mahîr, hevala hêja Çîçek Botan jî hebûn. Yanî koma wan jî hebûn, ew jî divê çûban Dersimê, lê ew jî li wir mabûn. Ango wê salê ew kom li Serhedê man.
Heval Cemşîd çûba kuderê bêkar nedima, li Serhedê jî wê çaxê çalakî hene, hevalên bi xwe re jî beşdarî çalakiyan dike, dibêje bila ev heval tecrûbe bigirin, fêrî Şerê Bakur bibin. Di gelek çalakiyên li Serhedê de rola xwe dilîze. Heta du hevalên ku bi wan re diçe çalakiyan, şehîd dikevin. Di bihara 2018’an de dema ku hevalê Cemşîd li Gilîdaxa Çiyayê Agirî, li gel hevalan bû û li hemberî Gilîdaxê êrîşeke dijmin a mezin çêbû. Em jî ketin xofê û me got ku gelo heval li wir in yan ne li wir in. Piştre me fêm kir ku li wir in. Mana heval Cemşîd a li wir, ji bo hevalan gelekî baş bû û gelekî feydaya wî çêbû. Ji ber ku hevalan li wir li hemberî wan operasyonên dijmin berxwedanek pêş xistin. Li her derê şer çêbû, berxwedan pêş ket û her wiha dijmin encamek bi dest nexist. Dijmin ji wir vekişiya lê belê giranî zêdetir da çavdêrî û teknîkê. Heya wê demê li eyaleta Serhedê dijmin lê zêde teknîk bi kar nedianî. Ji wê demê û pê ve jî êdî destpê kir. Zêdetir teknîk û balafirên keşfê xistin meriyetê. Bi vî awayî heval dixwazin cihê ku hevalê Cemşîd lê dimîne, biparêzin. Lê belê ew bi xwe li cihê xwe nedisekînî û bi xwe beşdarî gelek çalakiyan dibû. Hem plansaziya wan çalakiyan amade dikir û hem jî bi xwe beşdar dibû. Di wan operasyonên şer de jî wisa bi awayekî çalak rola xwe dilîst. Bi wî awayî gelek feydeya wî ji hevalan re çêbû. Lê belê piştî operasyonê dema li herêma Helac a Gilîdaxê, dema li wir li cihekî disekine, hêzeke keşfê yê dijmin ê veşartî cihê ew lê dimînin tespît dike. Li ser cihê ku ew lê dimînin êrîşeke hewayî ya pir berfireh pêk tê. Di encama wê êrîşê de şoreşgerê hêja û fermandarê qehreman hevalê Cemşîd Elî Esker li gel heval Berxwedan Agirî û heval Soro tevlî karwanê şehîdan dibin. Yanî di encama wê êrîşê de sê heval digihîjin şehadetê. Şehadeta hevalê Cemşîd, ji ber hin fikarên siyasî wisa zû nehate eşkerekirin. Wisa ma. Lê belê fermanderekî wisa bi awayekî dîrokî, rola xwe lîstiye û ne jirêzê ye. Yanî li Kurdistanê li gel Tevgera me, tevgera Apoyî gelek qehremanên hêja û birûmet çêbûn. Ji wana yek jî hevalê Cemşîd e.
Hin taybetmendiyên cuda yên hevalê Cemşîd jî hene. Weke fermanderekî ku bûye pispor, li ku derê li ser gel êrîş hebe, ew jî li wir e. Li ku hewcehî hebe, berê xwe dida wir. Hevalekî wisa bû. Taybetmendiyên kesayetiya wî yên mînak jî hebûn. Di rêhevaltiya xwe de jidil û durist bû. Rêhevaltî, li ser xîmê fedekariya xwe dida meşandin. Li çiya û di nava gerîlatiyê de dema ku yek li ba xwe fedekariyê bike, rêhevaltî hîn tê xurtkirin. Wisa ye û hevalê Cemşîd jî kesekî wisa bû. Bi jêhatîbûn û xurtbûna xwe gelek feyde dida derdora xwe jî. Ji ber vê yekê dihat hezkirin. Hevalekî wisa bû ku dixwend û dixwest xwe li ser xeta Rêber Apo kûr bike û pêş bixe. Ji ber vê yekê li ser perwerdeya xwe disekinî. Hin heval hene, te dît zêde bala xwe didin pratîkê lê belê zêde li ser perwerdeyê nasekinin. Hevalê Cemşîd, li ser disekinî. Hem pratîk pêk dianî hem jî li ser perwerdeya xwe disekinî. Dixwend. Yanî aqilê leşkerî pê re hebû. Dijmin dişopand û dijmin nas dikir. Difikirî bê ka bi hêza xwe çi bike. Ji ber vê yekê dikarî gelek çalakiyên balkêş pêk bianiya. Yanî wisa mejiyekî leşkerî pêre hebû. Mirov dikare bibêje ku di rêhevaltiyê de, di giraniya ji bo xeta Rêber Apo de û di kirina her tiştî ya ji bo azadiya Rêber Apo de tam fedaî bû. Di hemû nêzkatiyên xwe de fedaiyane bû. Netirs bû. Ya ji destê wî dihat, dikir. Opurtînîst nebû. Çi dizanî ew dikir. Li hemberî nirxên Tevgerê, Rêbertî û şehîdan jidil bû. Leşkerekî, li ser xeta wan bû. Bi taybet ez ne şaş bim navê rêheval Cemşîd, Ehmed Kesîp li xwe kiriye. Ewjî fermanderekî me yê ji eslê xwe Serhedê ye lê belê li Şemzînanê pratîk kir û li wir şehîd dibe. Ji wan hevalan e ku di salên 1980’yan de tevlîbûna hêja pêk anîne. Piştre navê Elî Esker li paşnavê xwe kir. Ew jî watedar e û têde peyamek heye. Yanî ji bo xwe wisa rolek diyar kiriye. Hevalekî wisa ye û bi ratî jî ne jirêzê bû. Wisa şopdarên Cemşîdan bû. Di salên 1800’î de li Kobanê di pêşengtiya Hemê Mûsikê de serhildanek tê lidarxistin. Ew kesekî weke pêşengê eşîra Kêtikî bû. Wê demê li hemberî Osmaniyan şerekî pir berfireh pêş dixe. Egîdekî Kurd bû û bi xwe şer dikir. Bi birayê xwe û xwişka xwe re ku navê wê Şarê bû, gelekî bi cesaret bûn. Yanî wê demê li hemberî zulma Osmaniyan tehemul nekirine û serhildanek lidar xistine. Hemê Mûsikê dîrokek ava kir. Sekna heval Cemşîd jî weke şopdarekî Hemê Mûsikê ye. Ew jî egîdê serdemê ye ku jê re dibêjin ku lokê herêmê û ew jî weke lokê herêmê bû. Bi rastî li ku dera Kurdistanê hewcehî hebûna ew jî jê re amade bû. Jixwe egîdên berê yên Kurdistanê wisa bûne. Di Destana Derwêşê Evdî de jî ev yek heye. Yanî dema ku bang li egîdan dihat kirin, diviyabû ku werin bangê. Ne pêkan e ku piştguh bikin û bibêjin em naçin. Ku bangek hebe divê her egîdek were bangê. Derwêşê Evdî jî navan dide. Navê Cîlo, Ehmedê Kerê û pir navan dide û dibêje ku bila ew egîdên li van deveran hemû werin û em 12 kes herin li dijî Tirk û Gêsiyan şer bikin. Paşayê Milan ji hemûyan re bangê dişîne û ew jî xwe amade dikin. Yanî ev yek rêgezeke egîdiyê ye. Di dema xwe de wisa bûye. Ger yek egîd be, ji bo civak û eşîrê mêrxwas û şerker e û li ku derê hewcehî hebe divê biçe wir. Her wiha dema ku bangek hat her çend derveyî eşîra wî jî be divê wê bangê li erdê nehêle û here li wir amade bibe. Wê demê wisa bûye. A niha jî hevalê Cemşîd wisa bû. Yanî dema ku bang jêre dihat kirin, çi dibe bila bibe jî diviya biçûya li wir û amade bûya. Yanî ew jî egîdê demê ye. Li ser xeta Rêber Apo bûye milîtanê Tevgerê û bi taybetmendiyên xwe yên Kurdewarî, wêrekî û xurtbûnê weke egîdekî demê di dîrokê de xwe neqiş kir. Hevalê Cemşîd roleke wisa girîng û dîrokî lîst û bi vî awayî gihîşt şehadetê. Taybetmendiyên wî yên rêhevaliyê, şerkeriyê, dilsoziya ji bo xetê û sekna ku raber kiriye di hemû deman de ji bo me mînak in, em ê wan tim û tim di nava şoreşa Kurdistanê de zindî bigirin. Ruhê Cemşîdan dikare me bigihîne serkeftinê. Ez sozê ku me daye wan dubare dikim. Careke din em ji rêheval Cemşîd Elî Esker û hemû şehîdên Kurdistanê re soz didin ku em ê heya dawiyê li ser xeta wan, li ser bingeha xeta Rêber Apo û li ser şopa şehîdên qehreman teqez bi ser bikevin. Bi vî awayî wan bikin kesên nemir. Ew kes, egîdên serdemê ne û nemirin. Em dibêjin ku egîd namirin, egîd namirin, şehîd namirin û şehîd namirin.”

