Duşem, 15 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di Konferansa “Veguherîna Demokratîk de, banga demokratîk ji bo sedsala nû hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di rûniştina dawî ya konferansê de komara demokratîk hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di konferansê de ekolojî, demokrasiya herêmî û newekhevî hatin nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Çep a Yekgirtî ya MPKE’ê ji bo ‘ji bo mafê hêviyê’ li Enqereyê hevdîtinan bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Malbata Şenyaşar di 8’emîn salvegera komkujiyê de hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    GOÇ-DER: Divê pirsgirêkên mexdûran bên çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 1060’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê çalakvana Kurd binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Karwana Dayikan li ser rêya Berlînê ye: ‘Em cîhanek bê şer dixwazin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan bi du baskan ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dayikên di nobetê de: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin!
Rojane

Dayikên di nobetê de: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin!

Dayikên ku çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê didomînin, anîn ziman ku ew ji bo Meşa Azadiyê ya di 1'ê Sibatê de ji du başkan ve destpêkir bi kelecan in û gotin, "Em azadiya Birêz Ocalan dixwazin. Ji bo vê ev meş dê bibe wesîle."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Girtiyên siyasî di çerçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greve birçîbûnê kiribûn û çalakiya wan di roja 71’an de berdewam dike. Nobeta Edaletê ya malbatê girtiyan a ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) di 4’ê Kanûna 2023’yan hatiye destpêkirin jî di roja 64’an de berdewam dike. Dayikên di nobetê de ji bo şikandina tecrîdê bang li raya giştî kirin û Meşa Azadiyê silav kirin.

 

‘EM DIXWAZIN AGAHÎ JI ABDULLAH OCALAN BIGIRIN’

Yek ji Rêvebera DBP’ê yê Amedê Muşeher Ulker ku bi dayikan re nobetê digire, diyar kir ku ew dixwazin agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin û got, “Em dixwazin hîn bibin ka rewşa wî baş e an na. Ev yek mafê me ye. Ulker got, “Rêberê me li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û ji ber vê yekê ez li vê derê di nobedê de me. Tecrîda li ser wî di rastiyê de li ser me hemûyan e. Îro dayik hem li dijî tecrîdê hem jî ji bo dengê zarokên xwe bidin bihîstin nobetê digirin. Hemû kesên ku mirovahiyê diparêzin divê li dijî vê tecrîdê derkevin. Îro, tecrîd ketiye nava malên me. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Dayik êdî xwe di nava tecrîdê de hîs dikin. Wezîrê Dadê ango Serokkomar kî be muxatab divê guh bide banga dayikan. Tecrîd sûc e, em dixwazin ji Birêz Ocalan agahî bigirin, em azadiya Birêz Ocalan dixwazin.”

MEŞA MIROVAHÎ Û EDALETÊ

Ulker, behsa girîngiya Meşa Azadiyê ya ku di 1’ê Sibatê de destpêkiriye kir û wiha domand, “Ji du başkan ve ber bi Amedê ve dimeşin. Ev meş meşa mirovahiyê ye, meşa edaletê ye, meşa azadî û aştiyê ye. Ev meş ji bo ku dayik negirîn e. Ev meş ji bo em agahî ji Rêbertî bigirin û bidawîkirina tecrîdê ye. Her wiha divê tecrîda li ser girtiyên ku li Girava Imraliyê bi Rêbertî re ne were rakirin. Dê û bavên wan bi salan e zarokên xwe nedîtine û ne jî dengê wan bihîstine. Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Divê êdî dayik êşê nekişînin, bila dilê wan neşewite. Em di wê baweriyê de ne ku wê meş bi ser bikeve. Bila rêya hevrêyên me vekirî be. Ev meş girîng e. Em dixwazin di zûtirîn demê de ji Îmraliyê agahî bigirin. Ev meş wê bibe wesîle. Divê tevahiya gelê Kurd bi coşeke mezin meşvanan pêşwazî bike. Divê her kes xwedî li vê meşê derkeve.”

BANG JI BO DAYIKÊN GIRTIYAN: DI NOBETÊ DE BIMÎNIN

Dayika Mahsûn Sarûhan ê li Girtîgeha Tekîrdagê girtî ye Sulhiye Sarûhan, destnîşan kir ku divê her kes xwedî li Nobeta Edaletê ya ku bi heftiyan dewam dike derkeve. Sarûhan, anî ziman ku tenê daxwaza wan bidawîbûna tecrîdê ye û wiha got, “Em dixwazin ev tecrîda li ser hemû gelê Kurd û girtîgehan bê rakirin. Ya rast, tecrîda ku di şexsê Birêz Ocalan de li Îmraliyê hatiye girankirin, li ser tevahiya civakê girantir bûye. Heke tecrîda li Îmraliyê rabe wê zexta li ser civakê jî rabe. Her tiştê ku em îro dijîn tecrîd e. Gelek zext hene. Tecrîd bandorê li her kesî dike. Ji ber vê yekê divê her kes li dij derkeve. Tişta ku em dayik dixwazin aştî û edalet e. Em dixwazin her kes dengê me bibihîze, em dixwazin hemû dayikên girtiyan werin vê nobetê û dengê zarokên xwe bidin bihîstin. Eger em îro li dijî tecrîdê dengê xwe dernexin, sibe em ê nikaribin li rûyê zarokên xwe binêrin.”

‘EM Ê LI AMEDÊ MEŞVANAN BI COŞEK MEZIN PÊŞWAZÎ BIKIN’

Sarûhan, da xuyakirin ku çalakiyên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin girîng in û da zanîn ku, dayik dengê van çalakiyan didin bihîstandin û wiha dom kir, “Ew jî, ji bo edalet, yekîtî, hevgirtin û aştiyê dimeşin. Di şert û mercên zehmet yên zivistanê de, di nava berf û qiyametê de ji bo dawî li tecrîdê bînin dimeşin. 13’ê Sibatê wê bigihêjin Amedê û em ê wan li vir bi coşeke mezin pêşwazî bikin. Ev meş deng vedide û wê bi xwe re bîne. Em li vir li cihekî girtî nobetê digirin, lê her kes wan dibîne, her kes wan dibihîze. Wê ji çalakiya me zêdetir deng derxe. Eger hewa xweş bûya em ê li kolanan bûna, lê belê dayikên me yên nexweş hene, nikarin li ber serma kolanê bisekinin. Ji ber vê yekê em li vir li hundir nobetê digirin. Lê ev meş wê dengê me bide bihîstin. Ez careke din tecrîdê ji vir şermezar dikim. Ez komploya 15’ê Sibatê jî protesto dikim. Komplo li dijî tevahiya gelê Kurd hatiye kirin. Em vê komployê şermezar dikin, ji bo me 15’ê Sibatê rojeke reş e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îskenderûnê meşa bêdeng û çalakiya bîranînê hat lidarxistin
Nûçeya Pişt re Milîsên HBDH’ê li sê bajaran çalakî lidar xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 19’Ê ADARA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Kubayê peyameke tund da DYE’yê: ‘Mafê me yê xweparastinê heye’

Serokê Dewleta Kubayê Miguel Diaz-Canel got, li dijî êrîşeke muhtemel a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina bi Barzanî re bi dawî bû, heyet wê bi Talabanî re rûnê

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî wê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di Konferansa “Veguherîna Demokratîk de, banga demokratîk ji bo sedsala nû hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di rûniştina dawî ya konferansê de komara demokratîk hat nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di konferansê de ekolojî, demokrasiya herêmî û newekhevî hatin nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Koma Çep a Yekgirtî ya MPKE’ê ji bo ‘ji bo mafê hêviyê’ li Enqereyê hevdîtinan bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?