Yekşem, 8 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên min rêyeke birûmet meşiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Îçlî ev 10 sal bi neheqî tê rehîngirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tuncer Saglam wê sibê bi merasîmeke girseyî were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan sempozyuma ‘Bîra Civakî û Travmayê’ li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Konferansa YRJ’ê destpê kir
Jin

Konferansa YRJ’ê destpê kir

4’emîn Konferansa YRJ’ê bi tevlîbûna 150 delegeyan destpê kir. Di konferansê de wê rewşa rêxistinbûnê û rêzikname were nîqaşkirin û meclîs bê hilbijartin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) konferansa xwe ya 4’emîn, bi dirûşma “Bi mezinkirina YRJ’ê em ê bibin dengê şoreşa jinê” li dar dixe. Konferans li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin.

Di hola konferansê de wêneyên Rêber Apo hatin danîn. Her wiha ekranek li pişt dîwanê hat danîn û wêneyên şehîdên ragihandinê û pêşengên têkoşîna jinan; Gurbetellî Ersoz, Sakîne Cansiz, Denîz Firat, Cîhan Bîlgîn, Axîn Amûdê, Eylûl Nûrhilat, Arîn Cûdî, Agirî Yilmaz, Nûjiyan Erhan, Gulistan Tara, Dilovan Gever, Hêro Bahadîn, Şîlan Botan, Şîlan Ezgî, Rosîda Mardîn, Rohenda Xemgîn, Şevîn Bîngol, Roza Rênas Amed, Şîlan Baqî, Sarya Onur, Şaristan Asmîn, Dilîşan Îbîş, Koçerîn Rojîn, Avrîn Mahsûm tên nîqaşdan.

Peyama Rêber Apo ya “Erka me tevan e ku em bîranîna Gurbetelliyê zindî bihêlin, raman û têkoşîna wê ji nifşên sibrojê re veguhêzin. Îro ez careke din wê bi rêz, bêrîkirin û hestret bi bîr tîmim. Ronahiya wê rêya çapemeniya azad ronî dike” ku di 8’ê Cotmehê de ji Xelatên Gurbetellî Ersoz re şandibû, hat danîn.

Li gel 150 delegeyan, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, nivîskarên jin, nûnerên Kongra Star, nûnerên dezgehên jinan ên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), TEV-DEM’ê beşdarî konferansê bûne.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û piştre berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd axaftina vekirinê kir û bixêrhatina beşdaran kir.

Arîn Siwêd şehîdên azadiyê û rojnamevanên şehîd bi bîr anîn û got: “Diviyabû du salan carekê konferans bihata çêkirin, lê ji ber rewşa herêmê û şerê li Sûriyeyê me nekarî çêkin. Îro li herêmê û Sûriyeyê qirkirinek heye, bi taybet li dijî nasnameya jinan. Ji ber wê jî girîngiya avabûna YRJ’ê careke din xwe îspat dike. Ji ber wê jî me rêxistineke wiha ava kir. Îro êrişên li ser jinên Elewî û Durzî me wek YRJ bi wêrekî nîşan dan. Îro nasnameya me ne tenê rojnamegerî ye, nasnameya me jin e. Îro pêvajoya aştiyê jî jin dikarin pêşengiya wê bikin û bibin dengê wê. Ez dixwazim şehîdên me yên jin bi bîr bînim. Ji ber ku em bi keda wan gihaştine van rojan. YRJ’ê bi 50 jinên rojnamevan dest pê kir, îro ji 500 endaman zêdetir hene. Em her ku diçin mezin dibin, em ê li ser soza xwe ya Jin, Jiyan, Azadî bimînin.”

Piştî axaftina vekirinê ji bo rêvebirina konferansê dîwanek ji 5 kesan hat hilbijartin.

Dê li ser xebatên YRJ’ê sînevîzyon bê pêşandan, li ser navê Rêveberiya Xweser û Kongra Star axaftin bê kirin, rapora xebatên 4 salan bê xwendin, rewşa rêxistinî û rêzikname bên nîqaşkirin, meclis bê hilbijartin û bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

Ragihandina Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 28’ê Hezîrana 2020’an de bi beşdariya 86 delegeyan konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist û avakirina YRJ’ê ragihand. Niha 557 rojnamegerên jin endamên YRJ’ê ne. Li gorî rêziknameya YRJ’ê her du salan carekê konferans pêk tê, lê ji ber rewşa ewlehî û êrişên li ser herêmê ev 4 sal e konferans pêk nehatiye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn
Nûçeya Pişt re Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

Parlamenter Ruştu Tîryakî di daxuyaniya ku bi daxwaza îstifaya Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek ê ku…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE amadekariyên xwe yên ji bo destwerdana li Venezuelayê zêde dike

Tê gotin, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji bo destwerdaneke gengaz a leşkerî ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl li dijî Hûsiyên li Yemenê êrîşên hewayî pêk anîn

Artêşa Îsraîl êrîşê bendara Hudeyadayê ya Yemenê û cihên din ên di bin kontrola Hûsiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Leşkerên Tirk êşkence li 3 ciwanên ji Girê Spî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan sempozyuma ‘Bîra Civakî û Travmayê’ li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?