Yekşem, 9 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bibe’
Kurdistan

‘Ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bibe’

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal û wesiyê Rêber Apo Mazlum Dînç civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar xistin û destnîşan kirin ku ji bo serketina pêvajoyê divê Rêber Apo di aliyê fîzîkî de azad bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Danê sibehê li salona Ramada ya li Silêmaniyê panela ‘Piştî salek pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ber bi ku ve diçe?’ pêk hatibû. Piştî panela yekem, Parlementera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal, Wasiyê Rêber Apo û Parêzerê Buroya Sedsalê Mazlum Dînç têkildarî pêvajoya aştî û civaka demokratîk û pêşketinên girêdayî wê, civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Di despêkê de Parlementer Newroz Uysal axivî û da diyarkirin ku niha di navbera dewleta Tirk û Kurdan de pêvajoyek girîng heye û got: “Ev pêvajo ji bo siberoja gelê Kurd, gelê Tirk û tevahiya Rojhilata Navîn bandorek xwe ya mezin heye. Ji bona wê her kar û pêngavek di vê çarçoveyê de bê kirin girîngî û bandorek xwe ya mezin heye.”

Newroz Uysal, di dewamê de got ku Rêber Apo ev 27 sal in bê rawestan ji bo gelê Kurd û gelên herêmê têkoşîn dike û got: “Lê tecrîd berdewame û ji bo vê çendê sinordarkirina serdan û hevdîtinên li gel  Birêz Ocalan weke rêgiriyek li pêş pêvajoyê tê dîtin. Ev jî di demek de ye ku banga birêz Ocalan ya di 27’ê Sibatê de ta 26’ê Cotmehê de rêgiriyek berçav a li şer û rûbirûbûna çekdarî girtiye û bingehê qanûnî û siyasî amade kiriye.”

Newroz Uysal, da diyarkirin ku niha pêvajo ketiye qonaxa xwe ya duyem û pêngavên ku werin avêtin jî ji bo pêşketina pêvajoyê girîng in. Newroz Uysal got: “Pêwîste dewlet bi rêya komîsyonê erkê xwe bicih bîne û astengiyan derbas bike.”

Newroz Uysal, derbarê serdana komîsyona meclîsê ji bo Rêber Apo jî ev tişt gotin, “Heta niha komîsyonê ti biryarek ji bo serdana Îmraliyê nedaye. Em li bendê ne vê heftiyê komîsyon bi erka xwe rabe, civîna xwe pêk bîne û piştre jî serdana birêz Ocalan bike. Piştî wê jî wê rasterast lihevkirinên li ser bingehê despêkirina qonaxa duyem bipêşkevin.”

Derbarê erk û rola DEM Partî ya di vê pêvajoyê de jî Newroz Uysal got: “Xebatên DEM Partiyê cûr bi cûr in, bi rûniştin û serdanên ji bo Îmraliyê, hevdîtinên li gel rayedarên dewletê, aliyên siyasî û beşên cuda yên civakê re. Em wek DEM Partî mîna AKP’ê û MHP’ê li vê mijarê nanêrin. Ev mijareke siyasiye û pêwîstî bi tevayî partiyên siyasî û beşên civakê heye ku tê de rola wan hebe. Di vê çarçoveyê de hevdîtin û civînên DEM Partî yên li ser pêvajoyê berdewam in ka çi pêwîste bê kirin, çi pêngav werin avêtin, erk û rol çawan bên dabeşkirin. Di vê çarçoveyê de di nava vê salê de nêzî 4 hezar hevdîtin pêkhatine, ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiye û dervey Tirkiyeyê jî ev hevdîtin pêk hatine.”

Di heman daxuyaniyê de li ser pirsa mafê hêviyê ku ji aliyê welatên Ewropayê ve biryar li ser hatiye dayîn, lê heta niha nehatiye pêkanîn Wasiyê Rêber Apo Mazlûm Dînç axivî û wiha got: “Mafê Hêviyê biryara Yekîtiya Ewropayê ye. Divê were bi cih anîn. 11 sal in ev biryar hatiye dayîn. Li aliyê din biryara Konseya Ewropayê ye. Ji ber ku her sê mehan carekê kom dibin û mafê hêviyê dixin rojeva xwe û ji bo bi cih anînê dem didin Tirkiyeyê. Herî dawiyê heta meha Hezîranê dem dan Tirkiye ku ji pêkanîna wê YE’yê agahdar bike.”

Mazlûm Dînç, destnîşan kir ku ev biryar piştî banga Bahçelî ya ku bi fermî li Meclîsa Tirkiyeyê kirî kete rojevê ku banga pêvajoya aştiyê li Rêber Apo kir. Dînç axaftina xwe wiha domand: “Ji bo ku pêvajo berdewam bike û bi ser bikeve, divê Birêz Ocalan bi awayekî pratîkî rola xwe bilîze û ji nêz ve beşdarî pêvajoyê bibe. Ji bo vê yekê, divê mafê hêviyê rasterast ji bo Birêz Ocalan were bicîhanîn û divê ew bi awayekî fizîkî azad bibe. Bicîhanîna mafê hêviyê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê wê wateyê ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavên rasterast avêtiye. Divê azadiya Birêz Ocalan di warê siyasî û ji aliyê qanûnî ve bi awayekî cidî were çareserkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroz Uysal: Astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tecrîda li Îmraliyê ye
Nûçeya Pişt re Li girtîgeha Qerçekê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rewşa tenduristiyê ya girtiya 75 salî Hatîce Yildiz giran bû

Kurê Yildiz a girtî ya 75 salî, Alper Yildiz got ku dayika wî gelek caran…

Ji aliyê Stêrk TV

Salih Gedo: Rojeva esas azadiya Rêberê Abdullah Ocalan e

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê diyar kir ku azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Romayê Festîvala Çand û Dîroka Kurd hate lidarxistin

Li paytexta Roma Îtalyayê, Festîvala Çand û Dîroka Kurd ku 3 rojên dawiyê vê hefteyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?