Di konferansê de rûspiyên herêmê, malbatên şehîdan û meclîsên gel ên 5 herêman ku ji 67 gundên Binarê Qendîlê pêk tên, amade bûn.
Konferansa Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê ya bi dirûşmeya ‘Civakek komîn garantiya jiyanek azad e’, ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di konferansê de wê mijarên weke rêxistinbûn, bihêzkirina xwe rêveberiyê, jiyana civakî, parastina nirxên neteweyî û demokrasî bên nirxandin.
Her wiha ji bo pêşxistina herêmê, hevkarî û jiyana hevbeş a di nava niştecihên herêmê de, biryarên girîng dê bên dayîn.
Tê payîn ku wê encam û biryarên konferansê, bandorên girîng li bernameya Meclîsa Gel a Binarê Qendîl bike.

