Keyê Urdunê Abdullahê II. El Husên û Serokwezîrê Pakîstanê Şehbaz Şerîf ragihandin ku ew ê li dijî cihguhertina Filistîniyên li Şirîta Xezayê “toleransa sifir” nîşan bidin. Şerîf, di çarçoveya serdaneke fermî ya du rojan de, li Îslamabadê mazûvaniya Key Abdullah kir. Di daxuyaniya ku ji ofîsa Serokwezîrtiyê hate dayîn de, hate destnîşankirin ku her du lîderan li ser lihevkirin û helwesta bi prensîp a Pakîstan û Urdunê ya derbarê Xezayê ya piştî şer de tekez kirin û li dijî cihguhertina Filistîniyan bi awayekî biryar derketin.
Herwisa, di hevdîtinê de biryar hate dayîn ku kordînasyona di navbera heşt welatên Ereb yên Îslamî de, ên ku bi DYA re li ser agirbestek û plana aştiyê ya li Xezayê dixebitin, bê xurtkirin. Plan ji nû ve avakirina herêmê û avahiya rêveberiya nû jî di nav xwe de dihewîne. Her du aliyan her wiha nêzîkbûna têkiliyên dualî û zêdekirina hevkariyê di warên aborî, bazirganî, veberhênan, tenduristî, zanist û teknolojî, perwerdehî û parastinê de jî gotûbêj kirin.

