Piştî têkçûna danûstandinên agirbestê li Stenbolê Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê ragihand ku ew “ji bo diyalogê amade ye.” Pakîstanê, diyar kir ku ew gelek caran ji rayedarên Efganîstanê re ragihandine ku divê axa Efganîstanê ji bo êrîşên li dijî Pakîstanê neyê bikar anîn û îdia kir ku Talîban “gavên berbiçav ne avêtiye, tenê hewl daye agirbestê dirêj bike.”
Hikûmeta Talîbanê van îdîayan red kir. Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd, got ku pirsgirêkên ewlehiyê yên Pakîstanê “pirsgirêka wê ya navxweyî ye” û Îslamabad hewl dide ku berpirsiyariya tevahî bixe ser Efganîstanê.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî di mehên dawî de di pevçûnên li deverên sînor de bêhtirî 70 kes hatine kuştin.
Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê got, “Têkoşîna li dijî terorîzmê hedefa me ya sereke ye. Gefên ji ber Efganîstanê rû didin heta çareser nebin, ne pêkan e ku pêşketin çêbibe” û destnîşan kir ku Talîbanê red kiriye ku endamên TTP’ê radest bike.
Her wiha diyar kir, “Kesên ku terorîstan dihewînin, piştgirî dikin, an fînanse dikin ne dostên Pakîstanê ne.”

