Duşem, 18 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şehîdên meha Gulanê li Mîçurinskê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Totonac ê Meksîkayê bang li Konseya Ewropayê kir: Azadiya Ocalan misoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo meseleya Kurd statu û garantiya qanûnî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Yilmaz: Desthilatdarî giraniyê dide ser parastina rewşa xwe ya siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li zanîngehan bi rêya êrişên faşîst, têkoşîna sosyalîst hedef tê girtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hakî Karer: Navê hevrêtiya destpêkê û têkoşîna azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Selahedîn Saleyî: Mifteya çareseriyê tenê Îmrali ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera PJAK û Partiya Komunîst a Kurdistan de hevdîtin pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de rêbazên berxwedanê hatin vegotin
Jin

Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de rêbazên berxwedanê hatin vegotin

Di çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê de dîroka tundiya li ser jinan û rêbazên berxwedanê hatin vegotin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 15’ê vê mehê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da. Platformê ragihand ku çalakiyên îsal bi dirûşma “Bi hev re em civateke demokratîk û komunal ava dikin da ku tundiyê bi dawî bikin” pêk tên.

EYN ÎSA

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê de rêxistina Kongra Star a bajarê Eyn Îsa li navenda xwe ya li bajêr perwerdeyek ji bo mêran da destpêkirin.

Dewreya perwerdeyê dê 3 rojan dewam bike. Di perwerdeyê de dê semîner li ser tundiya li dijî jinan, rêbazên wê û rêbazên bidawîkrinê û avakirina malbateke durist werin dayîn.

Ji rêveberên Kongra Star Ruqeya Mihemed der barê perwerdeya ji bo mêran de diyar kir ku dê mijarên tundiya li ser jinan, rêziknameya Mala Jinan û ya Kongra Star werin şîrovekirin.

Bi heman boneyê Kongra Star semînerek li hola civînan da.

Ji rêveberên Meclisa PYD’ê ya kantona Firatê Redîa Îsmaîl semîner da. Redîa sedemên sereke yên berdewamiya tundiya li dijî jinan şîrove kir û got, nezanîna qanûnê, nebûna hişmendiya mafên jinan û rewakirina tundiyê wekî hinceta perwerdekirinê sedemên tundiyê ne.

Rebîa diyar kir ku çareseriya bingehîn a rêgirtin li pêşiya tundiya li ser jinan bi perwerde, hînkirin, belavkirina çanda wekheviya zayendî û pêşxistina aboriya jinan pêkan e.

ÇILAXA

Meclisa Jinan a PYD’ê di çarçoveya qonaxa 3’yemîn a pêngava çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê de ku bi dirûşma “Bi pêşengiya jinan ber bi Sûriyeya demokratîk ve” didomîne, civînek li bajarokê Abirê yê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê li dar xist.

Civîn bi beşdariya hejmareke mezin a şêniyan, endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, nûnerên Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan li hola taziyê ya naverasta bajar pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Meclisa Jinan a PYD’ê Haystan Hesen cureyên tundiyê û sedemên wê şîrove kirin û got:  “Tundî diyardeyeke cîhanî ye, ji zihniyeta baviksalar a civakê derdikeve ku dixwaze jinan kontrol bike. Bi tundiyê civakek ku ji hêla mêran ve serdest e xurt dike, di encamê de çanda tundiyê nifş bi nifş pêş dixe û rewşek newekhevî û bêedaletî ava dibe.”

Haystan Hesen anî ziman ku têkoşîna li dijî tundiyê ne tenê berpirsyariya jinan, lê di heman demê de berpirsyariyeke civakî ye û wiha domand: “Îslahkirin û hişyarkirina civakê bi avakirina hevjiyaneke azad û bidawîanîna çanda tundiyê pêkan e.”

Haystan Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku xwe bi rêxistin bikin û ji bo vegerandina mafên xwe û rola xwe ya xwezayî tê bikoşin.

Di civînê de nîqaş li ser kokên tundiyê, çawaniya guhertina zihniyeta baviksalar û zayendparêziyê hatin kirin û pêşniyar hat kirin ku bi armanca pêşxistina bingehên edalet û wekheviyê dewreyên perwerdeyê werin zêdekirin.

HELEB

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan jî semînerek li ser tundiya li dijî jinan û rêbazên bidawîkirina wê li Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê da.

Rêvebera tevgerê Ronahî Henan semîner bi rêve bir behsa dîroka tundiya li dijî jinan kir. Ronahî destnîşan kir ku ev ne diyardeyeke nû ye, lê belê mîrateyeke çandî û dîrokî ye ku hevkariya resen a di navbera mirovan de veguheriye serdestiyê.

Ronahî di dewama axaftina xwe de got jidayikbûna mirovên nû, avakirina projeyên hevbeş û avakirina têkiliyên yekgirtî yên bê serdestî, pêdivî bi rakirina maskeya hêza derewîn û avakirina hevjiyaneke azad heye.

REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê jî bi heman armancê semînerek li hola Meclisa Giştî ya bajarokê Selhebiyê da. Endamên Meclisa Endelus, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, şaredariyên Selhebiyê, Reşîd, Kedîran û Meclisa Qehtaniya amade bûn.

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê Buseyna Ebdo bal kişand ser cureyên tundiya li ser jinan û got, tundî bi fîzîkî, devkî, derûnî, aborî, medyaya dîjîtal, zayendî, malbatî û civakî tê kirin. Buseyna diyar kir ku tundî di kesayeta jinan de mirovahiyê dike hedef û destnîşan kir ku azadiya jinan û pêşxistina wan rê li ber avakirina civakeke hevbeş û wekhev vedike.

Hevseroka Meclisa Rojava ya Kantona Reqayê Ebdulxefûr El Dêf jî behsa tundiya aborî kir û da zanîn ku ev cure tundî ne tenê bêparhiştina madî ye, lê qedexekirina azadiya jinan jî digire nava xwe û got: “Tundiya aborî ji sînorên takekesan derbas dibe û dibe diyardeyek kûr a civakî ku bandorê li aramiya malbat û tevahiya civakê dike. Ev cure tundî xizanî, bindestî û îstismarê diafirîne.”

Di dawiya semînerê de sînevîzyonek li ser tundiya li Sûriyeyê hat pêşandan.

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa Jinan a PYD’ê di çarçoveya çalakiyên xwe yên bi vê boneyê de semînerek li hola Sendîqeya Karkeran a bajarokê Rimêlan ê kantona Cizîrê da. Endamên saziyên sivîl, Kongra Star û bi dehan şênî beşdarî semînerê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Meclisa Jinan a PYD’ê Menal Mihemed bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jina û diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiya berpirsyariya herî kesî ye. Her wiha anî ziman ku azadiya jinan bingeha avakirina civaka demokratîk e.

Bi navê Meclisa Jinan a PYD’ê-şaxê Girkê Legê Netewî Xemgîn jî da zanîn tundiya li dijî jinan pirsgirêka herî mezin e û parastina jinan û pêşxistina wan mîsyoneke civakî ye. Her wiha bi bîr xist ku tevî ku jinn di civakê de rolên pêşeng dike û parastina civakê dike, lê gefa li ser jiyana wan û rola wan dewam dike.

Netewî Xemgîn da zanîn ku serxistina projeya neteweya demokratîk bi azadkirina jinan ve girêdayî ye.

Piştî semînerê dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê bi beşdariya 60 mêran ên endamên Rêveberiya Xweser û komînan 2 dewreyên perwerdeyê  vekir. Dewreyên perwerdeyê bi navê Şehîd Adar Harûn li Akademiya Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Sivîl hat vekirin.

Dewreya perwerdeyê dê 10 rojan dewam bike. Di dewreyê dê wane li ser girîngiya perwerdeyê, rexne û rexnedayîn, dîroka jina, civaka xwezayî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan werin dayîn.

Perwerde dê ji saet 09.00’an heya 14.00’an dewam bike. Di 26’ê Mijdarê de dê li bajarokê Hinêda heman dewre were vekirin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi tevkariya tevgerên jinan, pankartên bi dirûşmên “Ji bo bidawîkirina tundiya bi hev re em civakeke demokratîk û komînal” li deriyên têketina bajarê Tebqayê, taxa Sanî, çerxerêya Elem, çerxerêya Şehîd Hebûn û nêzî Bendava Firatê daliqandin.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi beşdariya endamên meclisê, Desteya Jinan, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û hevserokên komînan semînerek li bajarê Meskena yê kantona Tebqayê da.

Endama Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fehîma El Elî semîner da û got, tundiya li dijî jinan ne tenê kiryarek takekesî ye, lê belê nîşaneya avahiyek civakî û çandî ye ku bindestiyê didomîne û pêşveçûna civakê asteng dike. Fehîmayê anî ziman ku têkoşîna li dijî tundiyê bi azadkirina hişmendiyê û xurtkirina têkiliyên li ser bingeha rêzgirtin û wekheviyê, sazkirina qanûnên ku edaletê bi pêş dixe, dest pê dike.

Desteya Jinan a Kantona Tebqayê bi heman mijarê semînerek li bajarê Dibsî da.

DÊRAZOR

Yekîtiya Jinên Ciwan û Kombûna Jinan a Zenûbiya 2 semîner li bajarê Hecînê yê Dêrazorê dan. Semîner bi beşdariya jinên bajarokê li ser qanûnên malbatê, têgehên cudekarî û tundiya civakî hate dayîn.

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyeyê Neda Îsmîal bendên qanûna malbatê şîrove kirin. Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Sefa El Mihemed jî diyar kir ku armanca van çalakiyan rêgirtina li ber tundiyê û pêşxistina çanda tevkariyê ji bo avakirina civakeke bêyî tundî ye.

Di semîneran de girîngiya bilindkirina asta hişmendî, piştgiriya qanûnên parastina mafên jinan hat vegotin.

SIRÎN

Di boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, Kongra Star perwerdeya mêran bi tevlêbûna hevserok û endamên saziyên Rêveberiya Xweser li hola Navenda Sûriyeya Pêşerojê ya li bajarê Sirînê ê kantona Firatê da destpêkirin.

Di roja yekemîn a perwerde de li ser rêziknameyên Kongra Star hat dayîn û di roja duyemîn de wê li ser Qanûna Jinan û di roja sêyem de li ser dersa zîhniyet û tundiya li ser jinan dê were dayîn.

Di perwerdeyê de ders ji aliyê endama Kongra Star a Kantona Firatê Loceyn Selîm ve hate dayîn. Loceyn Selîm rêziknameya Kongra Star şîrove kir û wiha got: “Tevgerên jinan her roj ji bo xwe bikin roja bilindkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û ji bo guhertin û veguhertinê her dem di nava kar û xebatê de bin.”

Loceyn Selîm diyar kir ku armanca rêziknameya Kongra Star divê her mêrek ji xwe re esas bigire û li gorî wê tev bigere û li dijî tundiya li ser jinan têbikoşe.

 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Fîlîpînê bagera super bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
Nûçeya Pişt re Hêzên Şamê bi dronê êrîşî Siwêdayê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yekitiya Mamosteyan komkujiya Zirganê şermezar kir

Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG-NRÇ: Artêşa Tirk bi her cûre çekan êrîşî gerîla dike

HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk bi teqemeniyên xurt, gazên kîmyewî, drone, sondaj, kepçe û…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya gerîlayeke şehîd hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya gerîlayeke li Garê şehîd bû eşkere kir û got, "Em soz didin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

TAJÊ dê 3’yemîn kongreya xwe ya asayî lidar bixe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?