În, 9 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji 90 saziyên Kurdistanî daxuyanî: Êrişên li Helebê ji bo Kurdan meseleyeke neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heya ku berpirsên Komkujiya Parîsê neyên eşkerekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê daxwaza hevdîtina bi Erdogan re bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gotina aştiyê divê bi pratîka li qadê bê nirxandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Li Sûriyê polîtîkaya diyalogê bişopînin, ne ya rageşiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Parêzer Malterre: Dema darazê işaret bi MÎT’ê kir dosya weke sira dewletê hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Rojhilatî ji ber greva giştî spasiya gel kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger aştî bibe em ê karibin gundê xwe jinûve ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahîn: Gava destpêkê ya entegrasyona demokratîk qanûnên derbasbûna demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwepêşandan li Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin: Li Kamêranê gelek kes şehîd bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Amedê: Em li kêleka gelê Rojava ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin kuştin û 297 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan ên li Herêma Kurdistanê: Îradeya gel ji her cûre zextan xurtir e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Rûsyayê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Ji bo Rojava û gelên Îranê dakevin qadan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li hemberî êrîşên li ser jin û gel ên li Helebê bêdeng nemînin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Bêyî jinan aştiya mayînde pêk nayê
Jin

Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Bêyî jinan aştiya mayînde pêk nayê

Di çalakiyên ku di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê de hatin lidarxistin de, hate destnîşankirin ku aştiya civakî û avakirina pêşeroja Sûriyeyê bêyî jinan pêk nayê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, Kongra Star bi tevkariya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) civîneke berfireh li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê li dar xist. Civîn li hola Meclisa Qanûnsaz bi amadebûna nûnerên saziyên civaka sivîl, komîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk hat.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo axivî û got, ev roj dûryaneke cîhanî ji bo nûkirina pabendîbûna bi têkoşîna li dijî hemû cûreyên tundiya li ser jinan e.

Gulîstan Gulo bi bîr xist ku ev roj bi bîranîna xwişkên Mîrabal ve girêdayî ye, ku bûne sembola berxwedana jinan a li dijî dîktatoriyê. Her wiha diyar kir ku polîtîkayên ku tundiyê li dijî jinan rewa dikin an jî pêk tînin metirsiyeke domdar e, lew ra jî rêxistinkirina jinan û mezinkirina berxwedana civakî hewce dike.

Gulîstan Gulo di dewama axaftina xwe de da zanîn ku kokên tundiya li ser jinan vedigerin serdema serdestiya hişmendiya baviksalar û bal kişand ser têkoşîna şehîdan a ji bo azadî û rûmeta  civakê.

Gulîstan Gulo bal kişand ser rewşa Sûriyeyê jî û ev nirxandin kir “Pirsgirkên welat hîna nehatine çareserkirin. Hêviyên avakirina Sûriyeyeke demokratîk bi helwestên hikumeta veguhêz ve paşketine. Ji ber ku ev hikumet sîstema nenavnedî an jî rola jinan li gorî tê xwestin nepejirandiye.”

Gulîstan Gulo îşaret bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya ku Rêber Abdullah Ocalan kiriye û got, gelek aliyan pêşwazî li vê bangê kirine, lê dewleta Tirk hê jî gavên cidî neavêtiye.

Di dawiyê civînê de rê li ber beşdaran hat vekirin da ku nêrînên xwe bînin ziman. Beşdaran gotin divê komên jinan werin aktîfkirin û rola jinan li hemberî siyasetên paşguhkirin û biçûkxistinê were pêşxistin.

ŞAM

Li Şamê jî bi heman boneyê, Navenda Çandê ya Osman Sebrî, bi hevkariya Kongra Star û Meclisa Jinan a PYD’ê panelek bi navê “Jin, Ewlehî û Aştî” li dar xist. Panel di heman demê de bi boneya salvegera 25’an biryara 1325’an a Konseya Ewlekariyê ku balê dikişîne ser girîngiya beşdarkirina jinan di dayîna biryaran û pêvajoya aştiyê de hate  lidarxistin.

Berdevka Nivîsgeha Têkiliyan a Kongreya Star Ronahî Hesen banga pêkanîna erkên exlaqî û qanûnî yên parastina jinan ji tundiyê kir û got, beşdariya jinan di diyalogan û avakirina biryaran de hêmana bingehîn a pêkanîna aştiyeke mayînde ye.

Di rûniştina yekemîn a panelê de hevseroka Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê Sema Begdaş behsa biryara 1325’an a Neteweyên Yekbûyî, rêbazên pkanîna wê û astengiyên sereke yên li Sûriyeyê kir.

Di rûniştina duyemîn de çalakvana jin û lêkolîner Sewsen Zekzek rewşa bicihanîna vê biryarê li Sûriyeyê, pêşketinên hatine kirin, qadên ku pêdiviya wan bi desteka mezin heye, her wiha girîngiya beşdarkirina jinan di pêvajoya aştiyê de vegot.

Di dawiya panelê de beşdaran banga hewldanên hevbeş ên jinan û pêşxistina hemahengiyê kir da ku beşdariya wan di avakirina biryar û aştiyê de werin mîsogerkirin.

HELEB

Yekitiya Jinên Ciwan a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya 25’ê Mijdarê  komxebatek li dar xist. Komxebat li Hola Civînan a MSD’ê bi amadebûna bi dehan ciwan, nûnerên saziyên sivîl, meclis û partiyên siyasî hat lidarxistin.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan Sîdra Şêxo axivî û got, armanc ji vê komxebatê pêşxistina hişmendiya civakî, aktîfkirina rola ciwanan di têkoşîna li dijî tundiyê ye.

Beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman.

Endamê Komîteya Ciwanan a Meclisa Taxa Şehîd Cengîz, Dijwar Mihemed got: “Nêzîkatiyên tund ên li hemberî jinan şaş e, ji ber ku jin nîvê civakê ye û nîvê din perwerde dike. Di dîrokê de weke xwedawend dihat dîtin.” 

Dijwar Mihemed bal kişand ser nêzîkatiyên hikumeta veguhêz ên li hemberî jinan û tayînkirina lawaz a jinan di hikumetê de û paşguhkirina wan di danezana destûrî de jî rexne kirin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Aya Hesen jî cûreyên tundiya li ser jinan vegotin û diyar kir ku tundî rêbazeke ku pergalên serdest afirandine da ku kesayeta jin û îradeya wan têk bibin.

Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Hêvîn Mûsa jî îşaret ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê û diyar kir ku jin di qadên siyasî, leşkerî û aborî de pêşengiyê dikin.

Her wiha anî ziman ku rêya rizgariya civakî di rizgarkirina jinan de ye û got, jin cewhera pêşketina civakan e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Zeyneb Celaliyan sê hefte ne nayê dermankirin
Nûçeya Pişt re DEM Partî: Divê hemû partî jî bi awayekî erênî nêz bibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Azadiya jinê azadiya mirovahiyê ye

Gerîlayê HPG'ê Çalak Mazlûm û gerîlaya YJA Starê Eylem Goksû Gabar destnîşan kirin ku têkoşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

YPJ’ê li dijî DAÎŞ’ê operasyon kir: 2 çete hatin girtin

Navenda Ragihandina YPJ’ê bi daxuyaniyekî ragihand ku bi pêşengiya YPJ’ê û bi alîkariya QSD’ê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredarê Beykozê dîsa hat girtin

Şaredarê Beykozê Alaattin Koseler ku beriya 30 saetan hate berdan, piştî îtîraza li ser serbestberdana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji 90 saziyên Kurdistanî daxuyanî: Êrişên li Helebê ji bo Kurdan meseleyeke neteweyî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji Siwêdayê êrişên li ser Helebê hatin şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Dîmenê hovîtiya çeteyan a li nexweşxaneyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

SOHR: Li Helebê xebatkarên nexweşxaneyê hatin înfazkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?