Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bolton: Ne bawer im ku Erdogan çareseriyê dixwaze
Rojane

Bolton: Ne bawer im ku Erdogan çareseriyê dixwaze

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê berê yê DYE'yê John Bolton anî ziman ku pêvajoya li Tirkiyeyê dewam dike wê bi kêrî her kesî bê, lê belê ne bawer e ku Erdogan çareseriyê dixwaze.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) John Bolton ji Medya Haber TV bersiv da pirsên rojnamevan Erem Kansoy.

Bolton anî ziman ku di dema Serkkomar Erdogan de polîtîkaya Osmaniya nû ya Tirkiyeyê bi rengê piştgiriya ji bo komên Îslamî yên radîkal ava bû û êrişên li derveyî sînor ên li hemberî Kurdan, piştgiriya ji bo Hamasê, her wiha rola di guhertina rejîma li Sûriyeyê de weke parçeyên vê polîtîkayê nirxand.

Bolton diyar kir ku Erdogan bi daxwaza serweriya li Sûriyeyê destwerdanên yekser dike, her wiha hêzên wekÎl bi kar tîne, statuyeke gengaz a xweser a Kurd a li Sûriyeyê li dijî berjewendiyên xwe dibîne û got, “Ji bo Kurdên li Sûriyeyê serdemeke gelekî xetere ye. Hem ji ber zexta yekser a ji sînorê Tirkiyeyê tê, hem jî bi destê el Şara.”

EM NE BAWER IN KU RÊVEBERIYA TRUMP FÊHM KIRIYE

Bolton anî ziman ku ew ne bawer e di nava rêveberiya Trump de ji bo pirsên ‘Rojhilata Navîn a çawa têkiliyeke çawa ya bi Kurdan re’ bersiveke şênber hebe û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Artêşa DYE’yê General Mazlûm û karên QSD’ê yên li dijî DAÎŞ’ê gelekî hêja dibîne. Gelek kesên li Washingtonê bi fikar in ku DAÎŞ ji nû ve bi ser xwe ve bê û bibe xwedî hêz. Dibe ku weke berê nikaribe qadekê kontrol bike, lê belê ev kom dikare weke hêzeke terorê vegere. Yên ku bi rola Kurdan a têkbirina DAÎŞ’ê ya li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê zanin, dixwazin ew bêne parastin. Li gorî tecrûbeyên xwe yên ji dema destpêkê ya Trump dikarim vê bibêjim; Em ne bawer in ku fêhm kiriye bê ev mijar çiqasî tevlîhev e, yan jî ne bawer in ku girîngiya karên ku Kurdan ji bo parastina DYE û hevalbendên wê kirine hatibe fêhmkirin.”

EZ JI NÊZÎKATIYA ERDOGAN A LI PÊVAJOYÊ BI FIKAR IM

Têkildarî pirsa li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê dewam dike, Bolton destnîşan kir ku wê bi kêrî her kesî be ku şer bi dawî bibe û welatiyên Kurd bi rengekî tam karibin tevlî siyaseta Tirk bibin. Bolton got, “Ya ku ji derve xuya dike ew e ku Erdogan li hundir di nava tengaviyeke mezin a siyasî de ye. Nikare bê gotin ku ji Erdogan hez dikim; ne bawer im bê çiqasî bawerî pê bê. Demeke dirêj e ez wê yekê difikirim ku divê avaniyeke Kurd a serbixwe hebe. Eger ev yek beriya bi salan ava bû ba, Rojhilata Navîn wê hîn aştiyane bûya. Ez nizanim bê îro ev yek çiqasî pêkan e, lê belê ji hewldanên lihevkirinê yên Erdogan bi guman im; di wê baweriyê de me ku teqez hesabekî xwe yê veşartî heye. Hêvî dikim ku encameke aştiyane wê jê derkeve, lê belê weke ku min got, ez bi guman im.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG NRÇ’ê şehîdên sala 2020’an bi rêzdarî bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Li Endonezyayê ji ber hezazê herî kêm 30 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li girtîgeha Qerçekê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan

Tê diyarkirin ku ji destpêka salê ve 23 jin li girtîgeha Qerçekê ya li Îranê…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê bi koma 40’an didome

Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Panaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Esra Solîn Dal: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin

Rojnamevan Esra Solîn Dal a ku nêzî mehekê li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat girtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?