Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclîsê ava bûye, ji bo karibe hevdîtinê bi Rêbre Apo re bike îro diçe Îmraliyê.
Di nava heyetê de ji Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) Serokwekîla Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi navê MHP’ê Alîkarê Serokê Giştî Fetî Yildiz û ji AKP’ê jî Huseyîn Yayman hene.
Hate ragihandin ku komîsyon wê di nava çend saetan bi de bi helîkopterê biçe Îmraliyê.
Endamên komîsyonê wê li Rêber Apo guhdarî bikin. Naveroka hevdîtinê wê heta 10 salan girtî bê hiştin.

