Pêncşem, 28 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 79 sazî û komeleyên Êzidiyan daxuyaniya li dijî projeyên GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Qanûna çarçoveyê wê bê derxistin, em ê pêşkêşî Birêz Ocalan bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û MHP’ê serdana hev kirin: Banga ji bo gavên şênber

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Guzelbahçeyê Mûstafa Gunay ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê serdana Şehîdgeha Şehîd Nûjîn hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konsolosxaneya Îtalyayê li Hewlêrê Mazlum Ebdî ezimand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariya 20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Erbaş: Zemîna muzakereyê ya demokratîk êdî destpê kiriye
Rojane

Erbaş: Zemîna muzakereyê ya demokratîk êdî destpê kiriye

Hevberdevkê Dibistana DEM Partiyê Dogan Erbaş anî ziman ku hevdîtina bi Rêber Apo re sembolîk nîne; ji bo naskirina îrade û muzakereya demokratîk destpêkeke dîrokî ye û got, di qonaxên pêş ên pêvajoyê de rola hemû partiyan wê diyarker be.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevberdevkê DEM Partiyê Dogan Erbaş çûyîna ‘Komîsyona Çareseriyê’ ya Girava Îmraliyê nirxand û destnîşan kir ku hevdîtina bi navê komîsyonê bi Rêber Apo re hatiye kirin tê wê wateyê ku êdî bi pratîkî derbasî nava zemîna muzakereyê ya demokratîk bûne.

Erbaş destnîşan kir ku pêkhatina hevdîtinê bi biryara piraniya partiyên li meclîsê bi serê xwe girîng e û anî ziman ku ev yek sembolîk nîne; divê weke nêta ji bo meşandina muzakereyê bi naskirina hebûn û îradeyê bê nirxandin. Her wiha ragihand ku ev gav xwedî girîngiyeke dîrokî ye, firsendek afirandiye.

‘SEMBOLÎK NÎNE, TÊ WATEYA NASKIRINA ÎRADEYÊ Û MEŞANDINA MUZAKEREYÊ’

Dogan Erbaş bangên Rêber Apo yên berê bi bîr xist ku ji bo avakirina komîsyonê li meclîsê kir û işaret bi destpêka pêvajoya muzakereyê ya demokratîk kir:

“Di pêvajoya çareseriyê ya 2012’an de jî Birêz Ocalan bangeke bi heman rengî kiribû. Xwestibû li meclîsê komîsyonek bê avakirin, ev komîsyon îradeya siyasî ya civakê temsîl bike û bi wî re hevdîtinê bike. Di vê demê de jî, ji Cotmehê û vir ve di hevdîtinên bi heyetên me re timî destnîşan kir ku ew girîng dibîne ku meclîs bikeve dewrê, ne tenê partiyên desthilatdariyê her wiha hemû partî tevlî pêvajoyê bibin.

Tevlîbûna CHP’ê li nava komîsyonê bi taybetî destnîşan kiribû. Niha em dikarin bi hêsanî bibêjin ku derbasbûna li nava zemîna muzakereyê ya demokratîk çêbûye. Heyeta hevdîtinê di asta tê xwestin de nebe jî hevdîtin bi biryara piraniya partiyên li meclîsê têne temsîlkirin pêk hat. Ev yek bi tena serê xwe girîng e.

Hevdîtina Birêz Ocalan a bi organa qanûndanînê re destpêka muzakereyên demokratîk e. Gavên ji niha û pê ve wê her wiha bêne nirxandin. Ev hevdîtin sembolîk nîne, naskirina îradeyê ye, ji bo meşandina muzakereyê destpêkeke dîrokî ye.

Em ê di rojên pêş de bibînin ku heyet wê bi endamên heyî yan jî bi yên nû wê careke din biçe yan na. Di civîna komîsyonê de tekez ev mijar wê bê nirxandin. Partiya me wê di vê mijarê de helwesta xwe diyar bike. Hevseroka me ya giştî Tulay Hatîmogûllari jî di civîna komê de nirxandineke bi berfirehî kir. Em ê bixwazin ku bi navê komîsyonê hevdîtin dewam bike, heyet careke din biçe Îmraliyê.”

‘XALA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK A DI DAXUYANIYÊ DE’

Dogan Erbaş bal kişand ser girîngiya daxuyaniya Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş û bi bîr xist ku di daxuyaniyê de pênaseya aştî û civaka demokratîk da pêş: “Daxuyaniya kurt a Serokê Meclîsê girîng bû. Banga aştî û civaka demokratîk destnîşan kir, qala yekbûna civakî kir, bal kişand ser Peymana 10’ê Adarê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev balkêş bûn. Li şûna gotinên terorê pênaseyên aştiya civakî, xwişk û biratî û jiyana hevpar derkete pêş.

Ev daxuyanî işaretê bi wê yekê dike ku ji bo pêvajo debasî aştî û demokrasiyê bibe wê karên qanûnî û destûra bingehînî bêne kirin. Di pêvajoya ji niha û pê ve de wê gotinên Serokê Meclîsê li ber çavan bêne girtin.”

‘GOTINA BAHÇELÎ KU DIGOT MUXATABÊ HERÎ CIDÎ LI ÎMRALIYÊ YE, XWEDÎ GIRÎNGIYEKE CUDA YE’

Erbaş anî ziman ku helwesta Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî balkêş e û got, “Nixandinên Birêz Bahçelî her wiha girîng e. Berê gotinên xwe cuda jî be nuqteya ku îro hatiye ji aliyê dîroka diyasî ve hêjayî nirxandinê ye. Bi taybetî gotina ‘Muxatabê herî cidî li Îmraliyê ye’ xwedî girîngiyeke cuda ye. Piştî ku agahî ji alîkarê xwe yê serokê giştî yê hevdîtin pêk anî wergirt, ev daxuyanî da. Lewma hîn bêhtir hêja û balkêş e.

Ocalan demeke dirêj bû samîmiyet û cidiyetê destnîşan dikir; Ev gotinên Bahçelî ew nêzîkatî bi bîr xist. Her wiha gotina, ‘Eger kes neçe ez ê biçim’ tevkarî li bilezbûna pêvajoyê kir. Ev gotin di heman demê de weke rexneyek li desthilatdariyê bû.

Helwesta Bahçelî nîşan dide ku li şûna pêvajo ji demê re bê hiştin, dixwaze gavên pratîkî bêne avêtin. Bi dîtina min, ji niha û pê ve wê Ocalan yekser muxatab bibînin.”

Dogan Erbaş diyar kir ku nîqaşên li ser tevlînebûna CHP’ê ya li hevdîtinê divê girîngiya hevdîtinê nenixumîne.

Erbaş got, “Ez di wê baweriyê de me ku CHP wê di rojên pêş de piştî van nîqaş û rexneyan helwesta xwe biguherîne. Weke partiyeke ku saleke qala guherîn û veguherînê dike û hewl dide hesabê ji rabirdûya xwe bipirse, nabe ku vê xetê dewam bike. Haya xwe ji wan serketinan heye ku bi piştgiriya gelê Kurd di rêveberiyên xwecihî de bi dest xistiye. Ji ber vê yekê wê neçar bimîne ku tevlî pêvajoyê bibe.

Herî dawî vê yekê bibêjim: Divê mîsyon, fikir, îradeya çareseriya demokratîk a Birêz Ocalan bi berfirehî ji raya giştî re bê vegotin. Ji bo jiyana hevpar û aştiya mayinde derdorên siyasî divê xwe ji jiberên xwe rizgar bikin û bi vî rengî nêzîk bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2025’AN
Nûçeya Pişt re PKK ji bo paşerojeke azad ava bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hunerê ji dil dikin

Welat û Xelîl ku birayên hev in û nikarin bibînin, ji sala 2017'an û vir…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Saratovê Newroz hate pîrozkirin

Li kafeya Bûratîno ya li bajarê Yarşovê ya Herêma Saratovê ya Rûsyayê, Newroz bi coş…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîn û Rûsyayê li Pasîfîkê tetbîqateke hevpar pêk anîn

Wezareta Parastinê ya Çînê ragihand ku Çîn û Rûsyayê beriya demekê tetbîqatek leşkerî ya hevpar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Axios: DYA ji bo senaryoya hilweşîna rejîmê ya li Kûbayê amadekarî dike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Şerê li Rojhilata Navîn aboriya Norwêcê mezin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?