Pêncşem, 15 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Baglarê xizanî mezin dibe: Gelek malbat tenê dahnekî dikarin xwarinê bixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê 5 hezar euro ceza li Tirkiyeyê birî: Girtina Adalet Kaya binpêkirina mafan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Oduncu xwînê diavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 12’emîn a qetilkirina Kadrî Bagdu de banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê teqîn: Efserek û leşkerek mir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Yekîtiya Komînên Şaredariyên Gel ên Şengalê hate ragihandin
Kurdistan

Yekîtiya Komînên Şaredariyên Gel ên Şengalê hate ragihandin

2’emîn Konferansa Şaredariyên Gel ên Şengalê bi ragihandina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku şaredariyên gel xwe weke komîn ji nû ve birêxistin bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

2’emîn Konferansa Şaredariyên Gel ên Şengalê, piştî nîqaş, nirxandin û girtina biryarên girîng, bi hilbijartinê û xwendina encamnameyê bi dawî bû. Di hilbijartinê de Xwedêda Ilyas û Mariya Şengalî weke hevberdevkên giştî yên Şaredariyên Gel ên Şengalê hatin hilbijartin.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku wê Şaredariyên Gel ên Şengalê xwe di nav gel de bi rêya komînan ji nû ve ava bikin û yekîtiya komînên şaredariyên gel ên Şengalê hate ragihandin.

Berfirehiya encamnameyê bi vî rengî ye;

‘’Konferansa me di dîroka 30.11. 2025’an de, bi dirûşma “Em ê bi şaredariyên gel ava xwe, axa xwe û jiyana xwe komînal bikin” bi tevlîbûna 350 delegeyan bi coş û kelecaneke mezin destpê kir. Tevlîbûna hevserokên şaredariyên Mexmûr, Qendîl û peyamên ji şaredariyên gel ên Bakur-Rojhilatê Sûriyê hatî hêz û moraleke mezin da konferansa me. Konferansa me bi vê hêz û moralê destpê kir.   

YEKÎTIYA KOMÎNÊN ŞAREDARIYÊN GEL DI HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ DE XWE BIRÊXISTIN BIKE

Rojevên di konferansê de hatin nîqaşkirin û xalên derketin pêş rêxistinkirina komînên demokratîk bû. Rêber Apo, komînên demokratîk weke çareseriya hemû pirsgirêkan daniye holê. Lewma şaredariya gel a Şengalê xwe ji nû ve bi navê “Yekîtîya komînên şaredariyên gel yên Şengalê” birêxistin kir. Li ser esasê ku şaredariya gel civakî bibe, hêz û îradeya gel derxê pêş di konferansê de sîstema xwe ya rêxistinî ji nû ve girt dest. Di vê bingehê de wê yekîtiya komînên şaredariyên gel di hemû beşên civakê de xwe bi rêxistin bike. Di nirxandinên Konferansê de hate diyarkirin ku li hemberî hişmendiya desthilatdar em ê bi yekîtiya komînên şaredariyên gel hişmendiya civaka demokratîk pêşbixin û xebatên hevpar esas bigrin.

KOMÎN ŞÊWAZÊ JIYANA CIVAKÊ BI XWE YE

Di konferansê de hate ziman ku komîn şêwazê jiyana civakê bi xwe ye. Civak ji bo hebûn û nirxên xwe yê madî û manewî ava bike her tim pêwîstî bi jiyaneke hevpar û komînal dîtiye û bi hezarî sala jiyan kiriye. Şaredariya gel jî perçeyeki ji vê jiyana komînal a civakî ye. Lê di roja îro de sîstemên desthilatdar şaredarî ji destê gel derxistiye û naveroka wê vala kiriye. Ji bo civakeke exlaqî, polîtîk, ekolojîk û azadiya jinê bê avakirin, yekîtiya komînên şaredariyên gel îradeya civakê ya xwe bi xwe rêvebirin û xizmetkirinê ji xwe re esas digre. Ji bo dewlemendiyên ser erd û bin erd bixe xizmeta civakê û hawirdorê xebat dike. Ji bona ku pirrengiya netewan, çand, ziman û baweriyan ava bike, hişmendiya xwişk-biratiyê pêş dixîne. Li ser esasê; em bi hişmendiya şaredariyên gel ên demokratîk, wekhev û azad ava bikin û pêşbixin, di konferansê de nîqaş, plansazî û biryarên girîng hatin girtin.

JIN PÊŞENGÊ AVAKIRINA YEKÎTIYA KOMÎNÊN ŞAREDARIYÊN GEL E

Konferansa me destnîşan kir ku jin pêşengê avakirina yekîtiya komînên şaredariyên gel e. Li ser vê bingehê di konferansê de rola jin bi berferehî hatiye nîqaş kirin. Di pêşxistin û rêxistiniya şaredariyên gel de rola jinê weke pîvaneke sereke hate diyarkirin. Ji ber ku şaredarî xwe dispêre civaka komînal û nirxên demokratîk, wekheviya jin û mêr esas digre. Ji bo pirsgirêkên di navbera jin û mêr de ji holê rabin konferansa me, bal kişand ser sîstema hevserokatiyê ev ji weke modêla çareseriyê esas digre. 

ŞAREDARÎ DI VEGERA GEL DE BI ERKA XWE RABÛN

Di konferansê de xebatên 11 salan ên şaredariya gel hatin nirxandin. Di encama nîqaşên konferansê de şaredariya gel tevî ku di bin şert û mercên zehmet yên karkirinê jî hewl daye ji pêwîstiyên gel re bibe bersiv. Şaredarî, di vegera civaka Êzidî ya li cih warê xwe de, bûye xwedî rolekî girîng. Li hemberî siyaseta koçberiyê û fermana spî bi xebatên xwe ji bona jinûve avabûna Şengalê hemû derfetên xwe seferber kiriye. Her wiha di konferansê de rexnedayîna nebesiyên heyî hatiye dayîn û ji bo ku xebat hîn werin berfirehkirin konferansê hedef daniye pêşiya xwe. Ji niha û pêde wê yekîtiya komînên şaredariyên gel ne tenê projeyên xizmetgûzariyê wê di heman demê de aliyê perwerdehî, rojên çandî û huneri, zindîkirina cih û warên dîrokî, derfetên xebatên jinan, projeyan pêş bixîne û bike malê civakê.  

Li ser vê bingehê biryar, plansazî hedefên ku konferansê daniye pêşiya xwe, wê yekîtiya komînên şaredariyên gel di pêvajoya nû de bi hemû hêz û derfetên xwe pêk bîne. Em ê, bi ruhê jiyana komunal û demokratîk di astê pêngavî de xebatên xwe mezin û berfireh bikin û ji bo azadî û xweseriya Şengalê bikin bingeh.’’

2’emîn Konferansa Şaredariyên Gel ên Şengalê, bi coş, moral û biryardariyeke xurt û bi dirûşmeya ‘’Bijî Rêber Apo’’ bi encam bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi girseyî serdana sersaxiya ku ji bo 5 şehîdan li Êlihê hat danîn, kirin
Nûçeya Pişt re Li Quneytirayê sivîlek hat qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Rojava malbatên dîlgirtiyan li benda xizmên xwe ne

Di çalakiyên ku bi rojane li gelek bajarên Sûriyeyê û Rojava didomin de daxwazeke tenê…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin: Em xayinan ji bîr nakin

Êrîşa li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê hat şermezarkirin û peyama "Em xayinan ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tebqayê serçeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

Li bajarê Tebqayê di çalakiya QSD’ê ya bi piştgirya hêzên Koalîsyona Navneteweyî de serçeteyekî DAÎŞ’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DMME’yê 5 hezar euro ceza li Tirkiyeyê birî: Girtina Adalet Kaya binpêkirina mafan e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyê nexweş Oduncu xwînê diavêje

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Nivîsgeha me wêran kirin û destdirêjî li sembolên Kurdî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?