Li Îzmîrê di serdegirtina malan de Serokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ê Îzmîrê Kerîm Altinmakas û endamê Meclîsa Partiyê yê Partiya Azadiya Civakî (TOP) Dîdar Gul jî di nav de 5 kes hatine binçavkirin. Di serdegirtinan de ji bilî Altinmakas û Gul welatiyên bi navê Gulseren Olgun, Vezan Ozoglû û Yaşar Aslan hatine binçavkirin.
Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin bi hinceta ‘alîkariya rêxistinê’ tên sûcdarkirin.