Yekşem, 3 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Li dijî dejenerebûnê xweparastina civakî û exlaqî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kenanoglû: Civaka Tirkiyeyê nêrînên Abdullah Ocalan meraq dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serkeftina Amedsporê li gelek bajaran hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amedspor derket Super Lîgê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê jinek hat kuştin.

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Colemêrgê rê nîne: Erdhejeke gengaz wê hilweşîneke mezin bi xwe re bîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn: Em ê mîrateya şehîdan bi felsefeya ‘Yek hirqe û yek loqma’ bidomînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî: Em her rojê veguherînin roja zimanê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê şehîdên Gulanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahidê şehadeta Karasûngur û Bîlgîn: Armanca wan yekîtî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo jinên li Stenbolê hatine qetilkirin û windakirin meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 1’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Di karên çandiniyê yên demsalî de jin rû bi rûyê mêtingeriyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêvîn Reşîd: Ji bo parastina mafên xwe divê em jin dengê xwe bikin yek û bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama KJK’ê ya ji bo 1’ê Gulanê: Jin azad nebe ked azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Newaya Jin: Li dijî tundiya civakî dema avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > 3’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê bi xelatdayînê bi dawî bû
Rojane

3’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê bi xelatdayînê bi dawî bû

3'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin, bi dayîna gelek xelatên kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên dirêj bi dawî bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

3’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê, ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzasyona Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê di 7’ê Kanûnê de bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê ba hev” hate lidarxistin. Heta îro 84 fîlm û belgefîlm di çarçoveya festîvalê de ji bo temaşevanan hatin nişandan û gelek kargeh hatin lidarxistin. Di roja dawî ya festîvalê de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê merasîma xelatdayînê hat lidarxistin. Sînemahezan, siyasetmedaran, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Berî ragihandina xelatan resepsiyon hat lidarxistin. Piştî resepsiyonê, salon tijî bû û gelek kesan neçar man ku merasîma xelatdayînê li ser piyan temaşe bikin.

Bernameya xelatdayînê bi sînevîzyonekê ku kurteya festîvalê ya ku di navbera 7-14’ê Kanûnê de hatibû temaşekirin û eleqeyek mezin dîtibû, dest pê kir. Piştre, Endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Lîsa Çalan, li ser navê Komîteyê axaftina destpêkê kir û diyar kir ku piştî 8 roj û şevan bi fîlm û kargehan, gihiştine dawiya festîvalê e tişt got: “Me xwe û beşek ji xwe di her çîrokê de dît. Me dît ku çîrokên me ne cuda ne. Dibe ku zimanên me, axaftina me cuda be, lê êşên me yek bûn. Fîlmên tên çêkirin an tên qedexekirin an jî ji ber sansûrê nikarin salonan bibînin. Ew festîval, wan fîlman digihînin gel. Ji ber vê em girîngiyê didin festîvalan. Festîvala Amedê ji vê aliyê ve girîng bû. Ev çîrok dê bi aştiyê geş bin. Hezar silav li mîmarê vê pêvajoya aştiyê! Bijî sînemaya azad û şoreşgerî!”

SIRRI SUREYYA ONDER NEHAT JI BÎRKIRIN

Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivî û ev tişt got: “Ez dixwazim sînemakarê hêja Sirri Sureyya Onder bi bîr bînim. Eger îro sax bûya, bêguman wê li vir bûya, me kêfxweş bikira, me bikenanda. Aliyekî me ji ber nebûna wî kêm e. Ez dizanim ku 8 rojan ruh, çav û ramana wî li vir bû û bû îlham ji bo hemû sînemakarên ciwan. Wî gotibû: ‘Kurd bêyî ku ji bo xwe tiştekî bixwazin, bi israr aştî û demokrasî dixwazin.’ Dîsa gotibû: ‘Romanên ku hîn nehatine nivîsandin, fîlmên ku hîn nehatine kişandin, helbestên ku hîn nehatine gotin di sedsala 21’an de dê Kurd bikişînin.’ Ez bawer dikim ku ev xeyala wî dê pêk were.”

XELATA FÎLMÊ DIYARIYÊ DÎLAN KAHRAMANÊ HAT KIRIN

Piştre hat ragihandin ku Fona Projeyê ya Sinebîrê ya ku ji aliyê jûriyê ve hatiye hilbijartin, dê bê aşkerakirin. Li vir, Berfîn Emektar li ser navê jûriyê axivî û spasiya kesên ku di festîvalê de ked dane, kir. Berfîn Emektarê diyar kir ku îsal 64 fîlm û belgefîlm ji bo Xelata Projeyê ya Sinebîrê hatine şandin û 15 ji wan ketine dengdanê û got: “Me di her kategoriyê de xelatek da projeyekê. Li vir em destnîşan dikin; tu projeyekî ku me temaşe kiriye ne kêm an jî bêqîmet e. Her derhêner û senarîstek dixwaze di kolektîfa gelê Kurd de şopek bihêle. Projeyên ku îro hatine xelatkirin, tenê yên îsal derketine holê bûn. Ji bo me hemû proje hêja ne. Xwesteka me hemûyan e ku em van projeyan di salên bê de li festîvalan temaşe bikin. Rêya we vekirî be.”

Xelatên ku di çarçoveya Fona Projeyê ya Sinebîrê de hatin dayîn hatin aşkerakirin. Di beşa kurtefîlman de xelat ji Raber Îbrahîm re ji bo projeya wî ya bi navê “Tarî û Ronahî” hat dayîn. Îbrahîm, piştî ku xelata xwe ji destê Ardîn Dîren wergirt, diyar kir ku ew ji Helebceyê ye û wiha axivî: “Em bi Festîvala Fîlman a Amedê re careke din dijîn.”

Xelata projeya belgefîlmê jî ji Zelal Sadakê re ji bo projeya wê ya bi navê “Hucre, takekes-laş, civat” hat dayîn. Xelata ku ji ber nexweşiya Zelal Sadak nekarî beşdar bibe, diyariyê Dayikên Aştiyê hat kirin.

Di beşa fîlmên metrajdirêj de jî xelata projeyê ji bo fîlmê bi navê “Dîroka Wenda” yê Alî Kemal Çinar re hat dayîn. Çinar li vir axaftinek kurt kir û got: “Ez kêfxweş im ku min ev xelat girtiye. Em ê hevalên xwe jî ji bîr nekin. Ez xelata xwe diyariyê Dîlan Kahramanê dikim .”

JI BO 3 FÎLMAN XELAT HATIN DAYÎN

Piştre, xelatên tematîk ji bo fîlmên ku di çarçoveya festîvalê de hatibûn nîşandan, hatin dayîn. Paşê, Seroka Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş a ku ji bo dayîna Xelata Mansiyonê ya Zîlan Hemo hat vexwendin ser dikê, xelata Jino Hadî Hesen ji bo fîlmê wê yê bi navê “Sêgoşe” da. Xelata ku Jino Hadî Hesen beşdar nebibû, ji aliyê Derhêner Zanyar Muhammadîneko ve hat wergirtin.

Piştre Xelata Taybet a Jûriyê hat ragihandin. Xelat ji bo fîlmê bi navê “Garan” ji Mahsûm Taşkin re hat dayîn. Taşkîn li vir axivî û got: “Ez bawer dikim ku ev festîval bêyî sînordarkirin dê her dem berdewam dike. Ev festîval hêviyê dide me.”

Xelata Mensûr Kerîmyan hat dayîn. Xelat ji bo fîlmê bi navê “Kawyar” ji Salem Salavatî re hat dayîn. Hevalekî Kerîmyan ku ji bo dayîna xelatê derket ser dikê, ev tişt got: “Welatê mirov warê wî ye. Şehadeta Mensûr sînorên çêkirî bêwate kirin. Festîvala Amedê bibîranîna wî ew nemir kir. Em wekî gelê Rojhilat spasiya gelê Bakur dikin ku xwedî li Mensûr derketin.” 

JI BO 2 BELGEFÎLMAN XELAT HATIN DAYÎN

Di dawiyê de xelat ji bo belgefîlman hatin dayîn. Xelata Taybet a Jûriyê ji bo fîlmê bi navê “All The Mountains Give” ji Arash Raksha re hat dayîn.

Xelata Taha Karîmî jî ji bo fîlmê “Xalko” ji Sami Mermer û Hind Benchekroun re hat dayîn.

DI BEŞA FÎLMA METRAJDIRÊJ DE 6 XELAT HATIN DAYÎN

Di fîlmên metrajdirêj de jî 6 xelat hatin dayîn. Xelata Dîmenê Afirîner ji Stephane Kuthy re ji bo fîlmê wî yê “Cîran” hat dayîn. Xelata Senaryoyê ya Sirri Sureyya Onder jî ji Shawkat Amîn Korkî re ji bo fîlmê wî yê bi navê “Ezmûn” hat dayîn. Xelata Kadraja Estetîk jî ji Alî Kemal Çinar re ji bo fîlmê wî yê bi navê “Beriya Şevê” hat dayîn. Bi vî awayî Çinar xelata xwe ya duyemîn wergirt. Xelata Kezîyên Serhildêr jî ji Binevşa Bêrîvanê re ji bo fîlmê wê yê bi navê “The Virgín and Child” hat dayîn. Xelat ji aliyê Berfîn Emektar ve li ser navê derhêner hat wergirtin, û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” di hêwanê de berz bû. Xelata Taybet a Jûriyê ji Arsalan Amîrî re ji bo fîlmê wî yê bi navê “Zalava” hat dayîn. Xelata Berxwedanê ya Yılmaz Guney jî ji Kurdwîn Eyûb re ji bo fîlmê wê yê bi navê “Sonne” re hat dayîn.

Piştî xelatdayînê endamên Komîteya Amadekar a Festîvalê hatin vexwendin ser dikê. Bername bi kişandina wêneyên komî bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya lezgîn kir
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şervanê QSD’ê hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li gelek bajaran ji bo zarokan banga ‘aştî û ewlekariyê’ hate kirin

Di çarçoveya 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê di serî de Amed, Edene, Îzmîr,…

Ji aliyê Stêrk TV

MAK’ê li Amed û Geverê ji bo 15’ê Tebaxê çalakî lidar xistin

Mîlîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), ragihand ku li navçeya Gever a Colemêrg û navçeya Rezan a…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên girêdayî hikûmeta demkî zarokek qetil kirin û 2 birayên wê birîndar kirin

Hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li Humsê malek gulebaran kirin. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Li dijî dejenerebûnê xweparastina civakî û exlaqî şert e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kenanoglû: Civaka Tirkiyeyê nêrînên Abdullah Ocalan meraq dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 3’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serkeftina Amedsporê li gelek bajaran hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?