Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya ku piştî heşt salan dîsa li Amed hat lidarxistin, rê li ber nîqaşên berfireh ên li ser sînemaya Kurdî, çand û hunera wê û pêvajoya aştiyê vekir. Di festîvala ku hefteyekê berdewam kir de, 84 fîlm hatin pêşandan û rastî eleqek mezin hat. Di festîvalê de gelek fîlmên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin pêşandan û bal kişandin ser mijarên bîr û zimanê dayikê.
Derhênerên beşdarî festîvalê bûn bal kişandin ser rol û mîsyona bîr û hunerê û nîqaşên li ser aştiyê. Derhêneran diyar kirin ku huner di pêvajoya aştiyê de gaveke girîng dilîze û anîn ziman ku huner ne tenê qadeke îfadeyê ye, ji wê wêdetir amûrek bihêz e ku bîra civakî zindî dihêle û beşên cûda yên civakê tîne cem hev.
‘EM DIKARIN BI PRATÎKÊ AŞTIYÊ BIDIN NÎŞAN DAN’
Derhêneran bang li hunermendan kirin ku ew dikarin rol û mîsyona xwe di pêvajoya aştiyê de jî bi cih bînin û gotin, “Hêza yekgirtî wê sûdê bide civakê û tevkariya pêvajoyê bike.”
Derhênerê Kurd Kazim Oz ewilî axivî û li ser rola hunerê ya di pêvajoya aştiyê de wiha got: “Pêvajoyek nû dest pê kiriye û şer bi fîzîkî rawestiyaye. Niha, di warê pêvajo, huner û siyasetê de têkoşînek cîdî dest pê kiriye. Festîval di vê wateyê de roleke girîng girtiye ser xwe; heşt sal bûn nedihate lidarxistin û ev rewş bi rastî hem ji bo me û hem jî ji bo gel pir girîng e. Di pêvajoyên aştiyê de rola huner û hunermendan pir mezin û girîng e. Huner dikare bi awayekî pratîkî aştiyê bîne ber gel û bi rêxistinî û xebatan bigihîne hemû qadan.”
‘DIVÊ EM TIŞTÊN DIKEVIN SER MILÊN XWE BI CIH BÎNIN’
Kazim Oz diyar kir ku xebatên hunerî û sînema li ser vê pêvajoyê xwedî potansiyela pêşkêşkirina perspektîfek nû ne û wiha domand: “Di vê xalê de difikirim ku huner jî wê di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze. Divê festîvalên wiha hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê zêde bibin. Çima divê festîvalek fîlmên Kurdî li Trabzonê neyê lidarxistin? An çima hunermendên ku mîna me nafikirin bi rêya organîzasyonan neyên cem hev û çîrokên xwe parve nekin? Çand û huner dikarin bi van hewldanan piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê û siyasetê. Wekî derhênerekî Kurd, ez bi salan e di vî warî de dixebitim. Di vê pêvajoyê de, ez amade me ku her tiştên ku dikeve ser milên min ji bo aştiyê bikim.”
Derhênerê fîlma Hevî Orhan Înce jî diyar kir ku ji nû ve lidarxistina festîvalê ji bo wan xwedî wateyeke mezin e û kêfxweşiya xwe ya piştî heşt salan hatina cem hev anî ziman û got, “Festîval piştî heşt salan dîsa hat lidarxistin. Ji ber vê yekê em kêfxweş in. Ji ber ku em tenê dikarin derdê xwe bi rêya fîlman bînin ziman. Wekî kesên ku vê xebatê dimeşînin, dibêjim: Ger tiştek nebe jî dîsa em li vir in. Em bi hev re ne, bi hev re hildiberînin û bi hev re hilberîna xwe temaşe dikin.”
‘DIVÊ HÛNER JI BO AŞTIYA CIVAKÎ HILBERÎNE’
Orhan Înce anî ziman ku hewcedariya civakê bi şahiyên vî rengî heye û destnîşan kir ku ji destpêka festîvalê heta dawiyê eleqeyek mezin hebû. Înce destnîşan kir ku ev eleqe ne tesaduf bû û got, “Zêdebûna şahiyên bi vî rengî xizmetê dide aştiyê û çanda jiyana bi hev re. Ev têkoşîn bi salan e tê meşandin; me jî meşand. Ez bawer dikim ku her ku ev hilberîn zêde bibin, aştiya civakî jî wê bi hêztir bibe. Wê mirov hem bextewartir bibin, hem wê bi zimanê xwe bînin ziman û wê qadên ku xwe lê bibînin vekin.”
‘DIVÊ EM ÇÎROKÊN VÊ ERDNÎGARIYÊ BI BELGE BIKIN’
Înce bi bîr xist ku huner di dîrokê de rêbazek ya xwe îfadekirinê ye û wiha pê de çû: “Mirovan êş, kêfxweşî, xemgînî û hêviya xwe bi hunerê anîne ziman. Beriya me kesên ku ev xebat meşandine hebûn û bêguman wê piştî me jî hebin. Huner tişteke nemire.”
Nivîskara sînemayê Elîfsu Dîlek Şen jî ji nê ve lidarxistina festîvalê hem ji bo sînemaya Kurd û hem jî ji bo pêvajoya aştiyê pir girîng e û got, “Pir hêja ye ku ev festîval piştî heşt salan tê lidarxistin. Ez îsal çûm zêdetirî sê festîvalên fîlman û piraniya fîlman pir dişibin hev. Lê li vir derfet heye ku em fîlmên cûda temaşe bikin. Festîval bi gel re di nava hev de ne û li kolanan belav bûye. Bi vî halî ji bo aştî û Amedê gotinên bi hêz dibêje.”
‘FESTÎVAL PERSPEKTÎFEKE CÛDA DIDE AŞTIYÊ’
Dilek Şen bal kişand ser kêmbûna sînemaya Kurdî di festîvalan de û wiha domand: “Ez li Festîvala Fîlman a Antalyayê bûm. Li wir tenê fîlmek bi Kurdî hebû. Ji bilî vê, fîlm bi mijarên teng hatibûn sînorkirin. Fîlmên li vir dengên cuda yên muxalîfan û çîrokên hatine wêderkirin dide xuyakirin. Bernard Chauv dibêje ‘Huner yek ji rêyên herî girîng ê ku ni rastiyê derkeve serî ye.’ Di vê wateyê de, ev festîval perspektîfek pir cuda pêşkêşî rastî û aştiyê dike.”
‘HUNER DIKARE MIROVAN BÎNE HEV’
Derhênera fîlma ‘Bi roj Apollo, bi şevê Athena’ Emîne Yildirim anî ziman ku aliyê herî bihêz ê hunerê ew e ku mirovan tîne cem hev û got, “Huner ji bingeheke nîqaşê wêdetir, dihêle ku wê bingehê hembêz bike. Xwedî wê hêzê ye ku mirovan tîne cem hev û hestyariyê bilind dike. Jiyan bê hunerê nabe.”
Emîne Yildirim anî ziman ku divê hunermend di pêvajoya hilberînê de berpirsiyariyê bigirin ser xwe û wiha domand: “Dema ku fîlmek çêdikin, hewceye ku hunermend zanibe bê ew li ku derê radiweste û li pişt wê bisekine. Girînge ku berhemên xwe bi gel re ji nîqaşan re veke û ji rexneyan re vekirî be. Tevkariya hunerê ya di pêvajoya aştiyê de ew e ku kesên ku qet nayên cem hev wan tîne cem hev. Dibe ku wan di heman hestê de bîne cem hev.”
Emîne Yildirim kêfxweşiya xwe ya beşdarbûna festîvalê anî ziman û diyar kir ku hevdîtina bi Amed û temaşevanên festîvalê re ji bo wê pir bi qîmet bû û spasiya kesên ku ked dane kir.

