Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê doh êvarê di çarçoveya civînên ji nûve birêxistinkirinê de, li herêma Nawdeşt civînek berfireh bi xelkê deverê re lidarxist. Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.
Piştre Hevseroka Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê Lavan Mistefa axivî, behsa rewşa niha ya deverê û giringiya pêvajoya aştiyê kir.
Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê Aram Hisên jî têkildarî giringiya xwebirêxistina gelê Binarê Qendîlê kir. Her wiha behsa projeyên dema pêş ên Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê kir. Aram Hisên daxwaz ji xelkê Nawdeşt kir ku bi wan re bibin hevkar daku bikarin projeyên xizmetguzariyê biser bixin.
Di civînê de biryara avakirina komîteyên jîngehê, aborî, perwerde û jinan hat dayîn.

